21 oktober 2009

Em çi pîroz dikin?

Do hesabê min ê mal û bajêr li hev derneket û loma jî min pê ra negîhand ku nivîsa xwe ya rojê binivîsim.
Hevalekî min ê ku hinek jê ra dibêjin ”rebê zilaman”, lê ez jê ra dibêjim ”rebê zaliman” ji welêt hatibû, dibê min biçûya xêrhatin bidayê.
Hesabê min ew bû piştî hinek sohbet, ezê zû herim mal, lê weke gelek caran hesab tevlihev bû û ez mam heta nêzî donzdê şevê. Heta ez gihîştim mal saet dihat yekê şevê.
Min xeber girt êvarî ewê biçe çayxaneya Heciyê bedlîsî. Jixwe ciyê me yê hevdîtinê jî bi piranî wir e.
Welhasil…
Piştî kar ez çûm wir, me hevûdu dît, mirç mirç em çûn lep û ruyên hev û dûra jî lêpirsîna ”tu çawa yî, baş î” dest pê kir.
Berê min li halê wî pirsî, dûra wî li halê min pirsî, yek ji wî, yek ji min, wext herikî û şev zîz bû.Cimat geriye, sohbet germ bû, çay, qahwe û helbet bîra mîra, şerab merab jî çûn û hatin, kêfa serê min geş bû.
Dema ez gihîştim mal nîvê şevê ji zûda qulubîbû û tu hêza ku min bikanîbûya tiştek binivîsiya bi min ra nemabû.
Min ji xwe ra got, Zinar, sibe tê xêr vêra û min çû serê xwe danî.
Ji ber ku do bi şev min serê xwe zêde germ kir, loma îşev jî ez hîn westiyayî me û bala min lêye ez pir ne li ser hişê xwe me…
Ez bawer dikim di derbarê rapora do da hewqas agahdarî bes e.

Nuha jî ez dixwazim li ser hatin û şiklê pêşwazîkirina ”qasidên aştiyê” çend tiştan bibêjim.
Wek tê zanîn do her 34 endamên gurûbên aştiyê yên ji Kampa Maxmûr û ji çiyayê Qendîl hatibûn serbest hatin berdan.
Piştî serbestberdanê hemû endamên gurûbê li otobosa DTP-ê siwar bûn û li Silopiyê ji aliyê girseyeke pir mezin va hatin pêşwazîkirin.
Piştî Silopiyê, li Cizîrê, Nisêbînî û îro jî li Diyarbekrê bi sedhezaran kurd bi
Kêf û coşeke mezin çûn pêşwaziya endamên gurûbê.
Ev du roj in li wê herêmê û li hin bajarên din kêf û şahiye, bi sedhezaran însan rabûne ser nigan û vê serbestberdana ”qasidên aştiyê”(ev gotin cara pêşî di 17-ê mehê da min bi kar anî. Bala min lê ye gelek malper û telewîzyon ji do da ye ew jî gotina ”qasid” bikar tînin.)bi coşeke pir mezin, fena ku Kurdistan rizgar bûbe, miletê kurd gihîştibe serxwebûn û azadiya xwe pîroz dikin.
Bi baweriya min ev şêl pir ne rast e, dibê meriv hinekî bi temkîn be.
Bêguman serbestberdana hemû endamên gurûban pêşketineke baş e û loma jî pir normal e ku kurd pê kêfxweş bibin û pîroz bikin.
Lê ne weke ku Kurdistan rizgar bûbe...
Ez hêvî dikim ku ev gav di çarçeweya ”peyman” û lihevkirinekê da hatibe kirin û destpêka çareseriya meselê be.
Yanî erê ji bo vê ”serkeftinê” kêfxweşî normal e, lê ne bi vî rengî, ji ber ku miletê kurd hîn tiştek bi dest nexistiye, dewletê tenê di çarçeweya plana xwe da îro girtin rast nedîtiye û loma jî kes negirtiye.
Û dibê meriv yê hember jî hewqasî tahrîk neke, cepheya li hember hukûmetê fireh neke, ev dikane li zirara me be.
Sibe dema dewlet hewce bibîne ya jî mecbûr bimîne ewê ”qasidên”me bigre û tewqîf jî bike…
Ji xwe waye dibêjin dozgeran dest bi lêpirsînê kirine jî.
Diyar e li bendene ku dinya hinekî kês û fês bibe, dûra ewê dest pê bikin, belkî jî bigrin jî...
Ji bo ku dewlet sibe nikanibe tiştekî wiha bike di destê me da tu peyman û garantî tuneye, em tenê hêvî dikin ku dewleta tirk siyaseta xwe biguherîne, tiştekî wiha neke.
Kurdan mafekî herî biçûk jî bi dest nexistiye, dewlet bi kesî ra rûneniştiye û peyman îmze nekiriye.
De îcar hewqas qerepere û qelebalix ji bo çi ye?
Me ji dewletê çi stendiye ku em hewqasî kêfxweş û dilşa dibin, bi coşeke hewqas mezin û bi sedhezaran pîroz dikin?
Tiştê bûye dewletê tenê negirtiye û tewqîf nekiriye, hew...
Sebebên “Qasidên aştiyê” derxistibûn serê çiyê hîn yek jî ji ortê ranebûne, do gerîlla ji bo kîjan sebeban derketibin serê çiyê, îro jî hîn eynî sebeb mewcûd in.
Me hîn tu mafekî xwe bi dewletê nedaye qebûlkirin û nexistiye bin garantiya qanûnan.
Tenê me hin “mafên” fiîlî xuluqandiye û dewlet jî îro dengê xwe nake, çavê xwe digre.
Ya jî tê hesabê dewletê nuha dengê xwe neke, lê ev nayê wê maneyê ku ewê sibe jî dengê neke.
Netîce dibê em ji xwe bipirsin, bi vê vegerê me çi bidest xistiye û em çi pîroz dikin?
Em destvala derketin çiyê û destvala jî vegeriyane...
Em çi pîroz dikin?
A ji ber van sebeban, bi baweriya min dibê meriv serbestberdan “qasidên “aştiyê” zêde mezin neke...

2 kommentarer:

  1. Xalo,
    Te bi temamî rast gotiye, ez jî nikarim vî tishtî ji hev safî bikim. Gelo aniha îro chi ketiye destê kurdan, chi? Divê miletê kurd xwe bi tishtên vala nexapîne, heta ku "zimanê kurdî u nasnameya kurd" di makeqanunê da cî nebe.
    Bêshik jibo psîkolojiya kurdan dibe ku tesîra vê yekê hebe. Lê psîkolojiya îro ya pozîtîf dibe ku sibe bibe tofan u bingeha miletê kurd biqelîne. Ez dibêm bi kerema xwe kurdino, hishyarî u hishyarî.

    Silav u rêz

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  2. Hatina qasîdên aştiyê bandoreke mezin li min kiriye. Bi ser bûyer bi xwe de jî, muqayeseyeke girîng diyar dibe. Nivîsarên Apê Zinar yên ji 21 û 25’a mehê xelekên muqayeseyê der birin. Wek ku aştî di nav kurd û dewleta tirk de nîn bû, di nav Xwedê û mirovan de jî nîn bû. Di her du rewşan de sedema tunebûna aştiyê hebûna neheqiyê ye. Neheqiya ku di nav tirk û kurdan de derket holê jixwe tê zanîn; ya di nav Xwedê û mirovan de gunehkirin e. Ji ber ku Xwedê bêkêmasî ye mirovên gunehkar nikarin nezîkî wî bibin.

    Tiştê balkêş ev e: Bila di nav têkiliya tirk û kurdan de be, bila di nav Xwedê û mirovan de be, kesê ku ji ber neheqîyê cefa dikişand gava yekemîn avêt ku aştiyê pêk bîne. Ango, tevî ku me dev ji Xwedê berda, Ew bi me re sadiq maye û Îsa Mesih şand dinyayê ku mirina ku heqê guneha me ye, bibîne. Bi tenê bi vî karê Xwedê ye ku em dikarin ji gunehê, mirinê, û hêrsa wî rizgar bibin. Wek ku kurd qasîdên aştiyê şandin, Xwedê Qasîdê Aştiyê, Îsa Mesih, ji mirovan re şand.

    Lê belê li vir e ku cudahiyeke di nav van du rewşan de diyar dibe. Apê Zinar wisa dibêje:
    "bi sedhezaran însan rabûne ser nigan û vê serbestberdana ”qasidên aştiyê...bi coşeke pir mezin, fena ku Kurdistan rizgar bûbe, miletê kurd gihîştibe serxwebûn û azadiya xwe pîroz dikin."
    Ligel vê têbiniya xwe me hişyar dike ku em vê bûyerê zedê pîroz nekin. Şiyariya wî rast e, û wisa didome:
    "Ji bo ku dewlet sibe nikanibe tiştekî wiha bike di destê me da tu peyman û garantî tuneye, em tenê hêvî dikin ku dewleta tirk siyaseta xwe biguherîne, tiştekî wiha neke.Kurdan mafekî herî biçûk jî bi dest nexistiye, dewlet bi kesî ra rûneniştiye û peyman îmze nekiriye."

    Gava ku Xwedê avêt ne wisa ye. Dema ku Îsa Mesih cezaya gunehên me, ango mirin, kişand û bi vejîna wî hêza xwe ya li ser guneh û mirinê nîşanî me da, peymanek çêkir. Ev peyman jî tiştekî qanûnî ye û nayê guhertin:

    "Xudan dibêje: 'Piştî wan rojan peymana ku ezê bi mala Îsraêl re girêdim ev e: Ezê qanûnên xwe bixim hişê wan û ezê wan li ser dilê wan binivîsim. Ezê bibim Xwedayê wan, û ew jî wê bibin gelê min...ezê li hember neheqiyên wan dilovan bim û êdî ez gunehên wan tu caran naynim bîra xwe.'" (Îbranî 8:10, 12)

    Cudahiyeke din jî heye. Apê Zinar dibêje:
    "Sebebên “Qasidên aştiyê” derxistibûn serê çiyê hîn yek jî ji ortê ranebûne, do gerîlla ji bo kîjan sebeban derketibin serê çiyê, îro jî hîn eynî sebeb mewcûd in.Dibê ev yek ji bo PKK-ê jî wiha bûya, pêşwazîkirin bûye ya nebûye, deh kes çûne pêrgî ya yek milyon însan çûne pir ne girîng e.
    Ya girîng ew e ku çi feydeyê digihîne nêt û armanca me kurdan?"

    Lê gava ku Xwedê avêt ne wisa ye. Pê re her tişt guheriye. Pirsgirêka me ya herî mezin, ango guneha ku dibe sedema mirina me ya ruhanî û bedenî êdî namîne. Wek ku di Peyva Xwedê de tê nivîsandin:
    "Çimkî Xwedê wusa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe. Xwedê Kurê xwe neşand ku dinyayê sûcdar derxe, lê ew şand ku dinya bi wî xilas bibe. Yê ku baweriyê bi Kur tîne, jiyana wî ya herheyî heye. Yê ku bi ya Kur nake, jiyanê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne." (Yûhenna 3:16-17, 36)

    Her çiqas ku ev bûyera di nav kurd û tirkan de girîng e jî, pirsa berteka me ya li hemberî vî karê Xwedê hîn girîngtir e. Gelo em ê bersiveke çawa bidin Qasîdê Aştiyê ku wî şand? Eger em vê yekê bipejirînin ku Îsa Mesih di ber me de mir, teqez e ku em ji gunehên xwe xilas dibin. Eger em vê gava ku Xwedê avêt paş guhê xwe bavêjin, xezeba wî li ser me dimîine û em ji aştî û jiyana herheyî ya ku ew dixwaze bide bêpar dimînin.

    Silav û rêz
    Laura

    SvaraRadera