22 februari 2010

Resmîbûna zimanê kurdî di destê me da ye

Di van demên dawî da li Kurdistanê hin tiştên pir balkêş û pir baş dibin.
Bi mebesta 21-ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî li gelek bajarên Kurdistanê bi hezaran kurd daketin kolanan û ji dewletê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin.
Li Wanê rojnameyeke rojane bi çar zimanan dest bi weşanê kir.
Vana hemû jî bûyerên baş in û ez hêvî dikim ku di pêşerojê da hemû pêşketin li ser vî mînwalî dom bikin.
Li gor nûçeya AKnewsê(Ajansa Dengûbasan a Kurdistanê) li bajarê Wanê, rojnameyeke rojane bi navê ”Van Times” bi tirkî, kurdî, farisî û îngilîzî dest bi weşanê kiriye.
Ev cara pêşîye ku li Tirkiyê û Kurdistanê rojnameyek bi çar zimanan weşanê dike.
Rojname 12 rûpel in û rojane ye.
Xwediyê rojameyê Aziz Aykaç ji AKnewsê ra gotiye, bi rojnameyeke bi kurdî, tirkî, farisî û îngilîzî, wan xwest ku ji hewildanên hukûmetê yên demokratîk ra di warê çapemeniyê da bibin piştevan û “vebûna demokratîk li Wanê bidin dstpêkirin.”
Azîz Aykoç gotiye, “Van Times zarok e, lê bi zayîna xwe ve bi çar zimanan dest bi axaftinê kir. Em wek ekîba Van Timesê ji bo nivîskarê vî bajarî, pêşeroja vî gelî, kulrtura vê civakê û biratiyê hene, bi vê mebestê em bi rê ketin. Kî bi kîjan zimanî bixwaze dikare bi wî zimanî dengûbasan bixwîne."
Bepirsiayrê Giştî Selîm Arafat Kemaloxlu jî gotiye, “ew dixwazin ligel zimanê fermî tirkî, zimanên li vî bajarî yên kurdî û farisî jî di warê çapemeniyê de bi kar bînin” û ji ber wê jî, wan li Wanê dest bi weşandina rojnameyeke pirzimanî kiriye.”
Bi derketina vê rojnameyê ez gelkî kêfxweş bûm.
Ez hêvî dikim ku ji bajarên Kurdistanê yên din ra jî bibe nimûne.
Bi qasî min fêm kir, rojname ne ji alî hin hêzên siyasî va tê derxistin, yên rojnameyê derdixin kesên serbixwe ne û bi armanceke tîcarî dikin.
Ev yek gelkî girîng e û baş e.
Girîng e ji ber ku heta kurdî nebe zimanê bazarê û însan pê tîcaret û karê nekin, bi pêş nakeve û ji mirinê xelas anbe.
Heta nuha hin hêzan bi şiklekî îdîal û bi xebatên fedekariyê di vî warî da hin gava avêtine, hin kovar û rojname derxistine.
Lê ev têr nake. Ji bo ku zimanek bi pêş keve û geş bibe, dibê gel wî zimanî di bazarê da bikar bîne, pê pera qezenc bike, pê debara xwe bike.
Wek gelek tiştên me yên din, mesela resmîbûna zimanê me jî ewê li gor şertên me û pir taybetî be.
Dewletê bi rehetî vî mafî nede me, dibê em weke milet di praktîkê da qada bikaranîna zimanê xwe fireh bikin û bi vî rengî jî dewletê mecbûrî qebûlkirinê bikin.
Yanî dema em bi xwe qursan, mekteban, radyoyan û telewîzyonan vekin, rojnameyan, kovaran û kitêban derxin, axir di her qada jiyanê da kurdî bikar bînin û pê tîcaretê bikin, bikin zimanê bazarê û her babet danûstendinê, wê demê dewletê jî mecbûr bibe qebûl bike.
Yanî dibê em kurdî bi şiklekî fîîlî bikin zimanê resmî, em vê yekê li ser dewletê ferz bikin.
Ma vekirina TRT6-ê ne netîceya vê ferzkirinê û emirwaqîtiyê ye?
Ma dewletê bi kêfa xwe TRT6 vekir?
Na, mecbûr ma.
Ji ber ku bi dehan kanalên kurdî çêbûn û qedexeya dewletê êdî pere nekir. Loma jî dewlet mecbûr man, wan jî yek vekir.
Bi îhtîmaleke mezin perwerdeya zimanê kurdî jî ewê wiha bibe.
Dibê kurd, lê bi taybetî jî xelk dest bavêje vê meselê, ne PKK, BTP, belediye, HAK-PAR û hin kes û hêzên weke wan tenê, dibê li her derê milet ji bo kara xwe rojnameyên kurdî derxe, radyo û telewîzyonên kurdî ava bikin, qursên kurdî vekin, heta mektebên prîvat/taybetî vekin.
Ez qanûnên Tirkiyê nizanim, lê li Swêd gelek mektebên prîvat hene ku muadilî mektebên dewletê ne, di nabêna dîplomayên wan û yên dewletê tu ferq nîne.
Mesela lawikê me Rojen diçe lîseyeke prîvat.
Heger li Tirkiyê ev heq hebe dibê kurd vî mafî bikar bînin.
Dema bi sedhezaran zarokên kurd herin mektebên kurdî yên prîvat dewlêtê bitirse, ewê bibêje vana di van mekteban da kurdçîtiyê fêrî zarokan dikin, ya baş ew e ku em bi xwe vî karî bikin.
Û ji xwe telewîzyonê jî wiha dest pê kir.
Gotin yasaxa me pere nake, ya baş ew e ku em kanalekê vekin û tiştên em dixwazin bi kurdan bidin temaşekirin.
Û wisa jî kirin.
Lê ev jî heta derekê ye, dûra ew jî ji bin tekela dewletê derket, nuha kî bixwaze dikane radyo û telewîzyonên kurdî yên prîvat vekin.
Loma jî dibê em bizanibin ku dewlet bi “Riya Azadî” tenê nayê rê, mecbûr nabe, dibê “Wan Times” ne li Wanê tenê, li Amedê, li Mêrdînê, li Ruhayê yanî li her bajar, qeza û nehyeya Kurdistanê jî hebe, dibê li hemû bajarên Kurdistanê rojnameyên mehelî bi zimanê kurdî jî derkevin.
Bi vî şiklî di fîîlîyatê da zimanê kurdî ewê bibe zimanê resmî û li ber dewletê jî bêyî qebûlkirinê riyeke din namîne.

5 kommentarer:

  1. xalê delal gellek spas ji bo vê nivîsa teya xweş û şêrîn, belê nivîsê te gişî şêrîn û xweşin lê belê hinek zêdetirîn in.
    Me şîreta xalê xwe girtî ye.
    Li Riha yê Radyo medya hema bi temamî bi Kurdî weşanê dike.Li Lebelê malpêra wêya înternetê a bi nivîsi temamî Kurdîye. "www.radyomedya.net " yek nivîsê xwarzîyê te ji di koşeda tên weşandin nivîsa naha "Lİ MEZRA BOTAN ERDÊ DEŞTA HERRANÊ TÊK DİÇİN" Bi vî navî weşandine.Ecep Em karin di koşê mîvanan de yek nivîsê te ji biweşînin? bi silaf û rêz
    xwarzîyê teyê REHAWÎ

    SvaraRadera
  2. Xwarziyê delal, gelek sipas ji bi şiroveta te.
    Helbet tu dikanî nivîsên min bigrî û di malpera xwe da biweşînî ya jî di radyoyê da bixwînî.
    Hemû nivîsên min malê gel in, tu jî û kurdekî din jî dikane mafdar in ku wan biweşînin.
    Lê dibê hûn nivîsê neguherînin û
    navê min "ji bîr nekin".
    Wekî din din tu şertê min tuneye.
    Ezê îşev li malpera radyoya we binêrim.
    Dibê her kurd ji bo pêşketina zimanê xwe ji tenga xwe da hewil bide û xîret bike.
    Dibê kurd di vî warî da pir bi hosteyî û biaqil hereket bikin.
    Em Çiqasî biaqil û bi tivdîr hereket bikin emê hewqasî zû bigihîjin xaye û hedefa xwe.

    SvaraRadera
  3. Xalo,

    Bêguman tu di hemî fikir u pêshniyazên xwe da xwedî maf î. Lê ka ew camêrên kurdîperest u lawên kalikên erda Kurdistan'ê.

    Welle bi fikra min be, bila kek REHAWÎ herroj nivîsên xalo di malpera "www.radyomedya.net" da biweshîne. Ma ji nivîsên xalo yên rojane bashtir ewê li ku derê yên weha xwesh u bash bibînin. Him jî ewê zêdetir bala xwîneran bikishîne.

    Bi silav u rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  4. Silav û rêz;

    Birastî jî derketina rojnameyê bi Kurdî pêşketineke pir hêja ye lê çima bi çar ziman? ma çima em her tim zimanên dî ji xwe re caîz dibînin.ma ew derê de ingiliz, tirk û farîs dijîn.ew mantikeke çawa ye? divê heye azadiya xwe em bilî Kurdî zimanên dî ji xwe re herem bikin. Xweziya ew rojname ne bir çar zimanan bi çar zaravayên me yên bi delal û şîrîn bihata weşandın.Qet nabe em ê ne zimanên xelkê zimanên xwe hin bibûna.

    SvaraRadera
  5. Bi çar zimanî ye ji ber ku em hîn tam nebûne "kurd", hîn newêrin bibêjin ez kurd im û mafê min e ku weke we ez jî bi zimanê xwe weşanê bikim.
    Ji bo gihîştina wê nuxtê ji me ra hîn pir lazim e.

    SvaraRadera