03 mars 2010

Abûqatê Ocalan: Leşkeran em bikaranîn.

Abûqatê Abdullah Ocalan Îrfan Dundar, di rojnameya Sabahê da ji Hazal Ateşê ra gotiye, ”di wan rojên ku amadekariya darbeya Balyozê dihate kirin, Ocalan bi zanebûn hate tecrîtkrin û bi saya vê jî li Kurdistanê rewşeke aloz û tevlihev hate peydakirin.”
weke tê zanîn, di sala 2003-an da dema ku artêşê xwest li hember hukûmeta AKP-ê bi navê ”Balyoz/Zomp” darbeyeke leşkerî bike.
Lê darbe jî di şertên aram da nabe, dibê tevlihevî, kaos û şer hebe, bûyerên mezin biqewimin.
A ji bo peydakirina tevlihevî û kaoseke wiha mezin, leşkeran birayara gelek provakasyon û cînayetan girtiubûn.
Ji bombekirina mizgeftan bigre, heta bi gulebarankirina çend qahwexaneyan û xistina balefireke Tirkiyê ya şer, ewê gelek bûyer û cînayet bikirana.
A tam di demeke wiha da abûqatên Ocalan, li ser hev beyanên provakatîv û tahrîkkar dan û miletê kurd anîn galayanê, daxistin kolanan.
Li gel ku yên nedihîştin kes here ba Ocalan û digotin ew di tecrîtê da ye(bi îhtîmaleke mezin tecrtît jî derew bû, ji bo ku tevlihevî çê bibe wisa digotin)leşker bûn, lê dîsa jî hedefa çalakiyan hukûmet bû.
Nuha baş eşkere dibe ku ji sala 2003-an û virda ye leşkeran xwestiye dest deynin ser hukum, lê nikanîbûne.
Û ji bo ku bikanibin dest deynin ser hukum û darbeya xwe bi heq nîşan bidin, xwestine li Tirkiyê û li Kurdistanê rewşeke kaotîk peyda bikin û dûra jî hukûmetê bixînin.
Û PKK û DEHAP jî hatin lîstika abûqatên merivên dewleta kûr û miletê kurd rakirin ser piya û bi vî rengî jî pir hindik bûn aletê plana leşkeran.
Heta nuha ev, di mistewa îdîayê da bû, lê bi eşekerebûna belgeyên ”darbeya Balyozê”ra êdî hertişt li ber çavan e û loma abîqat jî êdî qebûl dikin.
Dundar bi van gotinên jêr li xwe mukur tê û dibêje:
”Di nabêna 2002-2003-an da dema ku haziriya darbeya Balyozê dihat kirin, destûra çûna me ya Îmraliyê nedan. Nehîştin 104 rojan em bi Ocalan ra hevdîtinê pêk bînin. Weke abûqat em çûn herêmê û me rewş ji xelkê ra got. Bûyer mezin bû, însan daketin kolanan. Armanca wan ew bû ku li herêmê tevliheviyê derxin. Em jî bûn aletê vê. Di Balyozê da raste rast em bikaranîn.”
Dundar dibêje, ”di nabêna çileya pêşîn(meha donzdehan) ya 2002-an û adara 2003-an da ku li gor gotinan amadeyiya darbeyê kirine, tam di wê demê da Ocalan 14 hefteyan girtin tecrîdê.”
Îrafan Dundar dibêje, ”nigekî plana Balyozê di ser Îmralî û kurdan ra derbasî jiyanê bûye” û dûra jî wiha dom dike:
”Armanca wan derxistina tevliheviyê bû, di vir da jî biser ketin. Li kuçe û kolanan xwepêşandan zêde bûn. Di wê tarîxê da me proses fêm nekir. Em bûn aletên tiştên qewimîn.”
Tiştê xuyaye heta nuha jî PKK-ê ev plana leşkeran ş merivên dewleta kûr baş fêm nekirye, ez hêvî dikim ku ji nuha û pêva fêm bike.

1 kommentar:

  1. Xalo,

    Yaw chawa dibe ku sayin bashqanê sererd u binerd yê ku dibêje "aqlê min buye milkê cîhanê", ew dafik ferq nekiriye eceba?!

    Di jiyana xwezayê da "manîpulasyon" hunera herî mezin e, ku siyaset bi xwe jî beshek ji vê ye.

    Ne Apo u ne jî PKK dikarin li dijî dewleta tirkan siyaseteke serbest bimeshînin. Ne di Apo u ne jî di PKKê da ev huner u zanyarî heye. Kesên totalîter, narsîst, megaloman u psîkopat, partiyên totalîter, fashîzan, dîktator u psîkopat tu carî rê nadin pirdengiyê u bi vê jî ji fikir u ramanên din yên bi fêde nikarin îstîfade bikin u dawiya dawîn têk dichin.
    Lê heger li vir xelkê kurd zirar u ziyaneke mezin nebîne, yê din ne muhîm e. Ha Apo u PKK mane ha chune, pênc qurush qîmeta xwe nîne. Generalên tirkan bi xwe chi qumash in, ew jî eynî tirshk in.

    Silavên germ

    Pîran Tîr

    SvaraRadera