07 mars 2011

Kêz Xatûn

Dibêjin hebû tunebû, kêzikeke pir xweşik hebû. Ji ber ku kêzikeka hewqasî xweşik û rindik bû, jê ra digotin Kêz Xatûn.
Kêz Xatûnê rojekê biryar da here ji xwe ra mêrekî bibîne û pê ra bizewice. Rabû ji rêxê ji xwe ra şimikek çêkir, kir nigên xwe û ji mal bi rê ket.
Pir çû, hindik çû, rastî şivanekî hat.
Şivên got:
- Kêzê kêzê, Kêz Xatûnê
Tu bi şimika reqreqûnê
Ma tu wiha bi ku da diçî?
Kêz Xatûnê got:
- Ez ji tenêtiyê aciz bûme, ji xwe ra li mêrekî digerim.
Şivên got:
- Ez jî azib im û ji xwe ra li jinekê digerim. Ma tu min nakî?
Kêz Xatûnê got:
- Heger ez te bikim, tu yê bi çi li min xî?
Şivên mişragê (çoyê) destê xwe nîşan da, got:
- Ezê bi vî mişragê xwe li te xim.
Dema şivên got, ezê bi vî mişragê destê xwe li te xim, Kêz Xatûn pir tirsiya, got:
- Na bavo, wê gavê ez bi te ra nazewicim. Tu yê bi wî mişragê xwe min bikujî!
Kêz Xatûn ji şivên qetiya, riya xwe domand, pir çû, hindik çû, rastî cotkarekî hat.
Cotkêr got:
- Kêzê kêzê, Kêz Xatûnê
Tu bi şimika reqreqûnê
Ma tu wiha bi ku da diçî?
Kêz Xatûnê got:
- Ez ji xwe ra li mêrekî digerim. Heger ez mêrekî çê bibînim ezê pê ra bizewicim û ji xwe ra rehet bikim.
Cotkêr got:
- Wele ez jî azib im û ji xwe ra li jinekê digerim. Heger tu min bikî ezê bi te ra bizewicim.
Kêz Xatûnê got:
- Erê ez te dikim. Lê dema ez te bikim, tu yê bi çi li min xî?
Cotkêr misasa destê xwe nîşan da, got:
- Ezê bi vê misasa xwe li te xim.
- Kêz Xatûn gelkî tirsiya, got:
- De wê de here ! Wê gavê ez te nakim. Bi wê misasa xwe tu yê min bikujî!
Kêzê riya xwe dewam kir. Pir çû, hindikçû, rastî gavanekî hat.
Gêvên got:
Kêzê kêzê, Kêz Xatûnê
Tu bi şimika reqreqûnê
Ma tu wiha bi ku da diherî?
Kêz Xatûnê got:
- Wele ez ji xwe ra li mêrekî digerim. Ku yekî têkeve serê min bibînim, ezê pê ra bizewicim.
Gêvên got:
Hema ji min çêtir mêr tuneye. Heger tu min bikî, ezê bi te ra bizewicim.
Kêz Xatûnê got:
- Ez te dikim, lê dema min tu kir û rojekê me pevçinî, tu yê bi çi li min xî?
Gêvên got:
- Ezê bi vê şiva xwe ya gavaniyê li te xim.
Kêz Xatûnê got:
- Na bavo, wê demê ez te jî nakim, bi wê şiva xwe tu yê min bikujî.
Kêz Xatûnê dîsa riya xwe domand, pir çû, hindik çû, bi rê da rastî mişkekî hat.
Mişko got:
- Kêzê kêzê, Kêz Xatûnê
Tu bi şimika reqreqûnê
Ma tu wiha bi ku da diçî?
Kêz Xatûnê got:
- Ez ji xwe ra li mêrekî digerim, ku mêrekî têkeve serê min rastî min were, ezê pê ra bizewicim.
Mişko got:
- Hema mêrê tu lê digerî ez bi xwe me!. Ez jî azib im û li xatûneke weke te digerim. Heger tu min bikî, min qebûl e.
Kêz Xatûnê got:
- Heger ez te bikim, tu yê bi çi li min xî?
Mişko got:
- Ezê bi vê dêla xwe ya nermik li te xim, ji bo ku tu pê neêşî.
Kêzê bala xwe dayê dêla mişko nermik e, ku rojekê bi dêla xwe lêxe jî ewê zêde pê neêşe. Lema jî got baş e, ez te dikim.
Piştî vê biryarê Kêz Xatûn û Mişko rabûn çûn ba mele û mahra xwe birrîn, dûra jî heft roj û heft şevan daweta xwe çêkirin û gihîştin miradê xwe û bi hev şa bûn.
Piştî çend rojên bûkaniyê, roja wan ya şuyê (beravê) hat, divê Kêz Xatûn bibûya keraşo û kincên xwe û Mişko bişuştana.
Kêz Xatûnê got:
- Mişko, de rabe tu jî alî min bike, em herin ber avekê kincên xwe bişon.
Rabûn kincên xwe yên qilêrî û sîtila beravê dan ser milên xwe, Kêz Xatûnê şimika xwe ya reqreqûnê kir nigê xwe û ji malê derketin. Çûn, çûn rastî çemekî hatin. Mişko got:
- Kêz Xatûn, vira baş e, were em li ber vî çemî agirê xwe dadin û kincên xwe bişon, berava xwe bikin.
- Kêz Xatûnê got:
- Na, vira nabe, ava vî çemî pir e, humehum û hîbehîb ji avê tê. Xwedê neke ku nigê min bişemite, ezê ser serî tê wer bim û di ber avê herim. Lema jî vira gelkî talûke ye, ez kincên xwe li vir naşom.
Mişko got:
- Wê gavê em herin ber aveke din.
Çûn, çûn, rastî bestekê hatin. Mişko got:
- Kêz Xatûn, de ka were em li ber vê bestê kincên xwe bişon.
Kêz Xatûnê dîsa got:
- Na, ava vê bestê pir bi şîp tê. Qeraxên wê jî pir kaş e, ez kanim bişemitim û tê wer bim û di ber avê herim.
Mişko got:
- Wê gavê em herin ber aveke din.
Çûn, çûn bi rê da rastî şûna simê gayekî hatin. Rojek berê baran barî bû, erd bûbû çamûr, şûna simê gê (ga) kort mabû, ava baranê tê da civiyabû, bûbû wek goleke biçûk.
Kêz Xatûnê got:
- Mişko, ava vê golê li gor berava me ye. Ezê sîtilê bidim ser, tu jî herî hinek qirş û qal berhev bike û bîne, emê êgir dadin, ava xwe bidin ser û şuya xwe bikin.
Mişko çû hinek qirş û qal anî. Sîtila xwe dan ser kuçik û agirê xwe dadan. Hîn ew li benda germbûna avê bûn, ji gundekî nêzî wir dengê defê hat wan. Mişko tavilê guhên xwe mûç kir, got:
- Kêzê, dengê defê ji gundê Mîr Evdel tê. Qey li gund dawet heye. Nuha goşt û birinc pir e. Tu li vê derê şuya xwe, berava xwe bike, ezê bi lez herim gund, ezê him ji xwe ra têr goşt û birincê bixum û him jî ji te ra jî hinekî têxim bin zimanê xwe, bînim.
Kêz Xatûnê got:
- Baş e, here lê dereng nemîne.
Mişko bi lez û bez berê xwe da gund û çû. Kêzê jî dest bi şuya xwe kir. Şuya xwe qedand, serê xwe şuşt, kincên xwe yên paqij li xwe kirin.
Êdî tu nemabû ku hemû karê xwe biqedîne û li hêviya Mişko be. Şimika reqreqûnî di nigan da bû, çawa bû, hema ji nişka ve nigê wê şemitî û got çelp û di dewsa simê gê (ga) wer bû.
Kêzê kir nekir, nikanîbû xwe ji wê golika biçûk xelas bikira. Her ku xwe bir û anî, bêtir di çamûrê da çû xwarê. Çavên xwe li vî alî, li wî alî gerand, belkî yekî bibîne were gazî û hawara wê.
Bala xwe dayê siwarek bi alî gundê dawetê ve hespê xwe dajo. Kêzê bi dengekî bilind gazî suyêr kir, got:
- Ho suwaro, tu suyarê hendel mendel,
Gulika kumê te panzde wersel,
Heger tu çûyî mala Mîr Evdel, bêje:
Mişko, Mişko, Mişk kavirro,
Kezîkurro,
Hebandirro,
Bêje:
Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
Bi fîstanê gulavdûnê,
Bi şimika reqreqûnê,
Ketiyê heriyê heta qûnê,
Ya tu xwe bigihînê,
Ya tu xwe negihînê!
Suyêr bala xwe da aliyê deng, lê tu kes nedît.
Kêzê careka din kir hawar û got:
- Ho suyaro, tu suyarê hendel mendel,
Gulika kumê te panzde wersel,
Heger tu çûyî mala Mîr Evdel,
Bêje:
Mişko, Mişko, Mişk kavirro,
Kezîkurro,
Hebandirro,
Bêje:
Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
Bi fîstanê gulavdûnê,
Bi şimika reqreqûnê,
Ketiyê heriyê heta qûnê,
Ya tu xwe bigihînê,
Ya tu xwe negihînê!
Suyêr careka din bala xwe da vî alî, wî alî, lê dîsa tu kes nedît, lema jî riya xwe domand.
Çû gundê dawetê, mala Mîr Evdel. Berbû hemû li ser xwarina dawetê bûn. Ew jî çû li ser sifrê rûnişt û dest bi xwarinê kir. Lê gotinên Kêz Xatûnê hatin bîra wî û ji yên dora xwe ra got:
- Hûn zanin, gava ez dihatim, li pişt wî girê hanê min dengê hawarekê bihîst, digot:
Ho suyaro, tu suyarê hendel mendel,
Gulika kumê te panzde wersel,
Heke tu çûyî mala Mîr Evdel,
Bêje:
Mişko, Mişko, Mişk kavirro,
Kezîkurro,
Hebandirro,
Bêje:
Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
Bi fîstanê gulavdûnê,
Bi şimika reqreqûnê,
Ketiyê heriyê heta qûnê,
Ya tu xwe bigihînê,
Ya tu xwe negihînê!
Mişko jî di wê kêlîkê da di nava feraxan da goşt û birinc dixwar. Dema dengê suyêr çûyê, fêm kir ku ew hewar, hewara Kêz Xatûnê ye.
Hema zû zûka, hinek goşt û birinc xist bin zimanê xwe û bi lez û bez, çû xwe gîhand Kêzê Xatûnê. Bi pepikên xwe bi destê Kêz Xatûnê girt û ew ji nav çamûrê derxist.
Kêz Xatûnê ji nuh ve ser û kincên xwe şûşt û xwe zuha kir.
Mişko ew xwarina di bin zimanê xwe da jê ra anîbû, danî ber Kêz Xatûnê. Kêzê zikê xwe têr kir. Dûra jî tiftarên xwe top kirin û bi kêf û henek berê xwe dan mal.
Demek derbas bû, rojekê Mişko got:
- Kêz Xatûn, rabe îro ji me ra gêrmiyekê bide ser. Lê dema te da ser, bi heskê li hev nexe, bi kevçî li hev xe. Ezê jî bîstekê derkevim der, hinekî li ser xwe bigerim û werim.
- Kêz Xatûnê got:
- Baş e.
Piştî Mişko çû, Kêz Xatûnê rabû gêrmiya xwe da ser û bi heskê li hev xist. Ji bo ku gêrmiyê baş li hev xe, xwe bi ser dîzik da xwar kir. Dema xwe bi ser dîzik da xwar kir, got telp û noqî nav gêrmiya kelandî bû.
Dema Mişko vegeriya malê, bala xwe dayê Kêz Xatûn ne li mal e. Li her derê geriya ew nedît.
Rabû çû ber dîzik û gêrmî li hev xist. Dema gêrmî li hev xist, carê hew dît ku wa ye Kêz Xatûna wî ketiye nava gêrmiyê û pê ra keliyaye. Bi dîtina wê ra qêrînî bi Mişko ket û bazda ser sergoyê ber malê û hema xwelî li serê xwe kir. Û dû ra jî ji qahra bi çolê ket.
Pir çû, hindik çû, rastî qijikekê hat. Dema qijikê Mişko di wî halî da dît, meraq kir û jê pirsî, got:
- Xêr e, ev çi halê te ye mişkê xwelîser?
Mişko bi dengekî kelogirî got:
- Ez mişkê xwelîser, kêzika min a narîn û ciwan, ketiye dîzikê dan, ne ber e ne bîstan, mane gelpikên guhan.
Piştî van gotinên Mişko, qijikê ji xemgîniyê perên xwe weşandin. Dar li hember vê yekê matmayî ma, ji qijikê ra got:
- Çi derdê te ye qijika perweşîn?
Qijikê got:
- Ez qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêzika narîn û ciwan ketiye dîzikê dan, ne ber e ne bîstan, mane gelpikên guhan.
Piştî van gotinên qijikê, darê jî di cî da pelên xwe weşandin.
Çemê ji ber darê diherikî meraq kir û ji darê ra got:
- Derdê te çi ye, tu çima pelên xwe diweşînî?
Darê got:
- Ez dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêza narîn û ciwan, ketiye dîzikê dan, ne ber e ne bîstan, mane gelpikên guhan.
Li ser vê çem jî dest bi girî kir, heta ku nîvê wî bû xwîn û herikî ser garis. Garis ji çem pirsî û got:
- Ev çi halê te ye çemê nîvî av û nîvî xwîn?
Çem got:
- Ez çemê nîvî av û nîvî xwîn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêzika narîn û ciwan, ketiye dîzikê dan, ne ber e ne bîstan, mane gelpikên guhan.
Garis jî bi bihîstina vê çîrokjê ra gelkî xemgîn bû û serê xwe nixumand. Xwediyê garis zeviyê xwe av dida, gava garisê xwe sertewandî dît, pirsî û got:
- Ev çi halê te ye garisê sernixûm?
Gêris got:
- Ez garisê sernixûm, çemê nîvî av û nîvî xwîn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêzika narîn û ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane gelpikên guhan.
Mêrik jî rabû mera xwe da ber xwe û keserek kûr kişand û li ser rûnişt. Qîza mêrik ji bavê xwe ra mast anîbû. Qîzikê got:
- Ev çi halê te ye bavê merliqûn?
Bavê wê got:
- Ez bavê merliqûn, garisê sernixûm, çemê nîvî av û nîvî xwîn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêzika narîn û ciwan, ketiye dîzikê dan, ne ber e ne bîstan, mane gelpikên guhan. Qîzikê jî rabû hema satila mastê xwe bi ser serê xwe da kir û çû ba diya xwe. Diya wê pembo dijend. Dê dema keça xwe di wî halî da dît, ban kirê û got:
- Ev çi halê te ye keça serbimast?
Keçikê got:
- Ez keça serbimast, bavê merliqûn, garisê sernixûm, çemê nîvî av û nîvî xwîn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêzika ter û ciwan, ketiye dîzikê dan, ne ber e ne bîstan, mane gelpikên guhan.
Dê jî rabû çek û kevan li xwe kir û rûnişt. Cîrana wê hatibû êgir. Cîranê dema ew di wî halî da dît, jê pirsî û got:
- Ev çi halê te ye dayika çekliqûn?
Jinikê got:
- Ez dayika çekliqûn, keça serbimast, bavê merliqûn, garisê sernixûm, çemê nîvî av û nîvî xwîn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêzika narîn û ciwan, ketiye dîzikê dan, ne ber e ne bîstan, mane gelpikên guhan.
Cîranê gazî û hewar bir nava gund.
Gundî hatin, li wan civiyan. Ji serî heta binî bi meselê hesiyan. Çûn dîtin ku wa ye bi rastî jî Kêz Xatûn di dîzika dan da fetisiye. Ew ji dîzik derxistin, pak şuştin û dûra jî bi şîn û bi qelebalixeke mezin birin ew veşartin.
Piştî wê jî dîsa her kes wek berê vegeriya ser kar û berê xwe. Bav ji ser mera xwe rabû, dê çek ji xwe kir, Mişko xweliya xwe daweşand, keçikê mastê serê xwe pak kir, darê pelên xwe, qijikê jî perên xwe li xwe kirin, garis xwe tîk kir, avê xwe zelal kir...
Lê mişkê reben dîsa ma bêjin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar