18 november 2010

Ji bo çi kurdên Sûriyê ji kurdên Tirkiyê kurdtir in?

Çendakî berê em çend heval mîvanê hevalekî bûn. Di nava sohbetê da hevalekî got, nizanim bala we jî kişandiye ya na, lê ya min kişand.
Ez çend caran çûm Kurdistana Sûriyê, li wir min dît her kurdê ku zanîngeh qedandiye, bûye bijîşk, abûqat, mihendiz û hwd, li Şamê ya jî li Helebê bicî nebûye, vegeriyaye welatê xwe, li Amûdê, li Qamîşloyê yanî li welatê xwe bicî bûye. Lê li ba me kurdên bakur ne wiha ye, yên me venagerin welatê xwe...
Bi rastî jî wiha ye, kurdên xwende bi welat û axa xwe ve negirêdayî ne, ji welat, milet û zimanê xwe hez nakin, heta meriv dikane bibêje ku jê direvin.
Li Kurdistana bakur, dema yek zanîngehê biqedîne û bibe xwedî dîplome û kursiyekê, heger mimkûn be naxweze vegere bajar û welatê xwe, dixwaze here li xerbê di nava tirkan da bicî bibe. Ji xwendevanên kurd yên zanîngehê diqedînin û dibin “tiştek” hejmareke pir hindik vedigerin bajarên xwe, li wir bicî dibin.
Lê dema li bajarên xwe bicî nebin, naçin bajarekî din yê Kurdistanê, rasterast berên xwe didin bajarên tirkan, li wir bicî dibin û bi tirkan ra dizewicin û dûra ew û zarokên wan dibin tirk.
Heta ne kesên xwendevan, mamûr û xwedî îş tenê, kesên teqawit dibin jî ji dêlî ku herin ya li bajarên xwe, ya jî li bajarekî din yê Kurdistanê bicî bibin, li bajarekî Tirkiyê bicî dibin, heta mirina xwe li wir dimînin.
Ev reva ji welat û miletê xwe li beşekî din yê Kurdistanê tuneye, tenê li ba me kurdên bakur wiha ye.
Ronakbîrekî mahabadî nareve Tahranê, yekî Silêmanî nareve Bexdayê, yekî amûdî nareve Şamê, li bajarên xwe, di nava gelên xwe da dimînin.
Ji bo çi wiha dibe, sebebên vê “reva ji welêt” çi ye ez baş nizanim.
Di vî warî da heta nuha lêkolîneke sosyolojîk nehatiye kirin, loma jî di destê min da tu zanînên ilmî tunene, tespît û analîza min tenê texmîn û li gor çavdêriyên min yên şexsî ne.
Bi baweriya min, dema hezkirina meriv li hember tiştekî kêm bibe, hestên aîdiyetê jî bi meriv ra namîne.
Ew aîdîyet, ew nasname ji bo meriv êdî dibe weke barekî giran, meriv dixwwze zû ji bin wî barî xelas bibe.
A ji ber ku xwenda û ronakbîrên kurdan ji bajarên xwe, ji welatê xwe, ji zimanê xwe hez nakin, ev hezkirin li ba wa kêm e li Kurdistanê bicî nabin, ji ber ku li hember bajar, welat û zimanê wan hestên aîdiyetê bi wan ra zeîf bûye.
Piştî qedandina zanîngehê, piştî teqawîtiyê ji dêlî ku herin li welatê xwe, li bajarên xwe bicî bibin û ji gelê xwe ra bibin çira û find, bibin pêşengê bicîbûna kultureke medenî û bajarvaniyê, direvin bajarekî tirkan, li wir, di nava tirkan da xwe vedişêrin.Lê xwenda, teqawid/malnîşîn û ronakbîrên amûdî, qamîşloyî, silêmaniyeyî, hewlêrî, duhokî, mahabadî, şinoyî yanî kurdên ji beşên din yên Kurdistanê wiha nakin, li bajar û li welatê xwe bicî dibin, di nava gelê xwe da dijîn.
Û ji ber vê yekê ye ku îro li gel ku nufûsa Amûdê 9-10 hezar e, lê bi dehan nivîskarên amûdî hene, bi dehan dengbêjên amûdî hene.
Mesela, Deham Evdulfetah, Bavê Nazê, Ehmedê Huseynî, Merwan Osman, Abdulkadir Mûsa, Nezîr Melle, Azer Osê, Beşîr Melle, Dilawerê Zengî, Hekîm Sefkan, Fewaz Husên, Helîm Yûsiv û gelekên din, hemû jî ji Amûdê derketine, lê nufûsa bajarê min Wêranşarê li dora 120-130 hezarî ye hîn yek nivîskarek jî, yek şairek, yek dengbêjekî meşhûr jî jê derneketiye.
Û ne Wêranşar tenê, ez dikanim Swêregê, heta Ruhayê û hemû qezayên wê jî têxim ser hev, lê dîsa jî nagihîjin Amûdê.
Amûda xwedî 10 hezar nufûs, bi nivîskar, şair û dengbêjên xwe li aliyekî û Ruha û hemû qezayên wê bi nufûsa xwe ya 1 milyon û 600 hezarî li aliyekî. Li Ruhayê û hemû qezayên bi qasî yên Amûdê nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin tunene, lê Amûdê 12 heb min jimartin û ez bawer dikim zêdetir in jî.
Li Sûriyê jî zimanê kurdî qedexeye, li wir jî kurd bi zimanê xwe perwerde nabin, lê ji ber ku ronakbîrên wan li welatê xwe, di nava gelê xwe da dijîn, bi zanîn û tecrûbeyên xwe ji gelê xwe ra, ji cîlên nû ra dibin mînak, dibin rêber.
Û loma jî xortên wî bajarî dibin xwedî mîrateke çandî û edebî.
Lê ronakbîrên me heger bikanibin li Rojava bijîn, hema yekê nakin dudu û direvin bajarekî tirkan û li wir, xwe ji gelê xwe, ji zarokên gelê xwe, weke qaçax û mahkûman vedişêrin.
Loma jî li Amûdê, li Qamîşloyê, li Silêmaniyê, li Duhokê, li Mahamadê, li Şino û li beşên din yên Kurdistanê şair û nivîskarên kurd derdikevin, lê li ba me dernakevin, çimkî mezinên me, ji welatê xwe û ji gelê û ji zimanê xwe hez nakin, ew heyran û evîndarên Tirkiyê, civata tirk û zimanê tirkî ne, loma jî naxwazin li Kurdistanê di nava kurdan da, dixwazin li Tirkiyê, di nava tirkan da bijîn û li wir bimrin....
Ez bi xwe Wêranşara ku “kurdayetî lê ketiye gorrê” bi Stenbola tirkan naguherim.
Not:
Ji bo ku sernivîs zêde dirêj nebe min "kurdên Sûrîyê û kurdên Tirkiyeyê" bikar anî...

2 kommentarer:

  1. Ew destên ku pênus digrin her hebin.Gotinên te di cîh de ne,kêmin û ne zêde ne.Bîr û baweriya Neteweyî li ba Kurdên Bakur kêm in. Kurdên Bakur dikarin bibin murîd û sofîyên baş, lê qet nabin Kurdên baş.Ev 30 salên Kurdên Bakur in ku di nav şerekî de ne; heke şerê Bakuriyan ji bo azadî û rizgar kirina Kurda buya, wê Kurdên bakur zimanê xwe bipêşde bibirana.Lê em dibînim ku Ziman û ramanên Neteweyî bi pêşde neketine, berevajî vî tiştî ziman û ramana berî bi 30 salî ji ya îro çêtir bû.
    Taybetiyek gelek baş a ku min bi çavên xwe dîtine û her sal dibim şahidê wê ev in; Ez Bakurî me lê hersal dema diçim Bakur, serdana Binxetê jî dikim.Kurdên Binxetê Kurdayetitêya xwe wek a Bakuriyan wenda nekirine, Kurdên ku bi Kurmancî dizanin qet bi zimanekî biyanî bi hevre napeyivin.Doktor bin, Abuqat bin ,mamoste bin, xwendekar bin, gundî bin jî bi hevre bi zimanê xwe yê Kurdê dipeyivin. Yanî Kurdên beşên din wek Kurdên Bakur ji zimanê xwe fêdî nakin.Bi serblindî bi zimanê xwe dipeyivin. Dema Ez li diçim Binxetê û wan Kurdên resen dibînim dilê min ji bakuriyan sar dibe û bêhêvî dibim. Te mînaka ku li ser Amûdê dayî gelekî balkêş e û rastî têde heye.
    Li gel slavên min û serkftinê dixwazim.
    Bekir

    SvaraRadera
  2. Bekir, birayê hêja gelek sipas ji bo şiroveya te.
    Mixabin wek te jî gotiye rastiya miletê me ev e, kurd heta nuha bi piranî ji hestên kurdayetiyê dûr ketin, xwe asîmîle kirin.
    Lê ji nuha û pê va, bi saya înternetê, facebookê û vê teknîka dawî bi baweriya min ewê li xwe vegerin, hestên kurdperweriyê roj bi roj ewê xurttir bibe.
    Ji ber ku cîhan êdî biçûk bûye û însan ji gelek der û doran tesîr û îlhamê digrin.
    Zayata me pir mezin e lê pêşeroj ya me ye...

    SvaraRadera