Koşaner di civînekê da li ser şerê artêşê û PKK-ê bi zabitan ra dipeyive û qala "nezanî, xeşîmî, zaaf, kepazatî û tirsonekiya" artêşê dike.
KLi alî din Koşaner dibêje, ”ew tu carî guh nadin agirbestan û ewê şerê xwe her bidomînin.”
Koşaner ji tirsonekî û neşerkariya zabit û leşkeran, lê bi taybetî jî ji ya zabitan pir gazinan dike û dibêje, ew “neperwerdekirîne”, xeşîm in û nizanin teknîka di destên xwe da bikar bînin.
Koşaner dibêje, teknîka herî modern di destê wan da heye lê ew nikanin bikar bînin, qumandar ne jîr û jêhatî ne, di şer da çekên xwe davêjin û ji kozikên xwe direvin.”
Koşanar, dû ra jî bi hêrs dibêje, ” yaho, 2 terorîst 30 leşkerên me dirivînin. Em diherin rezalet Ma tiştekî wiha qet dibe?.”
Koşaner dibêje, ”wan bi şiklekî bêkontrol herder mayin kirin, nuha jî nizanin kuder mayinkirîye û kuder jî nemayinkirîye.”
Koşaner, di axaftian xwe da tiştekî din ê girîng jî îfşa dike, dibêje, ”gelek caran merivên me bi mayinên me tên kuştin” û bi texmîna ku ”terorîst e, bera leşkerên xwe da ne û kuştine.”
Welhasil Koşaner artêşê pir rexne dike û dibêje ku leşkerên wan nikanin li hemberî PKK-ê şer bikin. Ji bo ku ew li hemberî PKK-ê şer bikin dibê ew baştir perwerde bibin, sewq û îdarê baştir bikin û teknîka di destê wan da jî baştir bikar bînin.
Gotineke heye, dibêjin ”dengê defê ji dûr ve xweş tê”, eynî ya artêşa tirk jî ev mesele ye.
Gava meriv li axaftina Koşaner guhdarî dike ya jî dixwîne, meriv dibîne, li gel hemû cîhaz û techîzatên modern dîsa jî di şerê li hemberî gerîlda da ne serkeftîne.
Axaftina Koşaner hinekî dirêj e û gelek tiştên girîng dibêje. Axaftin di gelek malperan da heye, dibê miheqeq were xwendin.
lê di axaftina Koşaner da tişrê herî girîng, ew tu carî guh nadin agirbestan û her şerê xwe didomînin.
Gelek herêmên Kurdistanê mayin kirine û xerîteya erdên mayinkirî di destê wan da tuneye û loma jî hemû erdên mayinkirî nas ankin. Û ji ber vê yekê jî gelek leşker bi matinên wan hatine kuştin.
Lê wek tê zanîn, heta nuha yek carî jî negotinku mayin ya wan e, tim avêtine hustuyê PKK-ê.
Ya din, hin caran ji tirsa, ”belkî gerîla” ye bera hevûdu dane û hevûdu kuştine…
Û dû ra jî gotine ”di şer da hat kuştin” û xistine hustuyê PKK-ê.
Yanî dema meriv li axaftinê guhdarî dike bi rastî jî halê wan rezaleteke mezin e, pir perşîşan in.
Tiştê wan li ser niga digre çek û teknîka modern ya şer û piraniya wan e. Bi xêra van sîlehên modern û vê teknînak herî dawî heta nuha kanîbûna şer bidomînin.
Ne xwe di warê jîrî, profesyonelî, fedekarê, bawerî û moral da sifir in. Di axaftina Koşaner da meriv vê yekê baş dibîne.
Ya din, gelo kê, ji bo çi û çima nuha ev kasêta Koşaner weşand?
Bi weşandina vê kasêtê kî dixwaze çi bike û çi bidest xe?
Di rojên pêş da ev yek jî ewê hinekî zelal bibe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar