14 november 2011

Di 10 saliya wefata te da me pir bêriya te kiriye

Ez îsal neçûbûm ser gorra Aslan* Kaya yê gorrbuhuşt. Min îro ev wezîfa xwe ya hevaltî û qedirşînasiyê heft mehan bi derengî be jî bicî anî.

Min do bi şev Aslan di xewna xwe da dît.

Ez nizanim em li ku bûn, em çend heval bûn û em li ser tiştekî bi heraret dipeyivîn.

Gava ez bi xwe hesiyam min wiha his kir fena ku Aslan ji min bi gazin bû, fena ku bibêje, ma tu li ku ma, tu çima nayê mîvaniya min?

Di dema salvegera wefata wî da ez diçûm welêt, min pê ra negîhand herim ser gorra wî û dû ra jî min roj bi rojan da û ma heta nuha.

Dema ez ji xew rabûm, min xewna xwe ji xanimê ra got. Min got, dibê em îro herin ser gorra Aslan.
Îro hewa li Stockholmê qet ne xweş bû, ewr û dinya gelkî sar bû.
Piştî xurîniya sibê, saet di 12.30-î da em ji mal bi rê ketin.
Îsal cara pêşî bû min îro kum dida serê xwe û lepik dikir destê xwe.


Li Stockholmê erebeya meriv tunebe meriv perîşan e. Min nêt kir ez telefonî hevalekî bikim, bira were me bibe, Hêviyê got na, emê bi trênê û otobozê herin.

Û me wer kir.
Me çû li ser riya xwe guleke xwe ya zivistanê û mûmeke xwe kirî û me berê xwe da gorristanê, ba Aslan...

Ji bo çûyani ser goristana ”Strandkyrkogarden” yanî Goristana Peravê, meriv du metro û otozekê diguherîne.

Dema em ji mal bi rê ketin dinya qet nexweş bû, lê dema otoboza me nêzî goristanê bû, roj derket û dinya bû sayî.

Xanimê got, bala xwe bidê, çi merivekî baş e, ji bo ku em neqefilin roj derket û dinya xweş bû.
Min got, rast e, kêfa wî ji hatina me ra hat, ev roj jî nîşana kêfxweşiya wî ye.

Em bi gavên hêdî û bi dilekê xemgîn çûn li ber gorra wî sekinîn. Me silav dayê, gula xwe danî ber serî û mûma xwe jî vêxist .

Berê piraniya gorran bilind bûn. Lê nuha hemû gorr bi erdê ra dûz kiribûn, kevirê ber serî tenê li ciyê xwe mabû.

Ew kulîlk û darên berê me li kêleka gorra wî çandibûn tunebûn, rakiribûn, ji bo paqijkirineke hêsantir herder rast û dûz kiribûn.

Aslan ji çayê û cixarê pir hez dikir, min cixareyek berê danî ber serî û dû ra ji xwe ra jî yek vêxist û min xwe teslîmî bêdengiyê kir.

Ez çûm Wêranşarê, qahwa Şaban û ya bin komeleya me, wan rojên me yên xortaniyê û minaqeşeyên me yên germ. Dema em diketin gewriya hev û xort li dora me dibûn fitlên egalê.

Dûra dor hat gerên me yên li Stenbolê, li wan çayxaneyên Kûmkapiyê,
sohbetên me yên li yazixaneya rahmetiyê Şêxmûs Onen û yên li mala Fûad Onen ku hetanî destê sibehan…

Ev bîranînên derwîn hemû weke şirîdeke fîlm di hişê min da bihurîn û li bin guhên hev ketin.
Min got Aslan, yaho Wêranşar li ku û ev gorristana ”Strandkykogarden” li ku? Malneket, ma çi îşê te li vir heye, tu û van deran?

Dû ra min jê ra qala çûna xwe ya Kurdistanê û serpêhatiyên xwe kir, min got li beşûr kurd azadbûne, halê wan xweş e. Lê em, Wêranşara te hîn di bin îşxala tirkan da ye, gelê te hîn bindest e. Artşê tirk herr oj hîn bi tonan bombe bi ser serê keç û xortên kurd da dibarîne û nahêlin li serê çiyan, di şikeftan da jî bisitirin.

Min jê ra qala erdheja Wanê û xezeba xwezayê jî kir, min got ne artêşa tirk tenê, Emerîka û xwaza jî li kurdan hatiye xezebê.

Sohbeta me dirêj bû, min jê ra qala gelek bûyeran kir, lê ez nikanim li vir qal hemûyan bikim.
Ez bawer dikim ji zûda bû sohbeteke wiha xweş nekiribû, gelkî bêriya serdan û sohbetên wiha kiribû, min him dilê wî û him jî dilê xwe rehet kir.

Min ji bîr kiribû kamareyê bi xwe ra bibim, ji bo ku em çend risman bi hev ra bikşînin.
Me bi telefonê du risim kişandin. Min xwest hevalên wî jî gorra wî bibînin û silavekê bidin kevirê ber serê wî….

Ez risman nuha di facebookê da diweşînim.

Bi bêdilî me xatirê xwe jê xwest û weke hercar me dîsa ew li wir, li mala wî ya ”Strandkyrkogarden” tik û tenê hîşt…

*Mehmet Kaya

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar