Her roja îniyê heger karekî min yê pir girîng tunebe ez diçim aşxaneya Yilmazê licî û qahwa xwe ya roja îniyê vedixwim û dû ra diherim qahwê…
Ji serê salan da ye ez vê rûtîna xwe xera nakim
Carnan, heger bîna min ji tiştekî pir teng bûbe ez dubleyek, du duble vîskî jî bi ser xwe da dikim.
Tabî dubleyên dide min nav duble ye, ji bo ku min serxweş bike tu namîne qedehê mişt bike, lê ew dizane ku ew hemû vîskiyên aşxaneyê bide min jî ez serxweş tu carî nakevim…
Loma ew jî zêde pêş da naçe…
Ez zêde dirêj nekim, do jî piştî kar ez dîsa çûm wir.
Berî ku ez herim, ji bo ku qahwê hazir bike ez tim telefon dikim. Weke hertim min telefon kir, got were ez li vi rim.
Ez çûm, min dît hundur pir qelebalix e.
Li Swêd serê mehê û hefteya pêşî ya mehê aşxane tije ne, çimkî hîn bi milet ra pere heye, bîravexwir dilê xwe li bîrayê rehet dikin.
Swêdî miriyê vexwarinê û bi taybetî jî yê bîrayê ne…
Min got qey dîsa ew mesele ye, min berê xwe da dewsa xwe ya hertim, ya ber dîskê.
Li milê rastê çavê min bi çend kesên xerîb ket, dengê tirkî hat guhê min…
Min dît ku hin kesên ji xebatkarên TRT6-ê ne, min jê çend kes ji TRT6-ê nas dikir.
Di vê nabênê da Yilmaz got, vana ji TRT-6 ne, Kurdo Baksî nuh ew anîn vir…
Neyse min xwe nêzî wan kir û pêşî xêrhatin da Fesîh Taş û dû ra jî Ozlem Taşê û Kadîr Îpek û yên din…
Ez bawer dikim 7-8 kes bûn…
Min ji telewîzyonê(law ev telewîzyon meriv çi meşhûr dike)çend heb ji wan nas dikir, lê wan ez nas nedikirim.
Piştî ku min navê xwe got, Fesîh û yek duduyên din ez nas kirim, me xwe baş nêzî hev kir…
Li xerîbiyê dema meriv rastî ferdên ji qewmê xwe tê meriv pir kêfxweş dibe, li welêt be belkî meriv silavê nede hev, lê li xerîbiyê meriv bi hev pir şîrîn û nazenîn dibe…
Ev yek ji ber hestê netewî yê mişterek tê, li welêt meriv bi dîtina hevalê xwe kêfxweş dibe, lê li xerîbiyê ev sînor dibe kurdbûn...
Loma jî weke kurd, li gel ku me hevûdu nas nedikir, hinekên me ji Wanê, hinek ji Bîngolê, hinek ji Nisêbînê, hinek ji Diyarbekir û hin jî ji Wêranşarê bûn, lê dîsa jî vê rasthatinê em pir kêxweş bûn. Ne weke telewîzyonê be jî, lê xêra facebookê ez jî piçikî ”meşhûr” bûme, yanî êdî ne tenê wêranşarî û hin hevalên min ê siyasî yên berê tenê, êdî ji her çar perçeyên kurdistanê meriv hevûdu nas dike.
Çimkî li gor berê dinya pir biçûk bûye, xêra înternetê meriv navê hev dibihîze û hevûdu nas dike…
Me hinekî sohbet kir, gotin ew ji bo programa ”Strana xwe bibêje” hatine Swêd...
Ji ber ku ez cîhana magazîn zêde taqîb nakim, haya min qet ji vê pêşbirka Swêd tunebû.
Piştî me sohbet hinekî germ kir, min ji wan ra piştî 30 salî qala çûna xwe ya welêt û gera xwe kir...
Li ser vê, Fesîh Taş û Ozlem Taş xatûnê xwestin bi min ra hevpeyvînekî çêkin, lê min qebûl nekir.
Min got, ez ne li dijî TRT6-ê me û di vî warî da jî min çend nivîs nivîsîne, lê tiştê ezê bibêjim ewê nikanibin biweşînin û sansurê jî ez bi tu hawî qebûl nakim...
Weşaneke zindî be û mijar jî ne, ”bêzirar” û ”fasafîso” be, dîsa meriv dikane dîtinê xwe bibêje.
Lê weşanên pakêt dikanin werin sansur kirin…
Her çiqas camêran gotin ewê ”sansur” nebe jî, lê ji ber ku program ne zindiye û garantiya wê tuneye, min qebûl nekir.
Ya rast ez naxwazim nuha derkevim kanaleke dewletê û ji bo şexsê xwe rast jî nabînim.
Ji ber ku vê dewletê hîn heqê min nedadye min û dibêje ez nadim, ez û wê hîn ne li hev in.
Vê dewletê li kalê min, li bavê min, li min zulmeke pir mezin kiriye, li ciyê rehetiyê ez û bi milyonan kurd mahkûmî surgînê kirine, welatê min ji min stendiye, nahêle ez navê welatê xwe hildim, sembolên xwe yên netwwî bi xwe ve kim.
Min jî wek ferd li hebber vê zorbatiyê û zulmê serî hildaye, rêxistin ava kiriye û gotiye ezê welatê xwe rizgar bikim.
Lê heta nuha ne dewletê mafê min daye min û ne jî min kanîbûye jê bistînim.
Yanî bi gotineke din, em hîn li hev nehatine.
Loma jî ji bo çi, fena ku vê dewletê welatê min ji min nestendibe, zulm li min nekiribe, ezê herim li ser hin tiştên ”bêzirar”, di çarçeweya ku ew qebûl dikin da bipeyivim, xwe erzan bikim…
Ev nayê hesabê min…
Yek bavê meriv bikuje, ya jî serê meriv bişkîne, malê meriv bi zor ji meriv bistîne meriv jê dixeyide, pê ra napeyive.
Weke ku qet tiştek nebûbe meriv naçe mala wî û li ser hin meseleyên din pê ra sohbet nake.
Ji bo meriv here ba wî, pê ra sohbet bike, dibê meriv ya li hev hatibe ya jî mijara meriv mesela neheqiya wî be.
Meriv bi qatilê bavê xwe ra sohbeta muzîkê nake, ji bo ku meriv pê ra sohbeta muzîkê bike, dibê meriv li hev be.
Helbet ez viya ji bo her kesî nabêjim, bi milyonan kurd mamûrê dewletê ne, ez nabêjim bira hemû kurd nebin mamûrên dewletê, ez viya ji bo kesên xwedî îdîa, ji kesên wek xwe ra dibêjim, kesên berê doza Kurdistaneke serbixwe dikirin ra dibêjim.
Ez ji mijarê dûr ketim…
Mesele hat ser gelo ez çi dikim, bi çi mijûl im û her wekî din…
Min bi kurtî qala mijûliyên xwe kir.
Min soza îmzekirina herdu kitêbên xwe(Hindik-Rindik, Antolojiya çîrokên zarokan)da Fesîh û Ozlem xatûnê.
Îro min kitêbên wan bir danî ba Yilmaz, ez hêvî dikim ku ji bîr nekin û herin bigrin.
Ez hêvî dikim ku Antolojiya Çîrokên Zarokan bixwînin û jê sûdê bigrin. Ev kitêb li Kurdistanê nayê naskirin lê kitêbeke pir girîng e. 125 xemîşok/çîrokên zarokan yên li ser lawira ne...
Kesî li Tirkiyê û Kurdistanê neweşand.
Di dema sohbeta me da, min dît ku hemû bi min ra kurdî lê bi hev ra tirkî dipeyivin.
Di nava kurdên Swêd da ev yek tavilê balê dikşîne û tiştekî eyb e. Yanî li Swêd kurdên bi kurdî dizanin bi hev ra bi tirkî napeyivin.
Loma jî min tirkîaxftina wan rexne kir.
Min ji wan ra got, bi tirkan ra, bi kesên kurdînezan ra temam, lê tu sebeb tuneye ku hûn bi hev ra bi tirkî bipeyivin, ev ne rastg e û dibê meriv neke.
Li hember vê tradisyona di nava kurdên Swêd da Ozlem xatûn û hinên din matmayî man, gotin rast e lê şertên Tirkiyê çihê ye…
Yanî êrê rexneya min qebûl kirin, lê ez bawer nakim dev ji tirkiya xwe berdin, ji bo tiştekî wiha zanîneke pir xurt û şiûrekî saxlem lazim e.
Helbet ne ku xebatkarên TRT6-ê tenê wiha ne, hemû kurdên bakur wiha ne, kurdî ketiye komayê haya wan jê tuneye….
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar