23 november 2010

Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye

Serokê Belediya bajarê mezin yê Amedê Osman Bayedemîr, di beyaneke xwe da gotibû, ”êdî wexta şerê çekdarî derbas bûye.”
Abdullah Ocalan, ji vê gotina Baydemîr gelkî aciz bû û hefteya borî bi riya abûqatên xwe gelek rexneyên giran li Baydemîr girt, got viya ne karê te ye û gelek gotinên din.
Heta ne ev rexne tenê, piştî rexneya Ocalan û Mûrad Karayilan, di medyaya tirk da jî hat îdîakirin ku Ocalan û KCK zorê didin Baydemîr ji bo ku îstîfa bike.
Lê ji do da ye çapemeniya tirk vê meselê hinekî din jî pîj û gurr dike û îdîa dike ku, rexneyaên Ocalan esas gelkî girtantir in, lê hemû neweşandine.
Li gor çapemenî dinivîse, Ocalan, sê rê dane ber Osman Baydemîr, gotiye:
”Ya bira xwe rexne bike û uzrê xwe bixwaze, ya bira here bibe AKP-yî, ya jî bira îstîfa bike û di rêxistinên sivîl da kar bike û ya jî bira biçe li mala xwe rûne.
Ev îdîa çiqasî rast in meriv nizane, lê heger bi rastî wisa be pir xerab e û zulmeke mezin e.
Û e vev yek dikane bibe sebebê perçebûna BDP-ê jî.
Osman Baydemîr îşev him di NTV-ê û him jî di roj TV-ê da got, mesele hewqasî ne mezin e, çapemenî bi qestî meselê mezin dike. Ew li ser karê xwe ye û partiya wî jî tu daxwazeke wiha ji wî nekiriye.
Hevseroka BDP-ê Gulten Kişanak xanimê jî derbarê gelşê da dîtinên xwe aşkere kir û pir vekirî piştgirî da Baydemîr.
Beyana Kişanakê, pir baş û pir bi cesaret bû, li hember Ocalan piştgirî da Baydemîr.
Kişanakê di derbarê rexneyên Ocaaln da got:
”Nêrînên wî ne” û wiha dom kir, “ Birêz Ocalan jî wek me mirovek e. Azad e nêrînên xwe aşkere bike. Wî nêrînên xwe aşkere kirine. Dê rexne li min jî li we jî bigire. Nêrînên wî ne. Gelo hûn çima vê çendê ji nû ve tînin rojeva raya giştî, ez vê yekê fêm nakim. Ez weka hevseroka vê partiyê li vir im. Baydemîr jî li ser karê xwe ye. Nêrîn û helwesta partiya me diyar e.”
Ev şêleke pir baş e û hêjayî trqdîrê ye.
Esas meriv fêm nake Ocalan ji bo çi ev gotina Baydemîr hewqasî mezin kir û gîhand vê dereceyê?
Baydemîr gotinek bû kir, dinya xera nebû.
Baydemîr bi vê gotina xwe şerê çekdarî ranewestand, çek ji gerîla nestend, bi dewletê ra peymanek agirbestê îmze nekir.
Yanî bi wê gotina xwe ne zirarek da PKK-ê, ne jî bû sebebê guherandina taktîk û stratejiya KCK-ê.
Gotinek bû wî jî got, bira Ocalan û KCK û PKK jî bibêjin na, wexta şerê çekdarî derbas nebûye, tiştên Baydemîr dibêje şaş e, em ne pê ra ne, hewqas, mesele diqede.
Ji xwe Baydemîr bibêje wext derbas bûye çi ye , nebêje çi ye, ji ber ku yê bikanibe şer rawestîne ne Baydemîr e, wî fikrê xwe gotiye û ev jî normal e, dibê însan fikrên xwe bi rengekî azd bibêjin.
Ma şert e ku her BDP-yî, KCK-yî û PKK-yî tim tiştên rast bibêjin, carnan meriv dikane tiştên new eke hev, tiştên ne rast jî bibêje.
Ev normal e.
Ma demokrasî û azadiya fikir çi ye, dibê her kes bikanibe fikrê xwe bi rengekî azad bibêje, dema nikanibe bibêje, demê ferqa me ji ya dîktatoran namîne.
Îro li Tirkiyê însan Quranê, Pêxember û Xwedê minaqeşe dikin, ma qey kesê nikanibe li ser şerê çekdarî fikrê xwe bibêje?
Ev ne rast e û dîktatoriyeke pir xerab e.
Esas Ocalan tim wiha dike, naxwaze bêyî wî ji kesî were hezkirin.
Dema hevalekî wan hinekî populer dibe, gel jê hez dike, Ocalan tavilê dikeve panîkê û di cî da qulpekê dibêne.
Bi baweriya min ev gotina Baydemîr bahane ye, Ocalan di hefsê da jî qebûl nake ku bêyî wî kes bibe serok û gel jê razî be, jê hez bike.
Bi ya wî be dibê her kes bibe kole, xulam û mirîdê wî, kes tiştekî nefikire û doza tu tiştî neke, tenê emir jê bigrin û îtîatî wî bikin.
Çawa ku li gor misilmanan û dînê Îslamê Hz. Muhemed Pêxemberê dawî ye, bêyî wî tu pêxemberekî din nabe, Ocalan jî bi wî çavî li xwe dinêre, ew jî dibêje ew serok, zana, alim, mezin, fîlozof û rêberê kurdan yê herî dawî ye.
Loma jî ji kê hinekî were hezkirin, Ocalan tavilê nerehet dibe, xewa wî direve û loma jî qulpekê pê va dike.
Bi baweriya min bingeha vê bûyerê jî ev nerehetî û tirsa Abdullah Ocalan e.
Helbet dewlet û çapemenî jî dixwazin vê gelşê kûrtir bikin, berî hilbijartinan vê dijayetiyê bigihînin merheleya perçebûna BDP-ê.
Dibê her kurdê xwedî şexsiyet û ûjdan li dijî vê zorbatiya Ocalan derkeve û rê li ber perçebûna BDP-ê bigre.
Heta nuha Ocalan bela xwe di kê daye ew ji qada siysetê wenda kiriye, bi texmîna min ewê eynî tiştî bînin serê Baydemir jî.
Lê ez hêvî dikim ku ev texmîna min şaş be û PKK vê dîtina Baydemîr normal bibîne û meselê zêde mezin neke.
Lê heger wiha nebe û weke hercar Baydemir jî mecbûrî îstîfayê bikin, bi vê yekê him ew û him jî miletê kurd ewê zirareke pir mezin bibîne.

1 kommentar:

  1. Xalo,
    Te gotiye, tishtê Apo dike, rasterast behaneyeke bê ser u binî ye, zilma bê dîn u îman e. Camêr dixwaze hemî kesên ku milletê kurd teqdîr dike, bi zorbatiyên weha tasfiye bike. Apo hertim ev kar kiriye. Hefteya borî jî pesna Vedat Aydin u Hatîp Dîcle dida. Lê bawer bike bi kushtina V. Aydin pir kêfxwesh e. Ji ber ku V. Aydin namzedê rêberiya pêsherojê yê milletê kurd bu, xwedî namus u sheref bu. Tishtê ku Apo u PKK-ê anîn serê Hatîp Dîcle li ber chavan e.
    Ya rast Murat Karayilan u Cemîl Bayik du merivên bê cîger in. Bila xwedê wan nexe destê min u wesselam.

    Bibore xalo, zimanê min hinekî hishk bu, lê ez chi bikim, ma ewqas jî bê heqqî dibe? Millet li ber gulle u bobeyên tirkan ha ha saniyeya jiyana xwe ya dawiyê derbaz dike, Apo jî rabuye li gor "fîtkirinên tirkan" êrîshî kesên bi namus u sheref dike...

    Silav u rêz

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera