Şevekê kêfa kerê henşerî pir li cî bû, di nava daristanê da ji kêfa da cirîd û lotikan û heta jê hat ziriya û ziriya. Heta destê sibê wer da lotikan û ziriya, nehîşt li daristanê xew bi çavê tu heywanî bibe.
Keftar ji vê zirîna kerê henşerî pir aciz bû, ji ber ku heta sibê xew bi çavê wî nebûbû. Çimkî zirînê di nava daristanê da olaneke wer dida, ne mimkûn bû ku kes bikanîbûya raketa…
Roja din bi berbanga sibê ra keftar hinekî bi hêrs çû ba kerê henşerî û jê ra got:
-Birakê ker, hela carê bala xwe bide min, ma te xêr e, tu xwe çi dihesibînî? Tu çawa kanî xewê li her kesî biherimînî?
Mafekî te yê wiha tuneye. Dibê tu baş bizanibî ku li vê daristanê tu ji me kesî ne mezintir î. Tu ne cin î ku dilê te çi bixwaze tu bikanibî bikî.
Kerê henşerî got:
-Erê, ez cin im.
Keftar bi dengekî matmayî got:
-Rast tu cin î?
Kerê henşerî dîsa got:
-Ez rast dibêjim, bi rastî jî ez cin im.
Li ser vê bersîva kerê henşerî, keftar got:
-Ê heger bi rastî tu cin î, wê demê baranê bibarîne ez te bibînim.
Kerê henşerî hema di cî da bel kir(mîzt) û got:
-Binêre, wa ye baran barî !
Keftêr got:
-Ê piştî ku tu kanî baranî bibarînî, wê demê wisa bike ku bira gurrîn jî bi tavan keve, bira bibe gurre gurra tavan jî.…
Kerê henşerî got, helbet ez kanim û heta jê hat, kir firre firr û hirre hirr, dengekî weke gurrîna tavan derxist. Û dûra jî got:
-Dengê tavan hat te?
Keftarê feqîr hustuyê xwe xwar kir û got:
-Rast e, deng hat min. Ê piştî ku tu cin î û tu kanî baranê bibarînî û gurrînê bi tavan xî, wê demê wisa bike bira birûsk jî vedin. Ya na ez ji te bawer nakim.
Kerê henşerî got:
-Helbet ez kanim.
Keftar got:
-Ê heger tu kanî wê demê nîşanî min bide, ez ji te bawer bikim. Heta tu nîşan nedî ez ji te bawer nakim.
Kerê henşerî got:
-Ê wê çaxê dibê tu herî xwe bidî paş min û baş bi nigê min bigrî, ezê nîşanî te bidim birûsk çawa vedide, lêdixe.
Keftar got baş e û çû xwe da pişt kerê henşerî û baş bi nigê wî girt. Keftar çer bi nigê wî girt, heta ji ker hat zîtikek baş avîtê. Zîtik hewqasî bi hêl bû, keftar firiye, çend hirinan bi hewa ket.
Dema ket erdê bîstekê xewirî ma. Dûra hat ser hişê xwe û bi dengekî lerizokî ji kerê henşerî ra got:
-Nuha min bawer kir ku tu cin î…
A dibêjin ji wê rojê û virda ye keftar ji keran pir ditirsin û newêrin xwe nêzî wan bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar