16 november 2011

Dewleta tirk zarokên xwe dixwe

Endamê MIT-ê(teşkîlata îstîxbaratê) Kaşîf Kozînoglu 3 roj berê ji nişkave di hucreya xwe da mirî hat dîtin.

Li gorî beyanên resmî Kaşîf Kozînoglu piştî antramana jimnastîkê dilê wî sekiniye û miriye.

Vê mirina Kozînoglu ya ji nişkave olan da û bû sebebê pirsa gelo Kozînoglu bi rastî mir ya jî hat kuştin?

Kozîngoglu ji ber hevkariya xwe ya bi Ergenekonê ra di operasyona ODA TV-ê d vê buharê hat girtin û teqrîben ev 8 meh bûn girtî bû.

Herçiqas berpirsiyar dibêjin Kozînoglu ji sekteya dil çûye jî lê ji ber ku herkes bi pîşikê dewletê dizane, loma jî kes bawer nake.

Çimkî vê dewletê di van 20-30 salên dawî da serekkomar û genaral jî di nav da, bi sedan merivên xwe dan kuştin. Loma jî însan nikanin wiha bi rehetî bawer bikin.

Xanima Kozînoglu Yeşîm û lawê wî Ozel jî bi şik li mirina Kozînoglu dinêrin. Yeşîm Kozînoglu bi riya abûqatê xwe ji Tiba Edlî ra gotiye, ew bi şik li mirina Kozînoglu dinêrin. Û loma jî ew dixwzin kul i ser Kozînoglu tetkîkeke baş were kirin.

Lawê wî gotiye, ”bi bavê min ra nexweşiya dil tunebû, tu carî neçûbû nexweşxanê.”

Xizmekî Kozînoglu yê din jî di rakirina cenaze da ji rojnamevanekî ra gotiye:

”Roja sêşemiyê ewê bipeyiviya. Wê hertişt bigota, lêbelê nedan peyivandin."

Kozînoglu di 22-ê vê mehê da cara pêşî ewê derketa hemberî dadgehê...
Îdîa ew e ku ewê hemû tiştên pê dizanîbû ji dadgehê ra bigota.

Û loma jî nehîştin bipeyive û di hefsê da kuştin.

Di qawişa Kozînoglu da du mîtçiyên din hî hene. Yek, albayê teqawit Hasan Atilla Ugur û yê din jî yuzbaşî Hasan Ataman e. Ev herdu zabit jî ji doza Ergenekonê di hundur da ne.

Di van 30 salên dawî da dewleta tirk ji bo ku tevgera kurda ya netewî bişkîne di gelek karên xerab geriye, gelek kurd dan kuştin, bi însanên xwe gelek karên pîs û qetlên mezin dan kirin.

Bi hemû kesên weke Kozînoglu ra derbarê cînayetên di nabêna salên 1980-2000-î da gelek zanînên girîng hene.

Û ev yek jî dewletê ditirsîne.
Îro li Tirkiyê kurdbûn yek û zanîna sirên dewletê dudu, herdu jî pir û pir tahlûke ne, hertim dikane belayekê bîne serê meriv.

Qatilan wisa bawer dikir û ewê tim wiha be, kesê nikanebe hesab ji wan bipirse.
Lê dinya hat guhertin.

Bi dozên Ergenekonê û yên din ra ji van qetil û cînayetan hinek derketin û hin însan dest bi axaftinê dikin.

Û dema kesên weke Kozînoglu bipeyivin jî serî dihere digihîje serok û giregirên dewletê yên herî mezin.

Hemû kesên ku li Tikriyê di van 30 salên dawî da bûne serokkomar, serokwezîr, serokerkan, serokên MIT-ê, serfermdarên artêşê û hemû wezîrên karên hundur berpirsiyar û sûcdarên bi sedan qetil û cînayetan in, bi biryar û emrên li însanan îşkence hatiye kirin, bi biryar û emrê wan bi hezaran kurd hatine kuştin.

Kozînoglu jî kadirekî girîng yê vê sîstema çeteyê bû.

Kozînoglu merivekî pir girîng bû, li der û hundur gelek wezîfeyên girîng girtibû ser milên xwe û di mesela kurd û “terorê” da jî pisporekî dewletê bû.

Loma jî wî gelek tişt dizanîbû û hatibû nuxteya bipeyive. Loma jî zû îşê wî qedandin, nehîştin bipeyive.
Dewleta tirk ji bo ku sûcên xwe veşêre zarokên xwe dixwe....

  XXX

Dadgeha Cezayê Giran ya 12-an ya Enqereyê biryar daye ku herdu hevserokên KCD-ê
Ahmet Turk û Aysel Tugluk bi zorê bînin dadgehê.

Ahmet Turk û Aysel Tugluk herdu jî bi îdîeya ku wan "propagandaya rêxitsina terorê kiriye" tên îtham kirin.

Ji bo ku kurdan bindest bihêlin û nehêlin kes li dijî vê bindestiyê derkeve ev ”qanûna li dijî terorê” derxistine. Û hukûmeta AKP-ê jî Xwedê heye vê qanûnê(!) baş bikar tîne.
Hukûmeta AKP-ê mafê jiyanê nade kurdên ne AKP-yî. Hedefa Erdogan ew e ku li derva kurd û siyasetmedarên ne AKP-yî nemînin, hemû ya werin girtin ya jî werin kuştin…

Loma jî bi kelemçeyê birina Ahmet Turk û Aysel Tuglukê nîna ye, tirnîna hîn li dû ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar