05 september 2011

Serpêhatiya gur û mîhîyê

Dema êlê ji zozanan bar kir mîheke kulek li dewsa waran ma.

Piştî demekê kûçikek jî hat gihîşt mîhê. Herdu bûn hevalên hev û wexteke dûr û dirêj bi hev ra borandin.
Di nav çayir û çîmenên zozanan da mîhî bi kêfa dilê xwe diçêriya û roj bi roj qelaw dibû.
Rojekê mihî dîsa di çêriya bala xwe dayê wa ye gurek ji hember da tê.


Gur hat ba mîhê û bi hêrs ji mîhê ra got:
– Deynekî bavê min li bavê te heye, tu çima deynê bavê xwe nadî ?


Mîhî matmayî ma. Herçiqas got, deynê çi halê çi, lê pere nekir.
Gur got:


– Ya tu yê nuha deynê bavê xwe bidî ya jî ezê te bixum!


Mîhê dît ku çare tuneye, lema jî got:


– Baş e, şahidê te heye ?
Gur got:
– Erê şahidê min heye. şahidê min rûvî ye. Mîhiya reben ji mecbûrî şahidiya rûvî qebûl kir.
Dû ra jî li hev kirin ku dibê gur here şahidê xwe bîne.
Piştî ku gur çû, mîhîyê jî rabû raste rast çû ba kûçik û mesele ji serî heta dawî jê ra got.
Mîhê got, gur hatiye dibêje deynê bavê min li bavê te heye, ku tu nedî ezê te bixum. Ji bo ku ez xwe ji destê wî xelas bikim, me li hev kir ku here şahidê xwe bîne. Û şahidê wî jî rûvî ye. Çû şahidê xwe bîne.


Kûçik keniya û ji mîhê ra got, rabe li wî hemberî Çahlekê(kortekê) ji min ra bikole. Ezê têkevim çahlê. Û ji bo ku ez xuya nekim hinik pûş û pelaş bavêje ji ser min da.
Dema gur û rûvî hatin, tu yê ji wan ra bibêjî, ez şahidiya rûvî tenê qebûl nakim, dibê hûn bi vê ziyareta
han jî sond bixwun.


Mîhê got baş e.


Demek derbas bû gur û rûvî hatin. Gur got:


– Vaye min şahidê xwe anî.


Mîhê got:


– Baş e, lê ez şahidiya rûvî tenê qebûl nakim, dibê hûn bi vê ziyareta han sond jî bixwun.


Gur ji rûvî ra got, rûvî here sond bixwe.


Dema rûvî çû ku sond bixwe, dît ku wa ye çavên kûçik di bin gîhê, pûş û pelaş da diçirisin. Rûvî ji tirsa qutufî, di cî da bi paş da vegeriya, ji gur ra got:


– Heyran, ez şahid im, sonda pêşî li min nakeve.


Xwediyê heq tu yî, lema jî dibê tu berê sond bixwî, dû ra ez.


Gur ji kemîna li pêş xwe bê hay bû, dema herdu nigên xwe dan ser gîhê ku sond bixwe, kûçik hema xwe çind kirê û xirpişî ser. Bi destpêkirina şer ra rûvî yek nekir didu û reviya. Gur jî dû ra heta xwe ji nav lepên kûçik xelas kir hal tê nema. Ew jî reviya.


Û bi vî hawî mîhî jî ji bela gur û deynê bavê xwe xelas bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar