Referandûma ji bo serxwebûna Sûdana Başûr qediya.
Ji sedî 99-ê gelê Sûdana Başûr di referandûma çendakî berê da(9/1-11) dengên xwe ji bo serxwebûnê dan.
Li gor netîceyên referandûmê ji 3,8 milyon dengdêran ji %98,8-ê hilbijêran dengên xwe ji bo serxwebûnê bikaranîne.
Li Sûdanê ev 20 sal bûn ku şerekî pir bi xwîn di nabêna erebên bakur (ku misilman in) û efrîqiyên başûr da (ku ew jî xiristiyan in) dom dikir.
Li gor texmînan di nava van 20 salan da li dora 2 milyon însan hatin kuştin û bi sedhezaran jî ji aliyê başûr koçberî bakur û hin wealtên cîran bûne.
Berî referandûbê serokê Sûdanê Omer al Başîr çû aliyê başûr û got ewê netîceyên referandûmê qebûl bike.
Û piştî eşkerebûna netîceyên referandûmê jî heta nuha ji aliyê bakur tu îtîrazeke nehatiye.
Ev jî tê wê maneyê ku netîceya referandûbû yanî daxwaza serxwebûna bakur ewê were qebûlkirin.
Lê li gel vê jî mesele hîn neqediyaye.
Li alî dibê bakur û başûr li ser sînor û parvekirina petrolê jî li hev bikin. Ev lihevkirin jî pir ne hêsa ye, lê Neteweyên Yekbûyî di nav da ye, mesele çiqasî zor be jî miheqeq ewê riyekê bibînin.
Dema min îro netîceya li ser referandûma Sûdanê di çapemeniyê da xwend, rewşa me kurdan bakur hate bîra min.
Piştî 20 sal şer, bedel pir mezin be jî lê di netîceyê da gelê Sûdanê wa ye gihîşte armanca xwe, çend mehên din ewê serxwebûna xwe îlan bikin û dewleteke din ya serbixwe ewê li Afrîka û li Neteweyên Yekbûyî zêde bibe.
Em kurd jî li Tirkiyê ev 27 sal in ku şerekî çekdarî û liberxwedaneke bêhempa didin. Me jî bi dehhezaran şehîd dane, bi milyonan kurd ji welatê xwe koçber bûne û bi çalan ketine.
Lê me hîn gundekî Kurdistanê jî ji destê tirkan rizgar nekiriye.
Û ne tenê me gundek rizgar nekiriye, 30 sal berê me hemûyan bi daxwaza serxwbûnê dest pê kir, lê nuha bira daxwaza serxwebûnê li wir bimîne, hêza me ya herî mezin û herî xurt otonomiyê jî naxwaze.
A ferqa me û xelkê hewqasî mezin e.
Başûrê Sûdanê di her warî da ji civata me paşdatir û feqîrtir e, belkî ji sedî 70-80-ê însanan anelfabet in, lê dîsa jî ji sedî 99-ê wan serxwebûnê dixwazin...
Gelo sibe li Kurdistanê referandûmek çê bibe ji sedî 99-ê kurdan ewê serxwebûnê bixwazin?
Ez qet bawer nakim.
Piştî ku ronakbîr û partiyên me serxwebûnê nexwazin, “serokê” kurdan yê herî mezin li dijî serxwebûn, federasyon û otonomoyê be, îcar gelê çawa serxwebûnê bixwaze...
Bêguman ewê jî nexwaze, loma jî hîn piraniya kurdan rayên xwe didin neyarên xwe...
Îcar ji ber ku cîhan baş nizane em ji Tirkiyê çi dixwazin, loma jî weke Sûdanê piştgiriya me jî nakin.
Daxwaza meriv ne vekirî û zelal be, piştgirî jî çê nabe, gel jî ji dijmin dûr nakeve...
Piştî referandûmê xwendevanekî 19 salî yê bi navê Santîno Ane ji başûrê Sûdanê ji rojnamevanekî swêdî ra gotiye:
“Bira te bizanîbûua ez çuqasî kêfxweş im! Bifikire ku mekteba meriv hebe, meriv netirse, şer tunebe. Bifikire ku meriv li welatê xwe, xwe wek însanekî xwedî welat his bike....”
Heta ku piraniya keç û xortên kurd jî weke Santîno Aneyê 19 salî welatekî serbixwe nexwazin, wê rojê xeyal nekin, dilê wan ji bo dîtina wê rojê lênede Kurdistana serbixwe çênabe...
Ji bo hedefên mezin xeyalên mezin lazim in...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar