27 september 2009

Îşev dîsa kela dilê min rabû

Seokê CHP-ê Denîz Baykalê Çerkez, do dîsa neyartiya xwe ya li hember miletê kurd û zimanê kurdî nîşan da.
Baykal, serokwezîr Erdogan ji ber siyaseta wî ya di derbarê mesela kurd û zimanê kurdî da rexne dike û dibêje, ”bêyî zimanê tirkî ewê tu zimanekî din qebûl nekin.”
Li gor îdîeya Baykal, AKP têra xwe ne li dijî kurdan û zimanê kurdî ye, dibê hîn bi sertî li dijî resmîbûn û perwerdeya zimanê kurdî derkeve.
Baykal di axaftina xwe da li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derdikeve û dibêje, ”Esasê milet ziman e. Zimanê me tirkî ye. Axaftin û resmîbûna zimanê tirkî hîmê yekîtî û hevkariya me ye. Serokwezîr îro çi dike? Li dora yekîtiya zimên dijatiyê dide destpêkirin. Wezîfeya kesên dewletê îdare dikin dibê ne ew be ku li gel zimanê resmî zimanekî din jî qebûl bikin û weke raqibê zimanê resmî nîşan bidin, dibê ne wisa be. Zimanê Tirkiyê tirkî ye û ewê tirkî bimîne.”Ez bawer nakim ku van gotinên Baykalê mahcirê Kafkasan ji bo tu kurdî surprîz be, hemû kurd dizanin ku Baykal mahcir û çerkezekî eslê xxwe înkar dike û ruhê xwe firotiye îdeolojiya nîjadperestiye tirk.
Ji ber ku ew kok û nîjada xwe înkar dike, loma jî ji kurdên ku weke wî eslê xwe înkar nakin û ruhê xwe nafroşin kamalîzma panturkîst gelkî aciz e û di her fersendê da dijminatiya wan dike.
Baykal dizane ku mesela herî girîng ziman e, dema zimanê kurdî jî weke zimanê tirkî bibe zimanê resmî ewê rê li ber rizgar bûna gelek miletên din jî vebe.
Loma jî mêrik bi hemû hêza xwe li dijî resmîbûna zimanê kurdî derdikeve û dibêje ”esasê milet ziman e, axaftin û yekzimaniya” tirkî dewleta tirk li ser nigan dihêle, roja ev ev ”yekzimanî” ji ortê rabe bêyî kurdan miletên din jî ewê bigihîjin azadî û mafên xwe yên netewî.
Lê di vir da tiştê xerîb ne şêla Baykal e, Baykal mêrik carê dev ji qewm û koka xwe berdyaye û kumê nîjadperestiya tirk daye serê xwe, loma jî meriv nikane loma ji şêl û neyariya wî bike.
Tiştê meriv matmayî dihêle şêl û israra kurdên tirkîparêz in, kurdên ku dimrin û dev ji tirkî bernadin.
Dewlet û Baykal dijmin in û helbet ewê rê nedin perwerdeya zimanê kurdî, helbet ewê nehêlin kurd bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û bipeyivin, helbet ewê bixwazin hemû kurd bi tirkî bipeyivin û binivîsin.
Di vê şêla Baykal û kesên weke wî da tu anormalî tuneye, anormalî di şêla siyasetmedar, romakbîr û gelek rîsipiyên me da ye, ew ji Baykal bêtir zirarê didin vî miletî, çimkî kurd li Baykal guhdarî nakin lê wan pir hindik guhdarî dikin.
Ji ber ku kurd in û di nava kurdan da ne.
Erdogan, Baykal û Başbûg pir vekirî dipeyivin, dibêjin ji bo ku em kurdan jî weke miletên bihelînin, bikin tirk dibê em wan asîmîle bikin, dibê kurd û bi taybetî jî cîlên nuh radibin kurdî fêr nebin.
Û ji bo vê jî dibê jin werin asîmîlekirin.
Çimkî li gor dewletê kesên di bin 40 û 50-î ra ne problem in, îşê wan qediyaye. Kal û pîr jî jixwe li ber mirinê ne, dimîne cîlên nuh radibin, gava ew ji diyên xwe kurdî fêr nebin mesele diqede, kurd jî dibin tirk.
Tiştê herî normal, siyasetmedar, ronakbîr, edîb, nivîskar axir kurdên ku başiyê û xerabiyê ji hev digerînin û xwedêgiravî di warê siyasî û îdeolojîk da pêşengiya vî miletî dikin li hember vê plana dewletê dibê xweliyekê li serê xwe kin, li gor hêza xwe, miletê xwe biparêzin, li dijî asîmîlasyonê şer bikin.
Li zana û rêberên me eksî vê dikin, dema meriv çavên xwe li malperên kurdan digerîne meriv bi matmayiyeke mezin dibîne ku bi sedan kurdên bîrewer, zana, ronakbîr, kurdperwer, kurdîzan, xoce, mele, alimê dînî welhasil bi sedan kurdên ku meriv qet hêviyê jê nake ku ewê di demeke wiha da hîn jî bi tirkî binivîsînin, dev ji kurdî berdane û bi tirkî dinivîsin.
Tew hinek hene vê taliyê pê ketine, berê qet bi tirkî nedinivîsandin, jixwe meriv nizanîbû ku ew bi tirkî dizanin, lê bala min lêye wan jî bi evîndariyeke pir mezin xwe li tirkî serqot kirine.
Yanî weke mîza devê em roj bi roj paşda diherin, ji dêlî ku bi zimanê xwe binivîsin, dev ji zimanê xwe berdidin, dest bi tirkî dikin.
Bi baweriya min tirk çi bînin serê me jî me heq kiriye, ji ber ku em tu carî nikanin ji tirkan û zimanê wan qut bibin.
Ew çuqasî ji kurdan nefret dikin, li wan dixin, heqaretê li wan dikin, wan dikujin, kurd bêtir dibin heyran û evîndarê tirkan, Tirkiyê û zimanê tirkî.
Yaho li hember van quretî û çavsoriyên Erdogan û Başbug bi kelbetanan goştê min jî jêkin ez dîsa jî ji kurdan ra, di malpereke kurdî bi tirkî nanivîsim.
Lê ne xema mezinên me ye...
Ji bo ku xelkê xêrnexwaz ya jî dijmin zirarê nede meriv, diziya meriv neke, meriv xwe diparêze. Mesela meriv deriyê mala xwe, deriyê dikane xwe digre.
Ya jî ji bo ku li meriv nexin, meriv hevza xwe dike, tedbîra xwe digre.
Lê yên me wisa nakin.
Dewlet dibêje hebûna zimanê kurdî tahlûkeye, ji bo ku kurd bibin tirk dibê kurdî nemîne.
Kurdên me yên tirkîparêz li gel ku vê siyaseta dewletê dizanin lê dîsa jî xwe û miletê xwe naparêzin, bira parastin li wir bimîne di ser da ew jî bi hemû hêz û îmkanên xwe li gor vê daxwaza dewletê miletê xwe asîmîle dikin.
Bi vê şêla xwe, ji siyaset, edebiyat, şiir, spor, muzîk, dîrok, bîranîn, çîrok welhasil ji ziman û çanda tirkî ra xizmetê dikin û nahêlin edebiyat û çanda kurdî bipêşkeve.
Ji roja komara tirkiyê ava bûye û virdaye siyaseta dewletê ya resmî ya li hember kurdan asîmîlasyon e. Ev 80 sal in dewlet vê siyasetê bi şiklekî dizî û vekirî dide meşandin.
Kurdên me yên evîndarên zimanê tirkî vê siyaseta dewletê pir baş dizanin, hinên wan lêkolînên dûr û dirêj li ser kirine û bi cildan kitêb nivîsîne.
Lê kurmê şîrî heta pîrî, dîsa destê wan ji tirkî nabe.
Yanî di vî warî da tu kêmasiyeke zanînê tuneye, loma jî sûcê wan ji yê kurdekî nezan gelkî girantir e.
Dewletê zimanê me yasax kirye, nahêle em bi zimanê xwe perwede bibin û weke tirkekî di her warê jiyanê da bikar bînin.
Kesê li hember vê siyaseta dewletê ya tunekirinê dernekve, bi zimanê xwe nenivîsîne, nexwîne, nepeyive maneya xwe ew e ku ew bi devikî li dij be jî lê di parktîkê li hember vê siyaseta dewletê hustuyê xwar dike û wê dipejirîne.
Lê esas tu meşrûtiyeteke van yasaxên dewletê tuneye, loma jî dibê siyasetmedar û ronakbîrên kurd bi tu hawî rîayetî van yasaxan nekirana.
Lê mixabin bi rengekî azad, bêyî ku weke di hefsa Amedê da bi darê zorê û bi îşkenceyê werin mecbûrkirin, ew bi xwe dev ji zimanê xwe berdidin û tirkî hildibijêrin.
Helbet ev tarjediyeke kurdan ya pir û pir mezin e...
Ew kurdên ku bi kurdî dizanin lê bi malî û zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin, bi kurdî dizanin lê nanivîsin ya jî yekcarnan ji bo “xapandin” û kêmkirina rexneyan” dinivîsin, rutbe û meqamên wan çi dibe bila bibe ew teslîmî siyaseta dewletê ya asîmîlasyonîst bûne.
Û ew, her tiştê ku ji kurdan ra bi tirkî dinivîsin, yanî mîrata li pey xwe dihêlin xizmeta ji kultur, ziman û edebiyata tirkî ra ye û îro jî tenê zirarê didin miletê kurd.
Em bi kurdî bistirên ji muzîka kurdî ra, bi tirkî bistirên ji muzîka tirkî ra, bi kurdî binivîsin ji edebiyata kurdî ra, bi tirkî binivîsin ji edebiyata tirkî ra xizmetê dikin.
Nabiyê Ruhayê(1642-1712)ji Ruhayê ye û kurd e. Lê şairekî osmanî ye, ji ber ku kurd e kes nabêje ew şairekî kurd e û helbestên wî jî malê edebiyata kurdî ne.
Ehmedê Xanî(1651-1707) jî di eynî sedsalê da jiyaye û ew jî helbestvan e.
Lê frqek di nabêna Nabî û Xanî da heye; Nabî bi tirkî û Ehmedê Xanî jî bi kurdî nivîsî ye.Loma jî îro Nabî weke şairekî Osmanî-Tirk û berhemên wî jî weke şiirên Osamnî-Tirkî tên hesibandin û Ehmedê Xanî jî weke fîlozof û şaiekî kurd tê qebûlkirin.
Û ji ber vê yekê ye kurd ne bi berhemên Nabiyê Ruhayî, lê bi yên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Cegerxwîn; ne bi yên Hîcrî Ozgoren, Orhan Kotan û Ahmed Arîf, lê bi yên Mehmet Ûzûn û Fatma Savcî serbilind in.
Çimkî Nabî, Ahmet Arîf, Orhan Kotan û Hîxrî Ozgoren û kesên weke wan bi tirkî û yên din jî bi kurdî nivîsîne.
Bêguman heger zexeliyê nekin herkes vê rastiyê dizane, lê ji ber ku asîmîlasyonê meju û hestên wan dejenere kiriye, loma jî destê wan ji zimanê tirkî nabe.
Heyf !
Her cara ku di malperên kurdan da ez rastî van kurdên heyranê zimanê tirkî têm ez ji xwe ra diçim dinyayeke din.
Esas malperên kurdî jî bi qasî van kesan sûcdar in. Çimkî îmkana weşanê ew didin wan, kes bi tirkî neweşîne ewê jî hêdî hêdî dev ji tirkî berdin, ya jî ewê herin ba tirkan.
Li swêd firotina seksê ne sûc e, kirîn sûc e, ne bikaranîn lê firotina narkotîkayê sûc e.
Rewşa malperên kurdî yên ku bi tirkî weşanê dikin jî wisa ye, ew tirkî difroşin kurdan, ew bazarê peyda dikin.
Loma sûcê wan jî bi qasî nivîskaran heye, heta mezintir e jî...

6 kommentarer:

  1. Bira Ez Eliyê Dêrikî, Tîrê Qersê û Lawkê Culemêrgî li qusûra min nenêrin ji ber ku min nivîsên wan derxistin.
    Di nivîsên hersiyan da jî hin gotinên nexweş û heqaret hebûn. Ji bo min ne mimkûn e ku ez wan heqaretan, gotinên weke "qewad, bênamûs" biweşînim.
    Berê jî çend caran min ji hemû xwendevanan rica kiribû ku ji xelkê ra xeberan nedin.
    Lê bala min lê ye ku hin "xwarzê" û "biraziyên" min pênc pereyên xwe jî di rica min nadin, ev şêleke ne xweş e û min dilşikestî dike.
    Û ev şêl û israra we ya di xeberan da li hember min jî bêhurmetî ye. Ez ji we rica dikim, dibêjim ji xelkê ra xeberan nedin, hûn her eynî tiştî dikin.
    Hercara ku di warê zimên da ya jî di warekî din ez rexneyekê li siyasetmedarên kurd bigrim,hûnê rabin ji xelkê ra dest bi xeberan û gotinên ne xweş bikin.
    Yaho ma hûn nikanin bêyî xeberan bi gotin û termên siyasî dîtinên xwe bînin zimên?
    Xeber û heqaret ne karê însanên siyasîye, mistewa minaqeşeyê dadixîne.
    Û li aliyê din ev yek min jî girê dide, ji ber ku ez diweşînim.
    Bi hêviya ku dilê we nemîne û tiştên wiha careke din dubare nebin.

    SvaraRadera
  2. Xalo,
    Min ew peyvana bi temamî di mahneya xwe ya siyasî da bi kar anîne, ne jibo ez heqeretan bikim. Di nav zimanê me da jibo hin xususiyetên taybetî ev peyvana tên bi kar anîn. Bi bîr u baweriya min ew kesena xwedî shexsiyetên weha, lewra jî divêt mirov bi van peyvan pêra xeber bide. Lê helbet ez helwesta te fam dikim u bêguman hurmeta min li hemberî biryara te heye.
    Welle xalo, ez ê êdî demekê shîroveyan nenivîsînim.

    Silav rêz
    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  3. Xalo, dibe ku ez jî heta demekê xatirê ji we bixwazim. Bi fikra min be tu di gotin u daxwaza xwe da xwedî maf î. Lê ez dibêm ez jî (yan jî em jî) di ya xwe da pichekî xwedî maf in.
    Silav u hurmet
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  4. Apê Zinar, ez jî jibo vê gavê bi destura we ya hemuyan oxurbuna xwe dixwazim. Ka em binêrin dê pêsheroj chi bi ser me da bîne.
    Xweshî u hurmet ji we hemuyan ra
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  5. Hahooooo, ma babam ev chi hal e hun tev rabune tapanan, wîîî. Wellahî min digot xalo tenê guhê min virda wirda dikishîne yaw. Ê tabî sayin cîgerlerim, dilê xalo bi min shewitî, loma got ez hinekî jî yên xwarziyên xwe yên din bikishînim lo. Ev demoxrasî ye birê min. Ma hertim guhê min kishandin dibe hi? Nabe cîgerlerim nabe. Law xalo jî gelek bi lez u bez e ellaxîme kîtabîme. Offf of, min dîsan nekarî wan gotinên qirase yên wekî ayet bixwînim. Welle ji vê shansê min ti pox dernakeve :-).

    Yaw xalo, aha va ye em bi salan e meshiyane u meshiyane u hatine li keviya Demoxratîk Cumhuriyetê dawa mafên xwe yên hindik u rindik dikin, îcar sensura pîroz "hêza klavyeya" me têkdibe u kes qehweyeke kevn jî nade me dînime îmanime. Ma sayin pêxas u qirixino, hertim daxkirina derudora hêtên me dibe, wîîî.

    Yaw bi rastî jî aniha dê bêyî kek Lawkê Cholemergê, Tîrê Qersê u Eliyê Dêrikî cimaat telef bimîne. Law ma bê pîvaz u sîrkutik qet civata me germ dibe hi?

    Silavên germik u nermik

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  6. Today, I went to the beachfront with my children. I found a sea
    shell and gave it to my 4 year old daughter and said "You can hear the ocean if you put this to your ear." She put the shell to her ear and screamed.
    There was a hermit crab inside and it pinched her ear.
    She never wants to go back! LoL I know this is entirely off topic but I had to
    tell someone!

    Here is my site - best cellulite treatment

    SvaraRadera