14 september 2009

Payiz...

Havînê zû xatir ji me xwest û payiza xembar destpêkir.
Dar hêdî hêdî hişinayî û xemlên xwe wenda dikin û bi rengekî hustuxwar teslîmî bê dibin û pelên xwe diweşînin.
Gul û kulîlkên hewşa me êdî venakin û bînê nafûrînin.
Ew jî gelkî xemgîn xwanê dikin.
Me dara xwe ya giryzê ji zûdaye rûçikand û reçela xwe xist qawanosan, para xwe rakir û para zarokan lê belav kir.
Dara me ya sêvê îsal cara pêşî çend sêv pêşkêşî me kir, me ew jî ji zûda xwarin.
Nuha herdu dar jî bê xemil û xêz in, pelên wan hatine ber zerbûn û weşandinê, weke însanan ew jî li bende rojên xwe ne.
Li Stockholmê ji berêvkê da zerayî ketiye pelê daran, ba, pelên zerbûyî û yên rengo rengo ji daran dirûçikîne û li vir û wir belav dike.
Heta dawiya meha bê ewê piraniya daran şût tazî bike
Li Swêd gelek kes ji payizê hez nakin, li gor wan payiz demsaleke xembar e.
Sar û serma ye, tim ba û bahoz e, dar xemlên xwe datînin, gul venakin, bi şevan bajar xalî dibe.
Havîna xweş û germ qediyaye û şevên zivistanê yên dirêj jî li ber derî ne.
Ji nuha û pêva êdî swêdiyên tik û tenê, weke hefsiyan têkevin hunduran û vexwin û xemgîn û merezarî bibin.
Ne xêra kûçik û pisikan be gelekên wan ewê zivistanê neqedînin û xwe negihînin buharê. Kûçik tenêtiya wan kêm dikin.
Loma jî naxwazin payiza rengîn were û dar pelên xwe biweşînin…
Bi hatina payizê û nêzîkbûna zivistanê ra dîlberên porzer û çavhişin weke havînê nikanin xwe tazî bikin, bi ber û pêsîrên tiştîrî kezebê li kal û xortan biperitinîn.
Zivistana sar, berf û pûk û şevên dirêj û tarî weke kabûsê swêdiyan e.
Loma jî gelek kes naxwazin navê sar û sermê û zivistanê bibihîze.
Lê ez bi xwe ji payizê hez dikim, herçiqas kalîtiyê, dawiya jiyanê û mirinê tîne bîra min jî lê dîsa xweş e…
Ji ber ku herdera Stockholmê dar, bexçe û park in, loma jî payizê, bi taybetî jî di meha cotmehê da herdera bajêr dibe keskesora rengên.
Ji zûda ye me kursî û maseyên hewşê top kirine, êdî em li der rûnanin, lê hewş hîn tevlihev e.
Min îsal dara ku ew jî weke min kal bûbû birî û li hewşê daye ser hev.
Em li bende roja paqijyê ne, wê rojê emê him hewşê paqij bikin û him jî gulî, qirş û qalên kom bûne bavêjin.
Li Stockholmê rojên payizan kes li der tuneye, saet piştî şeş heftan(18.00-19.00)hemû kolan û kuçe vala dibin, li hewş û bexçeyan ne ins û ne jî cins heye, li hewşan dengê cîranan nayê bihîstin. Herkes dikeve hundur û derî li ser xwe mezbût digre.
Heger ne mecbûrî be kes dernakeve der, di hunduran da xwe didin ber telewîzyonan.
Jiyana şevê ji bin da dimre.
Loma jî şevên înî û şemiyan hinekî ruh bi bajêr da tê û însan lek bi lek berên xwe didin sînema, tiyatro û aşxaneyan.
Bi şev ji bo cixarekişandinê dema ez derdikevim der, dibîninm ku kuçe û kolan, herder xir û xalîye, li hawidor bêdengiyeke bêdengiyeke mezin heye.
Tenê vizîna bê, xişe xişa pelên bi ber bê dikevin, ya jî dengê reşêşkên baraneke hûr tê.
Şevên payizê, şevên mişt xemgînî û kovana in, di tenêtiya şevê da gelek bîranîn, rojên tal û şîrîn tîne bîra meriv, loma jî ez ji şevên payizê hez dikim.
Çimkî min dadixe binê derya xem û xeyalan…
Nizanim çima lê îşev jî koevaneke giran xwe bera ser dilê min da, min jî hemû dolab û dexîlên hafiza dilê xwe tev da, tevlihev kir û hema rastî çi hatim, min ”xwend” û rojên borî weke şirîta sînemayê anî ber çavê xwe.
Axir payiz demsaleke bi kovan e, hesresta salan kûrtir dike û weselam e…

3 kommentarer:

  1. Xalo, te îmana payîzê bash guvashtiye yaw. Rast e, payîz mirov gelekî xemgîn dike. Lê dîsan jî kêfa min bi payîzê pir tê. Bi taybetî jî pelên rengîn yên daran chavên mirov sermest dikin.

    Li gorî ku min di lêkolîneke amerîkî da xwandibu, jibo ku dar kokên xwe ji dexelan/ashêfan biparêzin, kokên xwe dirêjtir bikin u av u mîneralên di nav axê da bigirin nav xwe, jehrê berdidin nav pelên xwe ku ew biweshin ser erdê u wan dexel u ashêfan bikujin (ango paqijkirina pelên li bin daran jibo daran kushtineke bê îman e).

    Sedema duyem jî jibo ku pel di sermayê da necemidin, vê dikin.

    Xalo, nebê ku tu her tim pelan radikî u davêjî haaa. Guneh e yaw xalo, wîîî.

    Silav u rêz

    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  2. Xalo, ma tu jî cixarekêsh î? Offf qet nebu welle. Na naaa, xalo gerek tu bi lez u bez "dev" jê berdî dînime îmanime.
    Silavên germ
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  3. Xalo
    Ez dibêm di turika te peyv u hevokên gelekî edebî jî hene. Heger tu bixwazî, bi fikra min tu yê bikarî bibî edebiyetv anekî qirase.
    Bi baweriyam minpayîzên li wan deran u yên van deran zêde li hev nashibin. Li Kurdistan-ê payîz bi rastî jî tam payîz in. Meriv bi jiyana xwezayê ecêb dimîne.
    Silav
    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera