19 oktober 2011

Yên herin şerê xelkê ewê werin kuştin jî

Min bi xwe ji tirkan qet tiştik jî fêm nekir.


Ev serê du mehan e ku Erdogan û Gul xwe li şer radikşînin, bi ser kurdan da biprre birra wan wan e, dibêjin emê Qendîlê paqij bikin û ha paqij bikin.

Û ji bo "paqijkirina Qendîlê jî rojê bi tonan bombe bi ser çiyayên Kurdistanê dibarînin.

Ji bo ku Tikriye xwedî artêş, tank, top û balafir e li kurdan çavsorî û stûriyê dike, dibê gerek hûn teslîm bibin.
Lê kurd jî vê zulmê qebûl nakin û li gorî qeweta xwe şerê xwe dikin.

Û dema di vî şerî da leşkerên wan tên kuştin îcar weke milet dikin gazî û hawar, qiyametê radikin, êrîşê dibin ser kurdan, dibêjin ji bo çi hûn me dikijin?


Baş e, dibê gerîla çi bike?


Qey gerîla li serê wan çiyan ewê sînga xwe ji guleyên tirkan ra bikin nîşangeh û bibêjin kerem bikin, me bikujin, qetla me li we helal e?


Gul efendî, yên ku mafê kurdan nadin hûn in, yên şer dixwazin hûn in, yên bi dehhezaran leşker dişînin ser kurdan jî hûn in.
De îcar ev qîjewîja we ji bo çi ye?


Ev şer e, ya hûnê bikujin ya jî hûnê werin kuştin.


Dema hûn hatin kuştin dibê weke xelk û alemê hûn cenazeyên xwe bi sergiranî rakin û zêde nekin qîjewîj û kurdan tehdît nekin.


Na heger hûn naxwazin zarokên we werin kuştin, wê demê leşkerên xwe neşînin ser xelkê, li kuştina xelkê negerin.
Tercîh ya we ye.


Emerîkî û Ewrûpî jî di şer da li vir û li wir tên kuştin, min qet rojekê nedît miletê emerîkî weke we bike gazî û hawar û êrîşê bibin ser afganiyan û misilmanan.


Leşkerên Îranê jî her roj ji teref PJAK-ê ve tên kuştin, min qet rojekê jî nedît ku Îran û gelê Îranê weke we hewqas bikin qîjeqîj û êrîşê bibin ser kurdên siwîl.


Hûn şer dixwazin lê di şer da jî hûn ne xercê xwe ne. Di şer da jî di siyasetê da jî hûn meriv bi xwe ra dihetikînin.

 Hûn bi îradeya xwe ya azd çûne şerên kurdan, wê gavê weke mêran şerê xwe bikin û dengê xwe dernexin. Gav û saetê li ber ekranên telewîzyonan şovê nekin, malbatên leşkeran dernexin telewîzyonan û hestên însanan îstîsmar nekin.


Hegr hûn tehamulî mirinê û êşê nakin, wê demê neçin şer û vê meselê bi riya siyasetê hel bikin. Heta nuha we gelek caran xwe ceriband, lê kurdan tim hûn poşman kir, hûn dizanin ku hûn nikanin şerê gerîla bikin, bi teknîk, hejmar û sîlehên xwe zêde nefirin.

Piştî 27 sal tecrûbe dibê hûn vê rastiyê qebûl bikin, hûn nikanin kurdan teslîm bigrin.

Guh nedin xelkê, Emerîka û Ewrûpa ji bo çekên xwe bifroşin destên xwe li pişta we dixin û we pîj dikin.

Weke hertim Gul îcar jî ji bo ”întîqamê” sond xwar, got ”ewê întîqama me pir mezin be”!


Ê em çi bikin Gul efendî, rica ji mirinê nabe, hema çi ji destê we tê bikin. Ji ber ku bi rica û libergerê êdî mû bi serê zimanê kurdan ve hat lê hûn qebûl nakin, hûn bûne êsîrê  hêza xwe ya leşkerî û îdeolojiya xwe ya nîjadprest.

 Bîguman şer xerab e, ji bo herdu aliyan jî malwêranîye. Lê yê şerxwaz hûn in, hûn di şer da israr dikin. Û dema hûn şer dikin jî nekin bahje bahj û şerê xwe bidomînin.

Ya jî mafê kurdan yên netewî bidin û şer rawestînin.


Ya rast ev e. Tercîh ya we ye, hûn biryara xwe bidin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar