Weke min berê jî di vî quncikî da qal kiribû, ev çend roj in dost û hevalekî min î kevn Abudlkadîr Îzol li Swêd e.
Heta nuha me çend caran sebra xwe bi hev anî, qala çîrokên berê û guhertinên li welêt kir.
Pêr êvarî em dîsa bi hev ra bûn. Em çend heval bi hev ra çûn aşxaneyeke yûnanî. Aşxaneyeke pir sakîn bû û xwarina wan jî li gor standartên Swêd pir baş û bi dilê me bû.
Lê ya herî xweş û bi dilê me sakîniya cî bû, qelebalix tunebû, dengê me diçû hev.
Ji xwe derdê min jî ew bû.
Ji ber ku (heger ne derew be)vê havînê ezê jî herim welêt, loma jî ez weke gurê birçî li dû înformasyonê me, dixwazim guherîn û pêşketinên li welêt ne tenê ji devê kurdên ji vir diçin û tên, ji devê kurdên li welêt dijîn bibihîzim.
Li wan guhdarî bikim, guherînên li ba wan ”keşif” bikim.
Hevalê min yê do, îro çawa ye, îro çawa difikire?
Loma jî min dixwest gelek tiştan jê bibihîzim û çavdêriyên wî yên vir jî fêr bibim.
Heger em ji kultura xwarinê dest pê bikin, bi dîtina wî li gor Kurdistanê û Tirkiyê, kultura xwarinê li Swêd pir feqîr e û ne mimkûn e ku bi ya Kurdustanê û Tirkiyê ra were miqayesekirin.
Got, Wêranşara ku di salên 80-î da aşxaneyeke ku alkol serwîs bikira tunebû îro 3 heb payon lê vebûne.
Ev dîtina Abdulkadir hevalên din jî destîq kirin.
Li ser nimûneya paynonên Wêranşarê ez keniyam û min got, xwezî ev pêşketin çênebûya û em kurd ji vê ”pêşketinê” bêpar bimana.
Lê diyar e ev jî ”Açilma/vebûna” kurda ye, ddibê kurd jî hinekî ”açilmîş û serpilmîş” bibin, yanî weke gulên mihemediye vebin…
Di wê taftafê da garson sehanek zeleteyê penêrê biraştî danî ser masê û dûra jî me her yekî jî teyfikek biçûk danî ber.
Mîvanê me hinekî matmayî ma, got li ba me tiştekî wiha ne mimkûn e, heger Kurdistan bûya nuha garsonan teyfikeke radikir û yek dadanî…
Helbet di dema min da jî sifra Kurdistanê dewlemend bû, lê nuha pir pêşda çûye, heta meriv dikane bibêje ku hinekî jî ji adetê derketiye.
Li Swêd jiyana luks kêm e, bi gotina swêdî hertişt ”lagom” yanî normal e, di hedê xwe da ye, ne kêm û ne zêde ye.
Perê meriv hebe jî meriv nikane li aşxaneyeke Swêd wê luksa li aşxaneyên Kurdistanê û Tirkiyê heye bidest xe.
Li Swêd rêwîtiya botê (nabêna Swêd û Fînlandiyayê)ji bo me kurdên Swêd hinekî ”luks” e. Hertişt têda heye, xwrin bufe ye, bi dehan babetên masiyan û xwarinên din hene.
Loma jî kîjan mîvanê me tê, em dibin gera botê.
Dema min bihîst biraziyên wî Keya û Serdar ew jî birine botê, min xwe hinekî qure kir û got, çi baş, nuha te kêf kiriye.
Lê ez şaş bûm, got hema hema ez birçî çûm û biçî jî hatim, tiştekî meriv bixwara tunebû û dûra jî bi xwarinên Kurdistanê û Tirkiyê ra miqayese kir.
Min got heyra, heger tu bi bufeya bota me jî neyê serî îşê me kurdên Swêd xerab e, çimkî tiştekî me yê ji wê lukstir tuneye.
Dema meriv li hevalên li welêt dimînin guhdarî dike, meriv ne tenê bi guherandinên wan, bi yê xwe jî hay dibe.
Ji van guherandinên civata kurd hinên wan kêfa meriv tîne û hinên wan jî meriv ditirsîne, xemgîn dike.
Tabî di vir da tesîr û rola salan(temen) jî heye. Dema me welat terikand em xort bûn, dîtin, norm, pîvan û nêrîna me ya li jiyanê û li pêşerojê, li dostî û hevaltiyê tiştekî din bû, îro piştî ku em bi ser 60-î ketine tiştekî din e.
Kalekî 60 salî ne mimkûn e ku weke xoretekî 20-25 salî bifikire, weke wî tevbigere.
Di vî temenî da ne mimkûn e ku dîtin, bawerî, hest, felsefe û normên me weke yên 30 sal berê be….
Çimkî do em tiştek bûn, îro em tiştekî din in, ev bi serê xwe guherandineke pir mezin e…
Loma jî guherandinên civata kurd dibê me matmayî nehêle…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar