14 mars 2010

Îcar ev ji me kêm bû!

Par, piştî Newrozê hevalekî ji min ra gotibû, wî di şahiya Newroza Diyarbekrê da ”al û bandrola homoseksulan” dîtiye, lê min jê bawer nekiribû.
Min gotibû ne mimkûn e, miheqeq bandrola komel ya jî rêxistineke din e, qey şibandina rengên ala kurd.
Lê nuha ez dibînim ku yê şaş ne ew heval, ez bûme.
Tiştekî pir ecêb e, di nava 30 salî da civat ji ku hatiye ku?
Guherandinên di nava hezarên salan da çênebûn di nava van 20-30 salên dawî da çêbûn.
Li gor malperên Kaos GL, Avestakurd û Lotikxanê, hin jinên kurd yên homoseksuel bi navê Hevjîn LGBT(lezbiyen, gay, bîseksuel, transeksuel)li Diyarbekrê bi bandrola xwe beşdarî meş û çalakiyên 8-ê Adarê bûne.
Herçiqas hin kes li heberî beşdariya wan derketiye jî, lê pere nekiriye, Hevjîn LGBT 3 rojan beşdarî hemû çalakiyan bûye.
Endamên Hevjînê di çalakiyan da helbest xwendine û stran gotine û heta di dema meşê da hin jinan wan ra li çepikan jî xistine…
Dema min xeber xwend, min ji çavên xwe bawer nekir, ez matmayî mam.
Min nizanîbû ku li Kurdistanê jî jinên kurd bi vê ”nexweşiya Rojava û demokrasiyê” ketine û ketine vî halî…
Ez bi xwe bawer nakim ku hemû ”homoseksuel”, lezbiyen ji diya xwe ”homoseksuel” û lezbiyen dibin û loma dibin homoseksuel, ez viya weke dejenerasyon û nexweşieyeke bajarvaniyê û civatên pêşketî dibînim.
Li gundan tiştekî wiha tuneye, kes nizane lezbiyenî, homoseksuelî çi ye...
Li Ewrûpa bi sedan gelşên din hene ku di civatên me da hîn nayên nasîn.
Yanî şert, derûdor, zor, bêçaretî mirov dixe wî halî û dûra jî dibe weke mode û kulturekê, şiklê jiyanekê û bere bere zêde dibe…
Bi her însanî ra aliyê ”nêr û mê”, jin û mêrîtiyê heye, lê bi hin kesan ra dikane aliyek pir xurt û aliyê din jî zeîf be.
Ev mimkûn e.
Lê ev nayê wê maneyê ku însan ji diya xwe ”lezbiyen, gay, bîseksuel, transeksuel” dibe.
Helbet hin kesên nêrmo hene, ew tiştekî din e, bi emeliyetê dikanin bigihîjin cinsiyeta xwe ya rastîn.
Bi demê ra hin tiştên qedexe, ne normal û nayê qebûlkirin jî dikanin bibin normên kulturî û ji alî civatê ve werin qebûlkirin.
Mesele li civatên Xerbê(em bibêjin li Swêd)seksa berî zewacê pir normal e, keç û law mehê bi yekî/yekê ra bijîn jî normal e, dê û bav nikane îtîraz bike, civat qebûl dike.
Yê qebûl neke ne normal û paşdemayî tê dîtin.
Lê li civatên Şerqê û li Kurdistanê têkiliyeke wiha ne normal e û îro ne mimkûn e.
Bêguman li Xerbê jî ev yek ji destpêkê da ne wiha bûye, bi demê ra çêbûye û hatiye gihîştiye vê qonaxê.
Homoseksuelî li her dera dinyayê hertim hebûye, lê ne bi vî şeklî, ev yek berhem û fenomeke bajarvaniyê û pêşketina demokrasî ye.
Demokrasiya pêşketî li Ewrûpayê lê bi taybetî jî li Swêd û li hin welatên din wisa kiriye ku êdî malbata klasîk li ber ber mirin û nemanê ye û ev kultur û jiyana abnorm(nexwezayî, nenormal) roj bi roj bi pêş dikve, fireh dibe.
Civatên xerbî ji sadetî û paqijiya jiyana însanên me didexisin, dixwazin em jî weke wan bibin û weke wan bijiîn.
Dema li Swêd zarokên me wek yên wan najîn, diqeherin, bi wan pir zor tê, diwazin em û zarokên me jî şiklê jiyana wan qebûl bikin.
Xwezî vê jiyana "abnorm"li welatê me jî dest pê nekira, lê mixabin wa ye kiriye û wê roj bi roj firehtir bibe.
Sî çel(30-40)sal berê li Kurdistanê eroînkêşî û bikaranîna narkotîkayê di dereceya sifirê da bû, lê îro li gelek deveran gelşeke cidî ye.
Pir ne dûr, 70-80 sal berê civata Swêd jî weke civata me xerîbê jiyaneke wiha bû, heger hin kesên homoseksuel hebûna jî ew îş pir bi dizî dikirin, homoseksuelî şerm û eybeke pir mezin bû, însann bi dizî digirt.
Lê îro li Swêd her babet homoseksuelî bûye tiştekî pir normal, kesê vê jiyanê normal nebîne, vê kulturê normal nebîne anormal e, ne medenî ye.
Dema ev kultur bi pêş dikve û di nava civatê da weke jiyaneke normal tê dîtin, însan êdî rehet tecrûbe dikin, fena ku narkotîkayê, cixarê, alkolê biceribînin, wê jî tecrûbe dikin.
Dema kêfa wan jê ra nehat dev jî berdindin, îcar ya din diceribînin.
Mesela li Swêd gelek kes hene piştî ku bûne bav û diyên çend zarokan û şûnde xwedêgiravî bi ”homoseksueliya xwe hesiyane û bûne homoseksuel.
Ez qet ji bîr nakim, hevînekê keçeke hevaleka min a kar mektebê şandibûba me, ewê du hefteyan li ba min kar bikira.
Rojekê nizanim çawa bû em li ser homoseksueliyê û tiştên wiha peyivîn. Min got ez li dij im û bawer nakim ku homoseksuelî tiştekî genetîk e, hemû homoseksuel ji diya xwe homoseksuel dibin.
Li ser vê, keçika 15 salî ji min ra got, ”apê Zinar, tu çawa dizanî şaş e, ne baş e, dibê tu berê tecrûbe bikî, dema kêfa te jê ra nehat, wê demê tu dikanî bigihîjî baweriyekê.”
Min got keça min, ma ev sol e ku ez prova bikim?
Welhasil li gor wê, dibê berê min herdu "têkilî" jî biceribanda û dûra biryara xwe bida, hela ka kîjan baş û xweş e...
Yanî dixwazim bibêjim, piştî demekê êdî tê wê nuxteyê ku meriv dikane ”rast û çep” lêxe, herdu cinsan jî tecrûbe bike û dûra biryara xwe bide.
Li Swêd dema yek wiha bike di civatê da kes îşê xwe jê nayne, ev yek jê ra nabe gelş û kêmasiyek şexsî.
Loma jî însan bi rehetî dikanin herdu şiklên têkiliyan jî tecrûbe bikin.
Azadî, demokrasî tiştên pir baş in û dibê meriv biparêze û pêşda bibe. Lê weke hertiştî, hin gelşên demokrasî bi xwe ra tîne jî hene, dibê em viya jî bizanibin.
Nimûneyên cîhanê ji bo me kurdan tecrûbyeke pir baş e, dibê em civatên Xerbê baş nas bikin û ji bo civata xwe jê ders û tecrûbeyan bigrin, vî şiklê jiyanê weke normalîteyekê nebînin û serbestiya van têkilyan neparêzin.
Lê ne bi zorê û şîdetê, bi fikir li dij bin...

5 kommentarer:

  1. Xalo,

    Her chiqas kesên gay u transseksuel ji vir heta planeta Mars-ê ji min dur bin jî, ez ê ti carî li hemberî mafên wan dernekevim. Jiyan jiyana wan e, chawa dixwazin, wiha jî divê bikaribin bijîn. Kes nikare li ser jiyana wan qerarê bide. Lê divê kes kesî bi zora darê nekishîne ser riyeke din.

    Bêshik gelek gay henin ku bi zorê tecawîzî mêrên din dikin, yanî ev jî heye. Mesela li Kurdistan-ê tecawîzên ku polîs u artêsha tirkan li jin, kech u mêrên kurdan kirine, xwedê dizane chiqas bilind e. Wekî tu jî dizanî, mêrê kurd (wekî jineke kurd) yê ku buye qurbana tecawîzekê êdî hew dikare bi wê psîkolojiya xwe ya mirî jiyaneke normal bijî. Yanî mirov bi vî shiklî jî dikare civatekê bikuje u ji holê rake.

    Herchî lezbiyen in, ez nizanim ji ber chi ye, min qet aciz nakin. Ew u kêfa wan. Lê gaybuna mêran jî ji bo min ewqas sosret e u ji min dur e.

    Li gor zanîna min gelek faktorên cuda hene. Faktorên civakî, olî, etîkî u genetîk di gay yan jî lezbiyenbunê da roleke muhîm dilîzin. Hetta tê gotin ku gelek tishtên ku em bi kar tînin (wekmînak maddeyên shushtinê uhwd.) u dixwin jî li ser genên me tesîrê dikin. Li gel tesîra van maddeyan bi zêdeyî jî bedenê mirov hormonên mê chêdike u u u (mesela xwarina bi "soyayê" ...).

    Yanî sebebên vê yekê bi sedan u hezaran in u pir kompleks in, mirov hew dikare bi aqilekî selîm ji hev derxe, bersiveke sedîsed rast bide.

    Silavên u rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Xalê zinar ez jî weke te dibêjim ew ne tiştekî normale. Her milletî örf û adet û kultureka xwe heye. Serê her tiştî jî baweryeka xwe heye ew örfû adetan jî, li gor wê baweryê cîhe xwe digrin. Çaxa ku ew kultura zu zu bête guherîn ew millet jî ê dejenere bibe. û bite guherandin. Demokrasî û hurrîyet jî ne ku, kî jixwere çı karibe bikê bila bıke. Hiç kesek nikara bije keçamin a mine ez nadim kesekî ezê jixwere bigrim, û wek te gotî, nayê ceribandin jî. Însan wek pelçê daran ku ba di kîjan alîda hat berê xwe bide alî din nîne. Pêwîste ku li ser koka xwe şîn bibe.
    Bi silaf û rêz
    REHAWÎ

    SvaraRadera
  3. Ji delva ku bi dizi be bila eshkere be bashtir e.

    SvaraRadera
  4. Ashkere ji dizibune bashtir e

    SvaraRadera
  5. Weleh bi dîtina min bi dizî jî û eşkere jî ne baş e.
    Tiştê "pîs" bi dizî be jî, eşkere be jî xerab e.
    Ez hêvî dikim ku di nava kurdan da zû belav nebe.

    SvaraRadera