21 oktober 2011

Kurd û tirk hew dikanin bi hev ra bijîn

Di kovara Turk Solu, di nivîseke derbarê aboriyê da ev temiya jêr li tirkan tê kirin:
”Tirkîtî li her derê tê pelixandin û dixwazin tune bikin. Ji ber vê yekê jî dibê em li tirkîtiyê û li tirkan xwedî derkevin. Dibê em li tu derê bêyî tirkî zimanekî din bikar neynin û dibê em tawîzê nedin yên bi kar tînin . Dibê em li muzîka tirkî guhdarî bikin, xwrinên tirkan bixwin. Li pêşberî her kesê ku ji xwe ra dibêje ez tir kim wezîfeya herî acîl ya milî û şeoreşger ev e. Dibê em kirîn û firotina xwe ji tirkan bikin, ji bo perê me neçe ji PKK-ê ra."
Ez bawer dikim ku ne tenê çend kesên li dora vê kovarê wiha difikirin, piraniya tirkan wiha difikirin û di praktîkê da jî wiha dikin.

Ji bo ku ji Ocalan ra gotiye ”birêz” ya jî xeberek li ser PKK-ê nivîsîye heta nuha bi sedan carî rojnameya Azadiya Welat û rojnameyên din yên kurdan hatine girtin û bi sedan sal ceza dane nivîskarên van rojnameyan.

Lê ev çend sal in ku ev kovar li dijî kurdan weşaneke pir provakatîf, tahrîkar û mişt heqaret dike, lê dewletê rojekê jî ev kovar negertiye û nivîskarên wê ceza nekirine.

Maneya xwe dewlet û hukûmet dixwazin ev dîtin di nava tirkan da belav bibe.

Mesela piştî bûyera Çelê dîsa li hemû bajarên tirkan û li hin bajarên Kurdistanê(weke Erzeromê) ku tirk û hêzên nîjadperst û faşîst lê xurt in, meş û protestoyên lînckirinê li dar xistin.

Li Erzeromê bi hezaran tirk û kesên faşîst xwestin êrîşê bibin ser taxa kurdan û qetlîameke weke ya Maraşê çêbikin.

Heta ne li Tirkiyê tenê, li Qebrisê û li seranserê Ewrûpayê jî piştî kuştina her leşkerekî eynî êrîşan organîze dikin û li vir û li wir kurdan tacîz û nerehet dikin.


Terora dewletê, êrîşên milet û weşana medya tirk nîşan dide ku şertê me û tirkan ya jiyaneke bi hev ra nemaye. Dibê em doza veqetandinê bikin û ku ji destê me bê dibê em veqetin.

Dewletê, hukûmetê, miletê tirk, çapemeniyê û axaftin û heqaret û tehdîdên Erdogan yên rojanane jiyan li kurdan kiriye zindan, psîkolojiya piraniya însanên kurd xera bûye.

Êdî kurd li derve, di otoboz û trênan da newêrin bi hev ra bi kurdî bipeyivin, newêrin di telefonê da bi kurdî bersîvê bidin yê hember.

 Bi kurtî weke milet em di destê tirkan da êsîr in, muameleya êsîran bi me ra dikin. Dewlet, hukûmet, pûlis, artêş û weke milet hebû jî bi çavê neyar li me dinêrin û zulmeke nedîtî li me dikin.

Tirkan, ev welat bi van taktîkên tacîzkirinê, tirsandinê û terorîzekirina însanan kirin welatê xwe, xwedî û nişteciyên van bajaran bi çolan xistin û ji Balkanan qereçî û mahcir anîn di dewsa wan da bicîkirin.

Dewlet û hukûmeta AKP-ê vê taktîkê îro li hemberî kurdan jî dimeşîne. Meş û protestoyên lînckirinê hemû jî bi xweşbînî û organîzekirina siyasetmedar û hêzên ewlekariyê dibin.

Bêyî xweşbînî û destûra wan, ne minkûn e ku civat bikanibe vê zulmê û çavsoriyê li kurdan bike.

Di hemû zanîngehan da xwendevanên kurd mirina xwe digrin çavên xwe û diçin meketeban. Di zanîngehan da ji ber terora îdareyê, pûlis û hêzên faşîst yên organîzekirî xwendevanên kurd êdî newêrin herin mektebên xwe û gelekên wan dev ji xwendinê berdidin.

Ji ber vê terora piralî psîkolojiya gelek xwendevanên kurd xera bûye.

Lê dewlet li hemberî vê zulmê tu tedbîrê nagire, bilakîs tahrîk û berfirehtir dike.

Netîce,bi dîtina min, em û tirk êdî nikanin bi hev ra bijîn, asas û bingehê jiyaneke bi hev ra ji alî dewletê û miletê tirk va ji ortê hatiye rakirin.

Rastî ev e, heger em bikanibin dibê em veqetin û dewleta xwe ava bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar