Dixwazin bawer bikin ya nekin, piştî vî temenî û vê riya spî ez jî îro ”hatim rê” û bûm ”femînîst”!
Hûnê bibêjin çawa û bi çi hawî?
Hema ez ji we ra kurt û kurmancî bibêjim: min îro baqek çîçek kirî û wek mêrekî ”modern” anî da xanimê û dûra jî bi kibarî û evîndariya xortekî dilzîz jê ra got, ”Xanim, 8-ê Adara te pîroz û bimbarek be!”
Feqîrê hinekî matmayî ma, kêliyekê di bin çavan ra li min nêrî(fena ku bixwaze bizaninbe hela ka ez serxweş im ya na)û dûra jî mizicî, fêm kir ku hişê min li serê min e, baqê(qevdê)gulan ji dest min girt û got ”sipas!”
Di rojên wiha da dibê meriv dilê xaniman xweş bike, li kara meriv e...
Zêde gazin û loman ji min nekin, wek gelek hevalên ku ji zûdaye ala spî li ba dikin, ez jî mecbûr im êdî întîbaqî şertên dinyayê û realîteya derûdora xwe bikim.
Ez nikanim li derî dinayyê bimînim, ji ber vê paşdemayina min gelek heval henekên xwe bi min dikin…
Herçiqas xanima min, dozmama min e, loma jî zêde min naêşîne û zulmê li min nake jî, lê netîce ew jî heta derekê ye.
Ji ber ku îktîdar ji bo herkesî hêzeke xweş û şîrîn e, tu kes ji peran û desthilatdariyê ne direve û ne jî têr dibe.
Li gor şert û mercên dinyayê bêguman jinên kurd jî êdî guherîne.
Jinên kurd jî êdî bûne çelziman, weke her jinê êdî ew jî qala wekheviyê dikin û jestên evîndariyê ji meriv dipên.
Erê ya min hîn nebûye ”çelziman” lê dibê ez tim hay ji xwe hebim, carnan wisa bertîl bikim, ji bo ku zû ne azire û hinên din li min neyê xezebê…
Welhasil şert meriv mecbûrî guherînê dikin, heta demekê meriv dikane li ber xwe bide, lê piştî demekê ne ji dil be jî meriv tê rê û realîteyê qebûl dike.
Esas meriv çuqasî înad bike li zirara meriv e…
Ma dewleta Tirkiye jî ne wiha bû?
Tirkan jî di înkara kurdan da gelkî li ber xwe dan, gotin kurd tunene, zimanekî bi navê kurdî tunye.
Lê nuha êdî ne ji dil be jî, bi zor be jî, pîlan û dolab tê da hebin jî axir êdî hebûna miletê kurd û zimanê kurdî înkar nakin û dana hin mafan hêdî hêdî qebûl dikin.
Yanî wan jî ji mecbûrî xwe guherand û hatin rê…
Ê de îcar piştî ku tirk ji nuxteya ”kurd tunene, zimanê kurdî tuneye”, werin nuxteya vekirina kanaleke xurrî bi kurdî, ma ez bûme ”femînîst” û di 8-ê Adarê da qevdek gul daye xanimê qey pir e?
Em bixwzin nexwazin her tişt diguhere, tu tişt wek xwe anmîne.
Bindestên do, serdestên îro ne.
Sed (100)sal berê li Swêd halê jinan ji jinên kurd yên wê demê pir û pir xerabtir bû, lê îro îktîdar di destê wan da ye û her ku diçe bêtir dikeve destê wan.
Li Tirkiyê heta 10 sal berê hêzên îslamî jî weke jinan û kurdan bindest bûn, rejîma kemalîst ya dîktator zulm li wan jî dikir.
Lê îro rewş belovacî wê ye, îcar hêzên îslamî serdest in û îcar ew zulmê li jinan û li kurdan dikin.
Di meclîsa Tirkiyê da nîsbeta jinan sedî 9.1 e.
Û ew jî bi xêra hejmara jinên DTP/BDP-ê ye, ji ber ku parlamenterên BDP-ê hema hema nîvî nîvî ne.
Heger meriv jinên kurd nehesibîne, di meclîsa Tirkiyê da nîsbeta jinan ewê ji sedî dakeve 6-7-an. Di nava 100 salî da li cîhanê mafê jinan gelkî bi kêş ket, li Ewrûpayê û gelek welatên din êdî di nabêna jin û mêran da tu ferq nemaye.
Li Afrîka û hin welatên Asyayayê jî hêdî hêdî ewê biguhere.
Li Kurdistanê jî bêguman di van 30 salên dawî da gelek guherîn û pêşketininên baş çêbûne, berî her tiştî jin jî êdî bûne hêzeke têkoşîna netewî.
Helbet hin gelşên vê guherînê jî hene, ew jî netîce û berhemên vê guherînê ne.
Yanî li welatê me jî guherandineke berbiçav heye.
Û loma jî pir normaleke ku ev guherandin tesîrê li min jî bike û ji bo rojekê be jî ez jî bibim "femînîst".
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar