06 september 2011

Cotkar û gur

Dibêjin rojekê nêçîrvanan cîh li gurekî teng kiribûn, dikira bikuştana.
Gurê feqîr bi vî alî û wî alî da direviya, lê dikir nedikir, nikanîbû şop li ser xwe wenda bikira.

Di wê kefteleta revê da ji nişkave rastî cotkarekî hat.

Cotkar çewalek di dest da bû û diçû ser erdê xwe. Gur ji hewla ruh riya cotkêr birî û bi berger ji cotkêr ra got:

– Birayê cotkar, ez ketime bextê te û Xwedê tu yê alîkariya min bikî. Çend nêçîrvan li dû min in, heger min bigrin ewê min bikujin. Ji vêsê da ye ez ji ber wan direvim, lê ji dû min venaqetin, êdî ez ji hêz û taqet da ketime. Ku tu çêyiyekê bin bikî û min veşerî ezê heta û heta şêkirdarê te bim.

Li ser van gotin û lavayên gur, cotkar hinekî fikirî, lê dû ra got baş e, hema devê çewalê di destê xwe da vekir û ji gur ra got were têkevê vî çewalî.

Gur, pêşniyara cotkêr bi dilşadî qebûl kir û zû zûka xwe bera çewêl da.

Piştî ku gur ket çewêl, cotkêr rabû devê çewalê xwe girê da û avêt ji pişta xwe da û dîsa riya xwe domand.

Pir çû hindik çû, rastî nêçîrvanan hat. Nîçîrvanan jê pirsîn, gotin:

– Bira, ma te li van der û doran tu gur nedît?

Cotkêr got na:

– Tu gur bi ber çavên min neketine.

Li ser vê bersîva cotkêr, nêçîrvanan riya xwe domandin, çûn.

Piştî ku nêçîrvan ji wir bi dûr ketin, cokêr devê

çewalê xwe vekir, gur ji çewêl derxist. Gur bi kêfxweşî ji cotkêr ra got:

– Mala te ava bira, te qenciyeke pir mezin bi min kir, ezê tu carî vê qenciya te ji bîr nekim.

Cotkêr got, ”mala te jî ava” û riya xwe domand.
Cotkêr çer pişta xwe bi gur da kir û bi rê ket, gur bi dengekî bilind bang kirê û got:

– Rawest e! Ev du roj in tiştek bi devê min nebûye, ez pir birçî me. Û ji ber ku ji ber nîçîrvanan ez gelkî reviyam, lema jî ez ji hêz û taqet da ketime. Ji bo ku ez hinekî werim ser xwe, dibê ez tiştekî bixum. Û wek tu dibînî, li vir jî bêyî te tiştekî xwarinê tuneye. Gerek ez te bixum.

Cotkar li hember van gotinên gur matmayî ma, got:

– Tu çawa dikanî vê bêbextiyê bi min ra bikî, ma ne min tu ji mirinê xelas kir?

Gur keniya, got:

– Qencî zû tê jibîrkirin. Ji bo ku ez zikê xwe têr bikim, dibê ez qenciya te ji bîr bikim.

Cotkar merivekî jîr û zana bû, xwe netertiland, ket gewriya gur, got tu nikanî vê bêbextiyê bi min ra bikî.

Xiran kaşan, tu nikanî, ez kanim, axir dawiya dawî biryar dan mesela xwe bibin ba şerîeta sê kesan, hela ka ew çi dibêjin?

Pir çûn hindik çûn, li mêrgekê rastî mehîneke(hespeke) piştkurmî hatin. Meseleya xwe ji mihînê ra gotin. Mehînê

got:

– Bextê çi halê çi? Min bi salan ji xwediyê xwe ra kar û xizmet kir, min jê ra bi şev û roj cot kir û erebe kişand. Ev jî ne bes bû, di ser da her roj li min suyar dihat, min bi salan ew li ser pişta xwe gerand. Lê dîsa jî pere nekir, roja ku ez ji hêz da ketim û êdî kar ji min nehat, rabû ez bera van çol  û çepelan dam. Loma jî dibê gunehê te pê neyê û wî bixwe.

Cotkêr got baş e, lê dibê em herin ji yekî din jî bipirsin. Çimkî soza me sisê bû.
Dîsa ketin rê, pir çûn hindik çûn, îcar rastî kûçikekî hatin. Meseleya xwe ji kûçik ra jî vekirin, gotin hal û meseleya me ev e. Piştî ku kûçik li cotkêr û li gur guhdarî kir, got:

– Xwediyê min merivekî zalim bû, min çuqasî xizmet jê ra dikir jî bê feyde bû, tim bi min da dixeyidî û heqaret li min dikir, li min dixist. Min bi salan mal û pezê wî ji dizan, ji gur û hirçan parast, lê pere nekir, her roj miheqeq sebebek, maneyek didît û li min dixist.

Û roja ez ji hêz da ketim û êdî wek berê kar ji min nehat, rabû ez bera van çolan dam. Lema jî însan bêbext e, dibê gunehê te pê neyê, xwarin heqê te ye.

Gur got:

– Tu dibînî, va ye kûçik jî heq dide min. Êdî dibê ez te bixum.

Cotkêr got:

– Qewlê me sisê bû, lema jî dibê em ji yê sisiyan jî bipirsin.

Dîsa ketin rê, pir çûn hindik çûn, îcar rastî rûviyekî hatin. Meseleya xwe, ji serî heta dawî ji rûvî ra jî gotin.

Ji ber ku rûvî pir ji destê guran kişandibû, lema jî qet jê hez nedikir. Dema dît ku bi saya vê qazîtiya xwe ewê bikanibe heyfekê ji gur bigre gelkî kêfxweş bû, got:

– Min her tişt fêm kir, lê min fêm nekir tu çawa ketî vî çewalî?

Gur çîrok dubare kir. Lê rûvî xwe li xamiyê danî, got:

– Heyran, heta ez bi çavê serê xwe nebînim, ez ne bawer dikim û ne jî kanim biryareke adil bidim.

Ji bo ku ez biryareke rast û adil bidim, dibê bûyer çawa bûye ez ji nuh va bibînim.

Gur bi van gotinên rûvî xapiya û daxwaza rûvî qebûl kir.

Rûvî ji cotkêr ra got:
- Çewêl deyne, bira gur têkevê.

Cotkêr nêta rûvî fêm kir, çewal danî û gur ketê. Piştî ku gur ket çewêl, rûvî got:
- Devê çewîl girê bide.
Cotkêr tavilê devê çewêl girê da.
Rûvî jê ra got:
-De êdî destê te ji te ra, tu çi dikî tu zanî.
Cotkar bi kevir û daran bi gur ket, ew temam kir.

Piştî ku karê xwe bi gur ra temam kir, ji rûvî ra got, mala te ava, te ez ji mirinê xelas kirim û ezê vê çêyiya te tu carî ji bîr nekim.

Cotkar dû ra vegeriya ser gurê mirî yê di çewêl da û jê ra got:
– Guro, dawiya bêbextî û xerabiyê tim wiha ye, tu tiştek ji qenciyê baştir tuneye...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar