Cîgirê serokwezîr Bulent Arinç, do li parlamentoyê di dema munaqeşeyên li ser budçeya sala 2012-a da di derbarê mesela kurda da hin tiştên pir girîng gotin, hin mesajên pir girîng dan.
Arinç got:
”Însanekî ku dibêje ez kurd im li vî welatî bi qesî me hemuyan, bi kêmanî bi qasî me hemuyan mafê jiyanê, yê zanînê, yê perwerdeyê, yê ziman û kulturê, yê nasnameya wî heye. Emê van mafan hemuyan bidin. Ev ne tiştekî ku em ji bêrîka xwe didin."
”Neskirina nasnameya kurdan meseleyeke gelek giring e Ev meseleyeka mafê mirovan e. Merivekî ku li Tirkiyê dijî gava bibêje ”Ez kurd im û bi vê nasnameya xwe îftîxar dikim û ez dixwazim bi vê rastiya xwe bêm nasîn, dibê em rêzê li vê bigirin, viya qebûl bikin."
Berê tespîtek.
Carê ev axaftina Arinç pir girîng e.
Çimkî ev cara pêşîye ku di Meclîsa Tirkiyê da wezîrekî tirk bi vî rengî behsa nasname û rastiya Kurd dike û sozên naskirina vê nasnameyê û mafên kurdan dide.
Lê Arinç di vê axaftina xwe d a çiqasî cidî ye, çiqasî ne cidî ye û ji bo xapandinê wiha dike di rojên pêşda ewê diyar bibe.
Dibê kurd û bi taybetî jî BDP, bicîanîna van sozan ji Arinç û hukûmeta wî bixwazin.
Dema ev sosên xwe bicîneanîn û di qanûna esasî da nasnameya kurd nas nekirin wê demê derewên wan ewê derkeve ortê.
Yanî tu sebeb tuneye ku meriv ji nuha da ji bo van gotinên Arinç bibêje vir in û daxwaza realîzekirina wan jê nexwaze.
Ji xwe şêla herî baş cîgira serokê BDP-ê Gulten Kişanakê nîşn da û got, ”Êdî tu maneyeke van gotinan tuneye. Heger dev ji siyaseta înkarê hatiye berdan, dibê bingehê wê yê huqûqî hebe.”
Kişanakê axaftina Arinç wiha şirove kiriye:
”Ez axaftina Arinç girîng dibînim, gavek rast e lê di heq samîmiyeta wê da şikên me hene. Bûyerên ev salek e, du sal in em dijîn li ortê ne. Heger tu yê vê hebûnê qebûl bikî ev zulm ji bo çi ye? Bi hezaran siyasetmedar ji ber ku ev tişt gotin di girtîgehan da ne. Di nabêna kirin û gotinên wan da dibê hewqas tezat tunebe. Ez dixwazim hêvîdar bim feqet gava meriv dîtineke hewqas otorîter, hewqas zorba û van gotinan dide kêleka hev em jê bawer nakin, tiştên em jiyana ji bo me rasttir xuya dike.”
Bêguman tiştên Kişanak dibêje hemû jî rast in, li alîkî tu yê li seranserê Kurdistanê operasyonan bikî, rojê bi dehan endamên BDP-ê bigrî, 47 abûqat û 46 rojnamevanan bigrî bin çavan û li aliyê din jî di meclîsê da van gotinan bikî...
Weke Kişanakê jî gotiye ev gotin û ev kirin li hev nake, meriv nikane ji samîmîyeta van gotinan bawer bike.
Lê li gel vê jî dibê em kurd praktîka van gotinan ji Arinç û hukûmeta wî bixwazin…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar