27 november 2011

Sipas ji bo Radyoya Aştî !

Komela Kurd li Spanga û radyoya wê Radyoya Aştî, îro li Stockholmê 25 saliya xwe bi cîvîn û çahiyeke pir xweş pîroz kir. Emegdarê komelê û berpirsiyarê Radyoya Aşîtî Hacî Kardoxî ez jî vexwendibûm şahiyê.

Ji zûda bû ez beşdarî şahiyeke wiha bi rêk û pêk, efektîtîf û xweş nebûbûm.
Di destpêkê da serok û evdamên komleyê qala şertên wan rojan û prosedûra avakirina komleyê kirin.
Hecî Kardoxî, Hîwa û hin hevalên wê demê dest bi weşana radyoyê kiribûn, wan jî qala zahmetî û hin bîranaînên xwe kirin.

Beyto Can û Armanc, Kemal Gorgu û Baha Seyxo bi deng û henekên xwe wexteke pir xweş bi me dan jiyandin.

Ev cara pêşî bû me û zarokên xwe bi hev ra civînek çêdikir û me li hev guhdarî dikir.
Hecî, mala wî ava, baş aqil kiribû, ban du nifşan, yanî ban me û zarokên me kiribû.

Berê, Oz Nûjen, Nişîtî û keçek û xortekî din weke xortên kurdan yên di civata swêd da biser ketiene û hatine ciyên gelkî baş, qala hestên xwe kirin. Bersîva gelo ew xwe kurd yan jî swêdî dibîni dan û weke zarokên kurdan gelek tiştên xweş û hêja gotin.

Dema meriv li wan guhdarî dikir, meriv tenê pê serbilind dibû.
Dû ra jî sosyolog Osman Aytar, Dr. Husênê Xaliqî û Hemîd Newroz li ser rewş û dîroka kurdên li Swêd û xebata komelayetî rawstiyan û hin analîz û pêşniyarên pir baş kirin.

Osman Aytar got, li Swêd di nava xerîban da gurûba herî bêtir çalak, entegre bûye û pir serketiye kurd in. Di meclîsa Swêd da 5 parlamenterên kurd hene. Di hemû rojname, radyo û telewîzyonên Swêd da xortên kurd hene. Yanî di warê siyasî, kulturî û sosyal da kurd pir serkeftî ne.

Li gorî Aytar, piştî 20-30 salên din li Swêd rol û tesîra kurdan di her warê jiyanê da ewê pir xurt bibe, di jiyana Swêd ya siaysî da kurdên bibin faktoreke mezin.

Seroka Federayona Komeleyên Kurdistanê Şermîn Bozarslanê jî derbarê xabat û çalakiyên Federasyonê û komeleya Spongayê da agahiyên hêja da.

Dibê ez ji bîr nekeim wezîrê penaberan/ multeciyan Erik Ullenhag, ku dostekî kurda ye, camêr wî jî axaftineke pir xweş kir û piştgiriya xwe bi têkoşîna kurdan ya ji bo azadiyê ra diyar kir.

Dibê ez moderatorê civînê Kurdo Baksî ji bîr nekim, camêr wî jî bi henek û espiriyên xwe yên xweş civîn xweştir û geştir kir.

Û hemû ev tiştên xweş ne bes bûn, komeleyê hin sandiwîçek û peqlawe jî di ser da da me.
Bi kurtayî şahiyeke pir bi ahang û pir xweş bû, em hemû jê bi kêfxweşî rabûn.

Di vegerê da metro pir qelebalix bû, ciyê rûniştinê tunebû, ez ji piya mam. Xanimeke asyayî dema dît ez ji piya meme rabû ciyê xwe da min, got fermo rûne. Min çiqasî israr kir jî qebûl nekir, fena ku bibêje tu kal î, dibê tu rûnî.

Yanî kalîtiya min bi bîra min xist.
Di metro û otobozan da berê tim min ciyê xwe dida xelkê, lê waye dor hatiye min, êdî xelk ciyê xwe dide min…
Yanî dinya bi dor e…

Gelek sipas ji bo Hacî Kardoxî û hemû hevalên wî ku di 25 saliya Komeleya Sponga û ya Radyoya Aştî da ev roja xweş bi me dan jiyandin.


XXX
Li hemberî neheqiyê serê xwe netewînin. Ji ber ku bi heqê xwe ra hûnê şerefa xwe jî wenda bikin.   Hz. Alî



XXX
Micadeleya ji bo azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê hewqasî hêja û giranbuhye ku, di vê riyê da mexlûbiyet jî şerefeke mezin e...



XXX
Tiştê ku li însanan bi şiklekî herî adil hatiye belavkirin aqil e, ji ber tu kes ji aqil xwe gazninan nake.
//MONTAİGNE



XXX
Dema mirovek bizanibe ew dixwaze bigihîje kîjan benderê(lîmanê), ji bo wî her ba maqûl e /SENECA



XXX
Hin hestên însanî hene pir baş in, nahêlin însan dawa xwe bavîje ji ser serê xwe da û di tiştên eyb tên qebûlkirin bike.
Ji van hisan yek jî heya û ar e. Dema heya bi meriv ra kêm bibe meriv dikane her tiştî bike, bibe hertişt.
Mixabin bi pêşketina kapîtalîzmê û hin guherînên civakî ra di civata me kurdan da jî her ku diçe "heya" bi însanan ra kêm dibe.


XXX
Gotineke pêşiyan ya gelkî xweş:
-Qûna hîn bû tir û fisa, zeft nabe bi tu werîsa...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar