17 mars 2011

Carnan musîbetek ji hezar nesîhetê baştir e

Wisa xuyaye ku xwepêşandan û bûyerên Silêmaniyê berbî çareseriyeke baş û bi feyde ve diçe.
Do di malpera Rizgarîyê da nameyeke vekirî, şairê bi nav û deng Şêrko Bêkes jî di nav da ji alî 25 ronakbîr û siyasetmedarên ji Kurdistana başûr ji birêz Mam Celal Talabanî ra hatiye şandin, weşandin.
Siyasetmedar û ronakbîrên nêzî YNK-ê di nameya xwe da dibêjin, tiştê ku van însan derxistine ser kolanan ne hezkirina ji macerayê ye, ne îradeya jinavbirin û xirabkirinê ye, ne destê derve û dijminatiyeka pêşwext e, sedemên wan yên siyasî, civakî û aborî henene.
Û ji Talabanî dixwazin ku ew serî li zorê û şîdetê nedin, çimkî hin xeberên wiha bi ber guhên wan ketiye, ew guh bidin daxwzên gel û xwepêşenderan.
Di beyanê da bi rengekî sergirtî qala gendeliyê, bêkariyê û hin dewlemendên di bin siya van partiyan da dewlemend bûne tê kirin û sebebên van nerazîbûnan jî ev yek tên nîşandan.
Ji Talabanî dixwzin ku ew û hukûmet guh bidin daxwaz û nerazîbûnên gel û li riyeke aştiyane bigerin.
Beyan pir baş e, xwezî ev beyan ne nuha hîn zûtir hatibûya belavkirin.
Îro jî dîsa di malpera Rizgarî da, lê îcar beyaneke Celal Talabanî heye. Talabanî name ji endamên komîteya meşavanan ra şandiye û xîtabî wan dike.
Her çiqas nameya Talabanî ne bersîva beyana 25 ronakbîran be jî, lê wisya xuyaye ku beyanê tesîreke mezin li Talabanî kirye û loma jî tiştên pir baş dibêje. Di nameya xwe da Talabanî, dev ji fikrên xwe yên ”bikaranîna zorê” berdaye û uslûbeke pir pozîtîv bikar aniye û sozê dide ku di demeke herî kin da ewê hemû daxwazên meşvanan yên demokrasiyê û rewa bicî bînin.
Her wisa îro Parlamentoya Kurdistanê jî di civîna xwe ya 7-emîn a neasayî da, biryar da ku bi beşdariya hemû fraksiyonên di nava Parlamentoyê da ewê ”Lijneya Neteweyî ya Diyalogê” were damezrandin û ev lijne ewê bi hamû aliyên siyasî ra gotûbêj û guhdariya daxwazên xwepêşanderan bike.
Ewê ev komîte(licne) hemû daxwazên xwepêşandêran bişopîne û di nava 20 rojan da karê xwe temam bike.
Yanî netîce, him beyana 25 ronakbîran ku ji serokkomarê Îraqê û sekreterê YNK-ê Talabanî ra şandine, him nameya Talabanî ya ji komîteya xwepêşanderan ra şendiye û him jî ev biryara parlamentoya Kurdistanê ya îro îşaretên xêrê û çûna berbî başiyê ve ye.
Bêguman ji ber bi van meşan gelek tiştên ne xweş hatin gotin, çend hatin kuştin, vana hemû ciyê xemgîniyê ye.
Lê dibe ku bi rastî jî hewcederiya civata kurd û hukûmetê bi van xwepêşandanan hebû, ev xwepêşndan ji bo hukûmetê û herdu partiyên mezin bûn wek îşareta hebûna nexweşiyekê, dibê nexweşî were tedawîkirin.
Yanî bû weke zengilê alermê.
Tiştê meriv ji nameya Talabanî, gotinên Mesûd Barzanî û biryara Parlamentoya Kurdistanê derdixe, di pêşerojê da ewê hin gavên baş werin avêtin û hin guhertinên pêwîst werin kirin.
Û ev yek jî ewê civata kurd azadtir, paqijtir û wekhevtir bike, gendelî kêm bibe û çareyek ji bêkariyê ra were dîtin.
Gotinek heye, dibêjin, carnan musîbetek ji hezar nesîhetê baştir e, belkî bûyerên Silêmaniyê jî tiştekî wiha be...

***
Parlamentoya Iraqê, di rûniştina xwe îro ya 44-emîn da karesata kîmyabarana Helebçeyê nîhayet bi piraniya dengan weke jenosîdekê(komkujiyê)qebûl kir.
Dibê ev birya di rûniştina do da bihata girtin, lê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî ya dengdanê biryar ma heta îro.
Wek xuya dibe, dêmek di Meclîsa Îraqê da hinek li dijî girtina biryareke wiha ne. Loma jî do piranî çênebû û îro jî ne bi tevayiya dengan, lê bi piraniya dengan ev biryar hate girtin.
Yanî di Meclîsa Îraqê da hîn jî hin ereb hene naxwzin vê qetlîama hewqasî mezin ya li hemberî miletê kurd qebûl bikin.
Û kurd jî ji mecbûrî bi van hêzan ra dijîn û şirîkatiyê dikin…
Netîce, bi piraniya dengan be jî ji Meclîsa Îraqê derkeetina vê biryarê gaveke pozîtîv e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar