15 september 2011

Tirk xwe giran dikin lê çareserî nêz e

Ev du meh in hukûmeta AKP-ê şûrê xwe li ser serê kurdan li ba dike û kurdan bi îşxala Kurdistana başûr û êrîşa ser Qendîlê tehdît dike.


Erdogan û wezîrên wî dibêjin, ji bo qedandina ”terorê” Tirkiye ewê têkeve Kurdistana başûr û ewê Qendîlê ji ”terorîstan” paqij bikin.


Ji bo ”tirsandina” kurdan, serokwezîr û wezîrên wî di derbarê êrîşa ser Qendîlê da beyanê li ser beyanê didin, gefan li kurdan dixwin û dibêjin destpêkirina operasyonên derî sînor êdî mesele saetan e, êrîş hergav dikane dest pê bike.


Bi van tehdît û propaganedeyên xwe di nava civatê da heyecaneke mezin peydakirine, çapemeniya tirk bi heyecaneke mezin li bende êrîşa Tirkiyêye.


Lê newêrin dest bi êrîşê bikin. Çimkî berê sîleya gerîlla xwarine, loma jî naxwazin careke din jî rezîl û riswa bibin.


Ji bo êrîşê dibê alîkariyê ji Îranê (yanî Îran jî bi wan ra têkeve şer)  piştgiryê ji Emerîka û destûrê jî ji hukûmeta Kurdistana Federe bigrin.


Heta ku van alîkariyan negrin, erê ewê tim xwe gijomijo bikin, tim şûrê xwe li bakin, lê blof e, tehdîdên vala ne, nikanin bajon ser gerîlla.


Ev aliyekî meselê ye.


Lê li alî din jî bi belavbûna kasêta hevdîtinên nûnerên dewletê û PKK-ê derket ortê ku hukûmet bi KK-ê ra rûdine û pê ra hevdîtinên çareseriyê dike.


Ê îcar madem ku wiha ye, wê demê ev xwerakişandina li şer çi ye?


Xwedêgiravî ji bo kuştina Karasû dikin bi dehhezaran leşker bişînin ser Qendîlê, lê derdikeve ortê ku li Osloyê bi Karasû ra rûdinin û pê ra muzakereyên çareseriyê dikin.


Yanî hukûmet siyaseteke durû û sextekar dimeşîne, di bin ra bi PKK-ê ra rûdinin, eşkere jî êrîş dikinê.


Bi sedan siyasetmedarên kurd ji bo ku bi telefonê bi Karasû ya jî endamekî PKK-ê û KCK-ê ra peyivîne ev du sal in di zindanê da ne, lê ew bi xwe li Qendîlê, li Osloyê Kalkan û Karasû ra rûdinin û xoşbêş dikin.


Fêmkirina vê şêla hukûmetê zahmet e.


Herçî mesela kasêtê ye ne hukûmetê û ne jî PKK-ê heta nuha ev hevdîtin red nekirin.


Heta Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek îro hevdîtin zimnen qebûl kir û got, ”çi lazim be dewlet wê dike.”


Li ser pirsên rojnamevanan Çîçek got:


”Koma Tirkiyê û dezgehên dewletê çi pêwîst be wê dikin. Dibê meriv wiha li meselê binêre. Li hemberî vê belayê dewletên din, Îngiltere û Îspanya çi dikin dezgehên Komra Tirkiyê jî eynî tiştî dikin.”


Çîçek, bi van gotinên xwe hevdîtinan qebûl dike. Lê gotina ”çi lazim be dewlet wê dike” hinekî manîdar e.


Gelo Çîçek, viya di maneya xapandinê da ya jî di maneya feydegirtina ji tecrûbeyên dewletên da dibêje pir ne zelal e.


Lê çi be jî ev hevdîtin pêşketineke û gaveke baş e, bi kêmanî dewlet hatiye nuxteya  axaftinê. Ev gelkî girîng e.ç


Lê helbet muxatabên kurdan ne rast in, dibê kurd ne bi MÎT-ê ra, bi nûnerên dewlet û hukûmetê yên siyasî ra rûnin.


Ev bûyer jî nîşan dide ku hukûmeta AKP-ê bi tehdîdên şer bi kurdan ra bazarekê dike…

Lê bîyî axaftinê û qebûlkirina çareseriyeke siyasî tu riyeke din li ber wan nemaye, ew mecbûr in bi kurdan ra rûnin û mafê kurdan qebûl bikin.
Dawiya her cengê lihevhatine.
                                                                      ***
*Ji bo ku careke din jî neheqî li mazlûman nebe, dibê zalim û zulumkar tu carî neyên efûkirin.

*Jiyaneke bêarmac weke birinca rijî û bêxwê, bêtahm û bêlezet e.

*Dil tirsonek be jiyan weke xewneke bi xof e...

*Tirk, bi rengekî pir intensîv hewil didin ku baweriya kurdan ya bi azadiyê û serxwebûnê bişkînin. Hemû bomberdûman û şerê psîkolojîk yê ku bi şiklekî bênabên tê meşandin ji bo vê yekê ye.
Dixwazin kurdan bêhêvî bikin.
Sîleha kurdan ya herî mezin hêvî û baweriya bi azadî û serxwebûnê ye. Dibê ev hêvî û bawerî îro xurttir û zêdetir bibe. Em li ber deriyê azadiyê ne, dibê em dahf bidin û têkevin hundur.

*Jiyan tiştekî pir xerîb e, meriv di zaroktî û xortaniya da fêr dibe, di kalîtiyê fêm dike û di kokimiyê da jî ji bîr dike. Di xortaniyê da bi heskê belav dike û di kalîtiyê da jî bi kevçî kom dike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar