10 februari 2011

Ba û roj

Dibêjin ba û rojê, li ser kî hîn xurttir û bi hêztir e li hev nedikirin, gav û seetê diketin gewriya hev, nabêna wan tim teşxele û leca li ser vê meselê bû.
Rojê ji bê(ba)ra digot:
 "Ez xurt im, ez ji te bi hêztir im."

Bê(ba) digot:
"Na, ez ji te xurttir im. Çimkî ez kanim bi hêza xwe qesir û qonaxan hilweşînim, daran ji kok da rakim. Lê tu kanî çi bikî?"


Her cara ku her du rastî hev dihatin, mijar tim ev mesele bû:
-Kî hîn xurttir e? Kî ji kê bi hêztir e?
Rojekê bê (ba) ji rojê re got:

- Bi vî hawî nabe. Ez dikim nakim tu xurtiya min qebûl nakî. Were em bi tiştekî îspat bikin hela ka kî hîn xurttir e?

Rojê got:

- Emê bi çi îspat bikin?

Bê got:

- Pir rehet e. Tu dibînî va ye li wê jêra hanê rêwiyek dihere. Ji me kî bikanibe kurkê wî jê bişeqitîne ew bi hêztir û xurttir e. Tu qebûl dikî?
Rojê got:

- Baş e, min qebûl e. Hema tu berê dest pê bike.

Bê(ba) dest pê kir, bi hemû hêza xwe kir vizîn û xwe gobiland, hat û hat, bû vizîna wî. Dûra quliband, kir bahoz, hecac û talîzok rabû, berberî asîmanan bû. Dar, qirş qal wek kertalan bi hewa ketin. Daristan bi erdê ra tep û dûz bûn, darên mezin wek qirşan bû qîrçeqîrça wan şikiyan, qirş û qal, pûş û pelaş li erd û ezmên belav bû, li hev gobilîn.
Lê kurk ji yê rêwî neşeqitî. Her ku ba zêde hat, yê rêwî jî hîn baştir kurkê xwe li xwe piçikand, bi her du destên xwe baş pê girt û pêve bû qirnî, rûnişt, ew berneda. Bê (ba) her çi qas zor da xwe jî lê pere nekir û kurk ji rêwî neşeqitî.

Dûra dor hat ser rojê.
Rojê wek bê, qet xwe zêde neêşand û zor neda xwe. Ji pişt ewrekî reş hêdîka derket û tîrêjên xwe yên wek êgir bera ser dinyayê da. Hewa sar û cemidî hêdî hêdî germ bû. Rêwîyê reben bi hawakî matmayî serê xwe rakir û li rojê mêze kir, li hember tiştê qewimî şaş mabû, nizanîbû çi bigota.
Ji ber ku roj derket dinya germ bû, her der sincirî. Her ku çû tîna wê zêde û tîrêjên wê jî germtir û tûjtir bûn.
Dema bû danê nîvro, yê rêwî di xwîdanê da ma, li hember germa rojê êdî hew kanîbû deyax bikira. Ji mecbûrî rabû kurkê xwe ji xwe kir û çû xwe avêt ber siya darekê û li wir di xew ra çû.

Rojê got:

-Ez bawer dikim ku êdî tu yê qebûl bikî ku kî bi hêztir e.
Lê bayê reben ji zû da, ji fediyan ruyê xwe guherîbû û çûbû û xwe veşartibû.

Dibêjin ji wê rojê û vir da ye her cara ba û roj rastî hev tên, ba tim ji şerman ruyê xwe diguherîne û fedî dike ku li rojê binêre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar