Kovara Turk Solu(Çepê Tirk) uzirxwestina Erdogan ya ji bo qetlîama Dêrsimê rexne dike û dibêje ne dewlet, dibê dêrsimî uzrên xwe bixwazin.
Turk Solu, weke hercar, îcar jî heqaretên pir mezin, pir giran li kurdan dike.
Hinek dikanin bibêjin ku dibê meriv qala nivîsên wiha neke, nehêjaye meriv li ser kovara ”Turk Solu” raweste.
Lê ez wiha nafikirim, dibê em kurd bizanibin kî di heqê me da çi difikire û çi dibêje.
Kî dost e, kî dijmin e?
Dost çi dibêje, dijmin çi dibêje?
Weke min got, di nivîsê da heqaretên pir giran hene, ez ne hemuyê nivîsê, du sê paragrafan jê werdigerînim. Kesên bi tirkî dizanin dikanin Tirkiya wê bixwînin.
”Turk Solu” dibêje:
”Kalikên dêrsimiyan xayinên li hemberî dewletê îsyan kirine. Xwe çekdar kirine û ji bo ku vê dewletê hilweşînin serî hildane.
Neviyên xayinan, ji bo vê xiyaneta bav û kalên xwe, dibê ji dewletê uzrê xwe bixwazin.”
”Neviyên dêrsimiyan, ji dewletê dipirsin, dibêjin ji bo çi we bav û kalên me qetil kirin? Bêyî ku şerm bikin qala qetlîamê dikin. Ev, bêbavî û bîrûtî ye. Dewlet ji bo ku terorîstan, serîhildêran, xayinan, namerdan û bênamûsan ji ortê rake heye. Erê, mafê dewletê heye van unsûran ji ortê rake. Baş jî kiriye. Heta hindik jî kiriye.”
"Dersa ku dewletê ji hemû van serîhildanan derxistiye, dibê hemû xayinên serîhildane, bi qiç û pîlên(zar û zêçên) xwe ve ji ortê werin rakirin. Heta ku yek dolê xayinan yê ku bibêje ”kalikê min, kalikê min” sax neyê hîştin...”
”Kalikên dêrsimiyan, ji dewletên Îngilîz û Fransiz ra ajantî kirine, ji wan pere û çek stendine, bûne piyonên wan!
Uzrekî em ji we bixwazin tunye. Herî zêde emê ji leşkerên xwe yên şehîd ketine uzir bixwazin, ji bo ku me vana hîn tune nekirine.”
Belê, ez bawer dikim hewqas bes e, nivîs li ser vî mînwalî dom dike.
Bi baweriya min, ne ”çend kesên” li dora kovara ”Turk Solu” tenê, piraniya tirkan wiha difikirin.
Ev neh sal in ku ev kovar li Tirkiyê weşana xwe didomîne.
Di her hejmara xwe da heqaretên mezin li kurdan dike, li hemberî kurdan propagandeyeke nîjadperest ya nedîtî dike, lê dîsa jî nayê qedexekirin û nivîskarên van nivîsên mişt heqaret, tahrîk û nîjadperestî nayên cezakirin.
Lê kovar û rojnameyên kurdan her roj bi baheneyeke pelapûçî ya jî ji bo ku ji Ocalan ra gotine ”birêz”, digrin û bi sedsalan ceza didin nivîskarên kurd.
Bi baweriya min hukûmeta AKP-ê jî pir hindik eynî weke nivîskarê vê nivîsî difkire û ji bo tasfiyekirina kurdan çi ji destan tê dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar