21 mars 2011

Meraqa tajî

Dibêjin rojekê mêrikê nêçîrvan(seydvan) wek her tim rabû çû nêçîrê. Piştî hinek ger, ji nişka ve kêrguyek(korgîyek) ji ber wî rabû. Bi bazdana kêrgu ra nêçîrvan tajiyê xwe bera ser piştê da.

Ha li vir, ha li wir, lê bê feyde bû, tajî nikanîbû bi teqala kêrgu keta.
Demeke dûr û dirêj hevdu gerandin, lê dawiya dawî bîn (bêhn) li tajî çikiya û dev ji kêrgu berda û destvala vegeriya ba xwediyê xwe.

Lê ev beza kêrgu jê ra bû meraq. Wê şevê xew neket çavên wî, ji xwe ra digot, lawo çawa ez tajî bim û nikanibim kêrguyekî bi qasî lepekî bigrim?

Dikir nedikir sebebê ev beza kêrgu fêm nedikir. Heta wê rojê kêrguyekî hewqasî beza nedîtibû.
Roja din serê sibehê zû, tajî îcar bê xwediyê xwe, bi tenê çû. Çimkî negirtina kêrgu jê ra bûbû derd, pê gelkî zor dihat.

Vir da geriya, wê da geriya, axirê dawiya dawî di nava daristanekê da rastî kêrgu hat...

Kêrgu wek roja berê dîsa da çindika û baz da. Tajî jî da ser piştê, dîsa ha li vir, ha li wir, lê piştî çend deqîqeyan tajî ew girt.

Û bi bêsebriyeke mezin jê ra got:
-Birakê kêrgu, ez ji te meztir û bezatir im, lê do min kir û nekir min nikanîbû tu bigirta, îcar îro min tu zû girt. Tu kanî ji min ra sebebê vê yekê bibêjî ?
Kêrgu got:

-Sebeb pir hêsa ye. Ji ber ku do te ne ji bo xwe, ji bo xelkê baz dida û min jî ji bo xwe baz dida. Lema jî te nikanîbû ez bigirtama.
Lê îro te ji bo xwe baz da, lema jî ez ji ber te xelas nebûm, te ez zû girtim.


Tajî dengê dernexis, kêrgu berda û berê xwe da malê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar