Anqere li bin guhê hev ket. Ev 2-3 roj in hukûmet û dezgehên dadweriyê ketine gewriya hev û hevûdu digerînin.
Ev cara pêşîye ku hukûmeta AKP-ê û dezgehên dadweriyê bi vî rengî tên hemberî hev û hevûdu bêminet dikin.
Herdu serî jî hevûdu bi îhlalkirina û siyasîkirina qanûnan sûcdar dikin.
Berê jî çend caran di nabêna hukûmet û erka dadweriyê da hin nakokî û gelş derketibûn, lê ne bi vî rengî.
Ya îcar pir mezin û pir cidî ye.
Loma jî dikane hişê hukûmetê bîne serî û mecbûrî guherandina hin qanûnan bike.
Ne xwe ev yek tim dikane were serê hukûmetê.
Ji ber ku piraniya endamên dezgehên dadweriyê ji bêterefiyê bêtir, di bin “emrê” artêşê da ne û li gor emir û dîrektîfên leşkeran tevdigerin.
Loma jî gava dixwazin ji hukûmetê ra gelş û astengiyê derdixin, sergêjiyê çêdikin.
Lê li gel vê jî ne diyar e ku hukûmetê îcar jî weke carên berê bi neheq û sûcdaran ra li hev neke.
Vê kirîza dawî bi girtina Serdozgerê Komarê yê Erzinganê Îlhan Cîhaner dest pê kir û her ku diçe kûrtir dibe.
Do Serdozgerê Erzinganê Îlhan Cîhaner, li ser daxwaza dozgerê Erzeromê bi îthama endametiya rêxistina Ergenekonê hate girtin û tewqîfkirin.
Piştî vê girtinê, Heyeta Bilind ya Dozger û Dadweran(HSYK) reaksiyeonek mezin nîşanî vê girtinê da û ew jî bi lez û bez civiyan.
Di vê civînê da îcar jî Heyeta Dozger û Dadweran (HSYK) bi biryarekê dozgerê Erzeromê û 4 alîkarên wî ji wezîfê girtin.
Li ser vê biryara HSYK.ê ji do da ye wezîrê edaletê, serokwezîr, serokê meclîsê, serokkomar Abdullah Gul û hemû giregirên AKP-ê û hemû endam û serokên Heyeta Dozger û Dadweran ketine pêxîla hev û hevûdu bi gelek gotinên giran îtham û tawanbar dikin.
Meriv dikane bibêje ku hukûmeta AKP-ê rûbirûyî krîzeke pir mezin e. Û ev kirîz dikane AKP-ê perçe bike, heta ji ser hukum da bixe.
Çimkî muxalefet jî dixwaze ji vê fersendê feydê bigre.
Loma jî cepheya li hember hukûmetê hinekî firehtir bûye, berê CHP, MHP û leşker bûn, nuha erka dadweriyê jî li vê cepheyê zêde bû.
Ev yek jî karê hukûmetê zahmettir dike.
Û ev ne bes e, di ser da kurd jî li dijî hukûmetê ne.
Bêguman ev yek jî karê hukûmetê zahmettir dike.
Lê di vê şêla kurdan da sûc ya hukûmetê ye, hukûmet bi êrîş û terora xwe ya li hember BDP-ê hêzeke pir mezin dike dijminê xwe.
Hukûmetê heta nuha bi erka dadweriyê û artêşê ra tim riya pişopişo û lihevkirinê hilbijart, tu carî bi cesaret neçû ser sûc û bêqanûnîtiyê.
Lê ev rê ne riyeke rast û saxlem e, dibê hukûmet dev ji vê siyaseta xwe ya oportunîst berde.
Heger hukûmet ji îro û pê va vê cesaretê nîşan nede ewê tûşî gelek gelşên mezintir bibe û bibe qurbana vê bêziraviya xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar