30 oktober 2009

Fanatîzim

Xwarina pir zêde meriv nerehet dike, zikê meriv diêşîne.
Vexwarina pir zêde serê meriv diêşîne, meriv serxweş dike.
Û dîndariya pir zêde jî meriv ji kor dike, ji rastiyê, ji realîteyê, ji hiş û şiyana hizirkirinê dûr dixe, dike fanatîk.
Û fanatîzim jî şêl û haletekî pir xerab e, meriv ji îradeye nirxandinê, ji bikaranîna aqil bêpar dihêle, ji bînfirehî û xweşbîniyê dûr dixe.
Kesên fanatîk weke robêtên ne ji vê serdemê hereket dikin, fena ku ne ji vê cîhanê bin, pêşketinên civakî, şertên nuh wan alaqedar nake.
Ji bo kesên fanatîk tenê dîtin, bawerî û nirxên ku ew jê bawer dikin rast in, loma jî dibê hemû însaniyet van dîtin, bawerî û nirxên wan bikin taca serê xwe û jiyaneke li gora van nirxan, li gora vê baweriya dînî bidomînin.
Fanatîzim celebekî dînîtiyê ye, loma jî meriv nikane doza şiyana nirxandinê, doza tevgere biaqil l iwan bike.
Dîn, li her derê dîn e, ha li gundekî çola Yêmenê û ha jî li paytexta Swêd li Stockholmê jê ra qet ferq nake.
Ji ber ku ne fedî dike û ne jî bîrî başî û xerabiyê dibe, jê ra her der teyşta dayika wî ye, li herderê dikane ardê xwe li moxilê xwe, aqilê wî yê kêm jê ra çi emir bike, bêyî ku guh bide der û dora xwe wisa hereket dike.
Do danê êvarî li Stockholmê ez ji termînala(xeraca)otobozan derbas dibûm. Ji nişka ve ji milê min ê çepê giriyê zarokekî bi ber guhê min ket.
Min berê xwe bi wî alî da kir.
Bi dîmenê min dît ra ez matmayî mam, min ji çavên xwe bawer nekir…
Tiştê min didît, tebeyak, mêr bû jin bû ne diyar bû, di nava çarçefeke qûl î reş da li ber cama termînalê pişta wê/wî bi rêwiyan û kesên diçin û tên da bû, di camêra li der dinêrî. Du zarokên biçûk jî(yek 2 salî û yek jî 3-4 salî)li erdê, yê biçûk digriya.
Ji ber ku pir nêzê camê bû û pişta xwe jî bi riya çûyin û hatinê da kiribû, loma jî pêşiya wê xuya nedikir, meriv tenê ji para didît.
Min meraq kir, ji bo ku ruyê wê bibînim ez çû kêlekê û min ji pê ra bala xwe da ruyê teba, qijika reş.
Bi dîtina ”rû” ra matmayina min zêdetir bû.
Çimkî bira xuya kirina rû/wec li wir bimîne, çavên tebaya li ber min jî ne xuya bûn.
Xêliyeke reş bera ser ruyê xwe da bû weke qijikek mezin ya bi xof, di orta derya milet da di ser çêlika xwe ra sekinîbû.
Bi îhtîmaleke mezin ji bo ku milet zêde şoke neke, netirsîne pişta xwe bi riya çûn û hatinê da kiribû, bi sedan însan di pişt wê ra diçûn û dihatin.
Tiştê min û bi sedan kesî didît tiştekî pir absurd, pir nelirê û dûrî aqil û îzanê bû, dîmenekî dînîtiyê bû.
Li Stockholmê li termînala merkezî qûqlayeke reş di nava milet da sekinîbû û kesî nizanîbû ew însan e ya na.
Û du zarok jî li erdê, ki ber qûqla reş digriyan û dixwestin ku çarçefa reş wan rake û têke himêza xwe.
Lê qûqla reş xwar nedibû û ranedihîşt zarokan…
Ji ber çi sebebî dibe bira bibe, ez fêm dikim ku hin jin serê xwe digrin, xwe dipêçin ya jî mecbûrî vê lixwekirinê dibin.
Lê ne bi vî rengî…
Girêdana serî, lixwekirneke hinekî girtî me qebûl e, lê ne ku têkeve nava çewalekî reş û zarokên meriv jî çavê meriv jî nebîne.
Geleo zarokan di wê kêliyê da çi his dikir, çi difikirîn?
Belkî giriyê wan jî ji tirsa bû, ew rewş protesto dikirin , digotin, dayê tu çima wiha dikî, em dixwa ruyê te, çavê te bibînin...
Lê fanatîzma dînî ev yek li zarokan qedexe kiye...
Tu dînî, tu pêxemberî û tu kitêbeke miqedes sosireteke wiha li ser însan ferz nekriye, ev îcad û zirdîniyeke hin kesên fanatîk û nexweş e.
Fanatîzim însanan ne tenê ji aqil û ji şiyana hizirkirinê, ji însaniyetê jî dûr dixe, dike pêkenîn.
Xwedê meriv ji her babet fanatîkiyê biparêxe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar