10 mars 2011

Destbiratiya rûvî û quling

Dibêjin hebû tunebû, rûviyek û qulingek hebûn. Rûvî û quling bûbûn desbirakên hevên axretê

Rûvî rabû rojekê birakê xwe yê quling dahwetî malê şîvê kir (vexwend malê).
Lê ev dahweta (vexwendina, ezimandina) rûvî ne ji dil, ne ji siqnê safî bû, ne ji dostî bû. Rûvîye, dibê miheqeq nerindiyek bikira û bi quling bikeniya.

Û ji xwe wer jî kir.

Dema roj û seeta çûyinê hat, quling rabû çû mala birakê xwe. Piştî ku silav li hev kirin, li hal û demên hev û du pirsîn, rûvî rabû çû şîva birakê xwe jê ra anî, rijand ser tahtekî dûz, ji qulung ra got:

- Bira, de kerem bike!

Şîv pelok bû û rûvî rijandibû ser têht, lema jî her cara quling nikilê xwe li têht dixist, nikilîê wî dêşiya, janê dida dilê wî û tiştek bi dev nedibû. Quling kir nekir, nikanîbû zikê xwe têr bikira.

Lê rûvî kişyabû ber pelokê, têra dilê xwe taht dialast û ji alîkî ve jî tim bi şîtî ji quling ra digot:

- Birakê quling, tu bi xatirê Xwedê dikî tu yê şerm nekî û têr bixwî. Tu zanî mala min mala te ye.

Lê çi bixwe çi hal, tiştê hatibû serê quling nehatibû serê tu kesî. Quling ji hêrsa dikira biteqiya. Dawiya dawî quling sipasî rûvî kir, got me kêm kir Xwedê zêde bike û ji ser sifrê rabû.
Quling berî bi rê keve ji rûvî ra got:

- Birakê rûvî, mala te ava ji bo vê hurmet, mîvanperwerîya te. Lê dibê hefta bê(were) roja şemiyê tu jî bibî mîvanê min.

Rûvî ev dahweta(vexwendina) quling bi dilxweşî qebûl kir, got:

- Ser sera ser çava, roja şemiyê ez mîvanê te me.

Quling rabû wê rojê danuyek çêkir û bera kûzekî devdirêj î wek misînekî da. Rûvî, wek ku li hev kiribûn, tam di wexta xwe da çû bû mîvanê qulung.
Piştî çend gotinên vir da û wê da, quling anî kûzê tije dano (danî) danî ber birakê xwe yê rûvî û got:


- De kerem bike!

Rûvî zimanê xwe bi vî aliyê kûz xist, bi wî aliyê kûz xist, lê hebek dano jî neket devê wî.
Lê quling bi saya wî nikilê xwe yê dirêj danuyê xwe têr xwar û di ber ra jî tim carnan ji rûvî ra digot:

- Birakê rûvî, tu bi qedrê Xwedê dikî tu yê şerm nekî û têr bixwî. Tu zanî mala min mala te ye.

Bi van gotinên bi mane quling heyfa xwe ji rûvî digirt. Rûvî jî ev yek baş zanîbû lê nedida der. Berî çûyinê rûvî got:

- Birakê quling, ji ber vê xizmet û mîvanperweriya te mala te ava. Ji ber vê camêriya te ya îro ez jî dixwazim çêyiyekê bi te bikim, ez dixwazim te fêrî çiva bikim.

Quling bi meraqdarî got:

- Bira tu yê çawa min fêrî çiva bikî?

Rûvî got:

- Gelek hêsa ye. Ezê te bi dêla xwe ve girê bidim û dû ra jî bidim çiva, her cara min çiv da xwe, tu yê jî wek min bikî û bi vî hawî tu yê fêr bibî.

Ev pêşniyara rûvî ket serê quling û soz da ku rojekê here li ba rûvî fêrî çivên rûvî bibe. Çend roj derbas bûn quling rojekê rabû lêxist çû ba rûvî ji bo ku rûvî wî fêrî çiva bibe.

Rûvî bi hatina quling gelkî kêfxweş bû. Dû ra rabûn çûn nava qîşekî gelkî asê. Rûvî, quling zexm bi dêla xwe ve girê da û di nav qîş û keviran da dest bi bezê kir û heta jê hat çiv dan xwe.

Li pey rûvî quling bi erdê ra dikşiya û li vî alî û li wî alî li keviran û li dar û beran diket û pûrt jê diweşiya.

Quling herçiqas dikir qareqar jî rûvî nedisekinî, wek ku deng nediçûyî beza xwe didomand. Bi vî hawî quling wiha bû hema hema  hebek pûrt pê ve nema û laşê wî jî giş birîn bû. Piştî ku rûvî têr kêfa xwe bi quling qewitand jê ra got:

- Birakê quling, ez hêvî dikim tu baş hînî çiva bû, ne wisa?

Quling bi halekî xerab bersîv da, got:

- Erê ez baş fêr bûm. Ji bo vê qenciya te mala te ava be! Bi rastî jî te ez baş hînî çivên xwe kirim! Dibê êdî ez biçim mal.

Dûra xatir ji rûvî xwest û bi halekî perîşan berê xwe da malika xwe.
Quling heta demeke dûr û dirêj ji ber birînên xwe ne kanîbû ji hundur derketa der û ne jî bifiriya. Ji ber ku bûbû wek mirîşkeka rûçikandî.

Demek di ser ra derbas bû, pûrta quling bi temamî derket û birînên wî jî giş kewiyan. Êdî baş hatibû ser hukim û hêla xwe. Lê ew nemirovatiya rûvî qet ji bîra wî nediçû. Û ji alîkî da jî tim difikrî ewê çawa heyfa xwe ji rûvî bistîne?

Axir dawiya dawî rojekê rabû lêxist çû mala rûvî. Rûvî dema çav li quling ket matmayî ma, ji heramî jê ra got:

-Birakê quling, ev hew qas wext e tu li ku yî, tu qet xuya nakî?
Min pir meraq dikir, lê qet rojekê jî ez venehesiyam ku werim seriyekî bidim te, li hal û demê te bipirsim.

Quling zanîbû rûvî bi van gotinan kuçan li quling dixwe û tinazê xwe pê dike. Lê quling qet tiştek neda der, got:

- Mala te ava. Bi rastî min jî dixwest werim te bibînim, lê ji ber kar û barê dinyayê, min nikanîbû li hev ragirta.

Demekê bi vî hawî şêwir û mişêwra xwe domandin. Dûra quling got:

-Birakê rûvî, ez hatim vir ji bo ku îro te fêrî hawandariyê (firînê) bikim.

Rûvî got:

- Tu yê çawa min fêr hawandarîyê bikî? Çimkî ez nikanim wek te bifirim.

Quling got:

- Tişt nabe. Tu yê li baskê min siwar bî û ezê bifirim. Bi vî hawî tu yê jî bi min ra fêrî hawandariyê, yanî gera li asîmanan bibî.

Kêfa rûvî ji vê pêşniyarê ra gelkî hat û rabû li baskê quling siwar bû. Quling bi hewa ket û bilind bû û bilind bû, çû di nava ewran da wenda bû. Carekê ji rûvî pirsî, got:

- Bira, dinya ji te ve çawa xuya ye?

Rûvî got:

- Dinya ji min ve wek tara seradê xuya ye.

Quling hinekî din jî bi hewa ket, dîsa pirsî:

- Birakê rûvî, le îcar dinya ji te ve çawa xuya ye?

Rûvî got:

- Dinya ji min ve wek tara bêjingê xuya ye.

Qulung hinkî din jî bilind bû, dîsa pirsî:

- Birakê rûvî, lê îcar dinya çawa xuya ye?

Rûvî got.

- Wele îcar bi qasî tara moxilê xuya ye.

Quling hinekî din jî bi hewa ket û cardin pirsî:

- Birakê rûvî, lê îcar çawa xuya ye?

Rûvî got:

- Bira dinya îcar ji min ve wek kuniya (qula) derziyê xuya ye.

Dema rûvî got dinya ji min ve wek kuniya derziyê xuya ye, quling got:

- Birakê rûvî, ev baskê min qerimî, ji kerema xwe were ser baskê min yê din. Çaxa rûvî xwest nigê xwe bavîje ser baskê din, quling baskê xwe ji bin kişand û rûvî ser serî, noqî erdê bû. Rûvî ji tirsa him bi xwe de berdida, him jî ji alîkî ve digot:

- Hela mela, ez bikevim ser kurkê mela,
Hela mela, înşelah ez bikevim ser kurkê mela...

Tam di wê taftafê da meleyekî li mêrgekê nimêj dikir.
Mele hew carê dît ku ji hewa da tebayek tê, tiştek jê dibare û dengekî pirr ecêb derdixe.

Meleyê reben cunî bû, ji tirsa kurkê xwe, tizbiya xwe û şaşika xwe li şûna xwe hîşt û revîrevî baz da.

Rûvî jî ji qeza qudretê ra rasterast, li ser kurkê mele ket. Rûvî rabû tizbî da destê xwe, kurk li xwe kir û şaşik jî da serê xwe û da rê û çû.

Pirr çû hindik çû, rastî hirçekê hat. Hirçê bala xwe dayê bavo çi bibîne, rûvî şaşik li serî ye, kurkekî herwanî lê ye û tizbîyeke nodûnehebî jî di destan da ye û xwe li ba dike û ji hember da tê. Herdu li hev sekînin. Hirçê got:

- Rûvî, te ev kurkê xweşik ji ku anî?

Rûvî got:

- Ma tu nizanî ez ji bav û kalan da kurkvan im.

Hirçê got:

- Law wele min ev hostetiya te nizanîbû, ez nuh dibihîzim tu kurkvan î. Wê gavê ez dixwazim tu ji min ra jî kurkekî çêkî.

Rûvî got:

- Ser serê min, ser çavê min. Lê ji bo çêkirina kurkekî wiha, sê xamberindîr lazim in, heger tu sê xamberîndîran ji min ra bînî ezê ji te ra kurkekî baş çêkim.

Hirçê ev daxwaza rûvî qebûl kir û ji cem bi rê ket. Çend roj di ser ra derbas bûn, hirçê sê xamberîndîr, yek bi yek kişandin ber qulika rûvî û jê ra got:

- Ma tu yê heta çend rojan bikanibî biqedînî?

Rûvî got:

- Piştî şeş rojan kurkê te hazir e.

Li ser vê soza rûvî, hirçê da rê û çû. Piştî şeş rojan hirç çû ku kurkê xwe bibe. Ji rûvî ra got:

- Rûvî, maşalê te qedandiye?

Rûvî got:

- Bi serê bavê min û te li ber qedandinêye. Bes hustukur û berzendika wî maye. Ji ber ku hersê berîndîrên te anîbûn qîm nekirin.

Hirçê got:

- Çend berîndîrên din ji te ra lazim in?

Rûvî got:

- Du berîndîrên din hebin ez bawer dikim ewê têrê bikin.

Hirçê ji mecbûrî got:

- Baş e, ezê herim du berîndîrên din jî ji te ra bînim. Bes divê tu kurkekî baş ji min ra çêkî.

Bû şev, hirç çû ket nav keriyakî, du berîndîrên baş avêtin ji ser milê xwe da û berê xwe da qulika rûvî. Li ber qulika rûvî sekinî û got:

- A va ye min ji te ra du berîndîrên din jî anîn.

Rûvî got:

- Sê rojên din kurkê te hazir e.

Çer hirç çû, rûvî û zarokên xwe wek gurên har ketin ser goşt, têr xwarin. Piştî sê rojên din hirç dîsa çû ba rûvî û got:

- Rûvî ma te kurkê min qedandiye?
Rûvî got:

- Wey tu bi xêr û xweşî hatiyî, ser serê min û ser çavên min! Bawer bike ji roja tu çûyî û vir da ez wer li ser dixebitim. Lê bi gorra bavê te eyaran dîsa têrê nekir. Tenê berzendika çepê maye. Heger berîndîrek din jî hebe ewê têrê bike.

Hirçê ji mecbûrî ev daxwaza rûvî jî qebûl kir, got baş e, ezê herim berîndîrek din jî bînim. Û wê şevê çû berîndîrek din jî avêt ser milê xwe û bir mala rûvî. Li ber qulikê dîsa ban rûvî kir, got:

- Rûvî, were va ye min berindîr anî.

Rûvî derket der û dest bi şalûzî û şelafiyê kir, got wey tu ji wir û hetanî vir di ser serê min û di ser çavê min ra hatiyî, wey nizanim te pey li rohniya çavê min kiriye û gelek gotinên wiha. Hirçê got:

- Lê dibê tu êdî serî li min negerînî. Kurdkê mon biîne!

Rûvî got:

- Sibe danê êvarê kurkê te hazir e. Were bibe

Hirçê xatir ji rûvî xwest û çû. Piştî hirç çû, rûvî ban çêlikên xwe kirin û ji wan ra got:

- Sibe danê êvarê hirçê were kurkê xwe. Wê gavê emê li derve bin. Min ji we kîjan şand hundur ji bo ku hûn herin kurk bînin, bi paş da venegerin, ez çiqasî ban we bikim jî dengê xwe dernexin, ji qulikê dernekevin. Çêlikan gotin baş e.

Roja din danê êvarî hirç çû ber qulika rûvî. Dema hirç hat, bala xwe dayê rûvî û çêlikên xwe li ber qulika xwe dilîzin. Hirçê got:

- Rûvî, ma kurkê min hazir e?

Rûvî got:

- Erê, min bîska berê qedand. Û dûra jî ji çêlikekî xwe ra got:

- Law here kurkê xalê xwe bîne!

Lawo çû hundur lê belê bi paş da venegeriya.
Bîstek derbas bû, rûvî çend caran ban lawo kir, lê deng ji hundur nehat. Îcar rabû keça xwe şand. Lê keçik jî ket hundur û êdî hew derket.

Rûvî vegeriya ser hirçê, got:
- Wer xuya ye her du xulamên te di hundur da li ser bexşîşê li hev nakin. Lawik dibêje ezê bibim bira (bila) bexşîş ji min ra be, keçik dibêje na ezê bibim bira ji min ra be. Ya çêtir ez herim ji dest wan derxim û bînim.

Rûvî wiha got û çû ket qulika xwe. Lê deh deqîqe, bîst deqîqe, nîv seet di ser re derbas bû rûvî ji qulikê derneket. Hirçê çend caran ban kir, got:
-Law rûvî, ma tu çima dernakevî der? Zû kurkê min bîne ! Li min dereng e, ezê herim.


Rûvî ji hundur bersîv da, got:

- Ma tu çi ji min dixwazî, ji bo çi ezê derkevim der?

Hirçê got:

Law kurkê min bîne!

Rûvî got:

- Kurkê çi halê çi?

Hirç şepleyî bû, got:

- Çawa kurkê çi halê çi rûvî? Ma ne min hewqas pez dan te ji bo ku tu ji min ra kurkekî çêkî?

Rûvî got:

- Hirça kêmaqil, ma ez kurkvan, bavê min kurkvan, kalê min kurkvan, tu hatiyî kurka ji min dixwazî?

Dema rûvî wiha got, hirç gelekî hêrs bû û hema serê xwe rada qulika rûvî. Lê devê qulikê pirr teng bû û lema jî serê hirçê tê de asê bû.

Rûvî û herdu çêlikên xwe ji dawiya qulikê derketin der. Rûvî çû li pişt hirçê sekinî, babûsek avêtê, bi tinazî jê ra got:

- Hirça totikvala, aqil taca zêrîn e, ew jî di serê te da nîn e, ji ber wê jî li ber deriyê min kêm nabe goştê xamberîndîran e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar