Wê rojê di rojnameya Azadiya Welat da li ser başiya hinarê min nivîseke bi hêl û mêl xwend.
Di nivîsê da bi dûr û dirêjî qala başî û feydeyên hinarê dihat kirin.
Dihat gotin ku hinar di warê ”wîtamîn, mîneral û antîoksîdanan da gelkî dewlemend e” û meriv kane hinarê ji bo hemû derd û nexweşiyan weke derman bikar bîne.
Li gor nivîsê:
Hinar, ji dil ra pir baş e, panzehîra penceşêrê ye, bedenê xurt dike, enerjiyê dide meriv, heraretê dibire, laş, dil û piduyan xurt dike, tamarên xetimî vedike, rê li ber nexweşiyên şekir digre, nahêle çerm biqermiçe, dengê meriv dike zengil, kolestrola xwînê û tansiyonê dadixîne…
Û hîn gelek feydeyên din, lê ez kin dibirim.
Piştî hewqas meth û sena, di dawiya nivîsê da jî dibêje, aliman gotine di mehên zivistanê da dibê meriv xwarina hinarê ji ser xwe kêm neke.
Min ji xwe ra got, weleh xêra Xwedê ye. Hema hinar û ne tiştekî din…
Berê li Swêd hinar tunebû, lê di van salên dawî da, bi zêdebûna xerîban ra sebze û fêkiyên ew dixwin jî zêde bûn, êdî li vir jî hema hema hemû sebze û fêkiyên ji her dera cîhanê tê dîtin.
Roja din piştî kar min raste rast berê xwe da dikanê û çend hinarên xwe yên tu dibê gome kirîn.
Ev sê roj in xwarina min wer hinar e. Xanim ditirse ku di taliya emrê xwe da û berî vegera welêt min aqil berdaye, dibêje te xêr e, tu bûyî weke erebê çav li penêrê ter kevî, te bi hinarê xwe kuşt, mesele çi ye?
Ez dibêjim xanim, êdî dermanm mermanan, tuxtor muxtoran ji bîr bike, hinar dermanê her derdî û her nexweşiyê ye. Ez dixwim ji bo ku ji pêrgiyê li hemû nexweşiyan bigrim.
Yanî ez ji nuha da tedbîra xwe digrim. Û di ser da pisporan gotine zivistanê zêde bixwin. Û niha jî zivistan e, mîtrok berf li erdê ye û serma 10-15 derece di bin sifirê ra ye. Loma jî dibê ez zêde bixwim.
Esas ez fêm nakim ev derman û tebîb liv ê cîhanê ji bo çi hene, însan ji bo çi diçin pêşek perên xwe bela sûc û bela sebeb didin derman û tebîban.
Ji dêlî wê va hema bira rûnin û hinarê bixwin.
Lê nej i bo hinarê tenê, ji bo hemû fêkî û sebzeyan jî eynî tiştî dibêjin, hercarê qala başiya fêkî û sebzeyekî dikin.
Tu hew carê dinrî pisporekî gotiye:
Tû, xwînê paqij dike, di laş da madeyeyên jahrî nahîle, xwîdanê dide meriv, riya îdrarî vedike, qebziyê radik.
Biyok, made û rûviyan xurt dike, dîzanteriyê dibire, xwînê paqij dike.
Bihîv, westana bedenî û zihnî radike, meriv zînde dihîle.
Gûz, xwînî paqij dike, bêxwîniyê nahêle, emel û dîzanteriyê dibire. Ji bo nexweşiya şekir û weremê pir baş e.
Çîlek(tûfiringî), hundurê meriv paqij dike, cild xweşik dihêle û ji bo kesên ku gelşa wan ya rûvî û gurçikê hene jî dermanekî pir baş e.
Sêv, ji xwe dermanê dermanan e. Li gor îdîa aliman, kesê rojê sêvekê bixwe riya tuxtor bi mala wî nakeve, dermanê dil ya herî baş e.
Xurme, ji bo dil tamaran dermanê herî baş e, dibê meriv tim bixwe.
Zebeş, qûma di gurçikan da dihelîne û meriv zînde û xurt dihêle. Lê ya herî girîng jî mêran henşerî dike, yanî hêza cinsî(potensê)xurt dike. Lê ne ya jinan, tenê ya mêran zêde û xurt dike. Qey ewê ji bo wê be mêrên kurd zebeşan pir dixwin, havînê her mêrekî kurd bi kêmanî zebeşekî dixwe. Û ez bawer dikim ne xêra zebeşan be ji xwe kurd nikanin hewqas zarok çêkin, di nabêna zebeş û zarokên zêde da têkiliyek heye.
Ez bi xwe dereng bi vê feydeya zebeş hesiyam...
Giryaz, weke aspirînê ye, li hember hemû êşan baş e.
Porteqal, rê li ber penceşêrê digre û wîtamîna C gelkî zêde tê da heye.
Şiftelî, ji bo qebziyê baş e, rûviyan paqij dike û zûriyan dixîne.
Sîr, hêz û qewetê dide meriv, jana romatîzmayê kêm dike, tansiyonê tekûz dike, hezimkirinê hêsan dike.
Firingî, ji alî mîneralên A, B, C ve pir dewlemend e, alîkariya hezimirinê dike, made û riviyan dide xebitandin.
Nuha hûn li gor nexweşî û hewcedariyên xwe dikanin ji van sebze û fêkiyên ku min navên wan û feydeyên wan yeko yeko rêz kirine hinekan ya jî hemûyan herin bikirin û dest bi xwarinê bikin û pişt ra jî hemû nexweşî û dermanan ji bir bîkin.
Esas hinarê tenê têr dikir, lê min got tişt nabe, bira çend dermanên din jî li kêlek hinarê li mala we hebe...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar