08 februari 2011

Çend gotinên vala

Kerem bikin, îşev jî qîma xwe bi çend pêkenînên kurdewarî bînin. Şeva ku tiştek bi ber ”diranên” min nekeve ez xwe davêjim dexlê pêkenînan.
Li ba dilê min ji nenivîsandinê çêtir e.
Ji dêlî ku tembeliyê bikim û tiştekî nenivîsînim û nebêjim ji bo çi jî min nenivîsandiye, nivîsandina çend pêkenînan çêtir e.
Ev yek rehetiyeke ûjdanî dide min, ez dibêjim îşev ev ji destê min hat, min ev nivîsî…
Yanî dersa xwe xebitîm…
Ez ji nivîsandina carnan, bêdûzan, bêîstîkrar hez nakim, dibê xwendevan bizanibe ez kînga dinivîsim.
Ev yek him mesûliyetekê û him jî dsiplîn û îstîkrarekê dide jiyana min, dibê ez bikim.
Ez ne karkirê kesî me, kes min mecbûr nake ku her şev miheqeq nivîsekê binivîsnim, lê ez xwe mecbûr his dikim.
Ez naxwazim xwendevanan bixapînim, fena ku karekî min hebe loma min tiştek nenivîsandiye.
Dema karê min hebe ya wê rojê ya jî roja din dibêjim…
Ez bawer dikim hewqas qal û qîl bes e…

Xewn
Mêrê jinikê mir. Heftak di ser ra derbas bû jinikê ew di xewna xwe da dît. Sibehê çer bi xwe hesiya, yek nekir dudu, rabû çû ba mele. Ji mele ra qala xewna xwe kir û got:
-Min şeva çiwîn rahmetî di xewna xwe da dît. Di halekî pir xerab da bû û bê gewz bû. Tu dikanî ji kerema xwe ra li kitêbê binêre hela ev xewna min tê çi maneyê?
Mele rabû çû kitêba xwe anî, pel di ser pel ra qeliband û bi Erebî bû piste pista wî, dest bi xwendinê kir. Dûra hêdîka serê xwe bilind kir û bi awirekî cidî ji jinikê ra got:
-Wey agir bi mala te neketê, wa ye te îsqata rahmetî hîn nedaye! Loma jî bi şev û roj ezêb
dikşîne. Divê tu îsqata rahmetî zû bidî ehlekî Xwedê ji bo ku rahmetî ji wî halî xelas bibe.

Nikane bigrî
Rêwiyekî kal bi rê da pir tî bû, ji bo ku tasek dewê honik vexwe li perê gund dageriya ber konekî. Bala xwe dayê ku zilamekî wek fêrizan dew dikyê û di ber ra jî kûre-kûra wî ye digrî. Kalo meraq kir, ji zilamê dewkil pirsî, got:
-Birazê tu çima digrî?
Mêrik got:
-Apo, ma ez negrîm kî bigrî? Jina min bi zor ez kirime dewkil. Loma jî ez bi halê xwe digrîm.
Kalo mizicî û got:
-Birazê, weleh jina min jî dewkiliyê bi min dike, lê tew nahêle ez bigrîm jî. Dîsa ya te baş e, wa ye dihêle tu bigrî...

Ne baş e
Ji yê xizan pirsîn, gotin:
-Tu çawa yî?
Yê xizan got:
-Weleh bi qasî ku şikir bikim ne baş im.

Dinya derewîn
Şeveke zivistanê yekî gundî û jina xwe li ber argûnê xwe rûniştibûn û ji xwe ra ketibûn şîwir û mişêwran.
Piştî ku şev hinekî zîz bû şêwir û mişêwrên wan qediyan û tûrikên herduyan jî ji qewlikan vala bûn. Mêrik ji jinikê ra got:
-Erê, dinya, dinyake derewîn ê!
Jinikê bi meraq got:
-Ji bo çi?
Mêrik keserek kûr kişand û got:
-Erêê erêêê, do van çaxan tu li vî aliyê êrgûn û ez jî li wî alî bûm. Û îşev jî tu li wî alîyê êrgûn î û ez jî li vî alî me. Wek pêşiyan gotiye, bi rastî jî meriv teyrê bê per û bê bask e, rojê li derekê ye…

Şahid
Hakim yekî diz mahkime dikir, jê ra got:
-Kuro tu dibêjî min nediziye, lê va ye li vir şeş kes li ser te şahidiyê didin. Hemûyan jî bi çavên xwe dîtine ku te dizîye. Li hember hewqas şahid tu çawa dikanî hîn jî înkar bikî?
Yê diz got:
-Hakim şeş şahid çi ne, li hember şeş şahidên wî, ez dikanim ji te ra şeş hezar şahidî bînim vir ku yekî jî nedîtibe min dizîye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar