21 september 2009

Fortên vala û hesreta rojên berê

Mêrikê swêdî bi zewqeke mezin di telewizyonê da ji xwe ra li programa sporê temaşe dikir.

Taximê wî dilîst, maçeke pir bi heyecan bû.
Tam di orta maçê da jinikê hat xwe li kêlekê pit kir û bû pite-pita wê, tim pirs ji mêrik kir û xwest pê ra bipeyive.

Mêrik tim got:

-Xanim, nuha dev ji min berde, divê ez bi hawakî bêdeng û bi seriyekî vehesiyayî li vê maçê temaşe bikim. Ev maç ji bo min gelkî girîng e. Piştî maçê emê bipeyivin.

Lê jnikê guh neda rica mêrik û her carê mijarek dît û tiştek jê pirsî.

Dawiya dawî, di dereke maçê ya herî bi heyecan da sebra mêrik nema, bi hêrs û bi dengekî tehdîtwarî ji jinikê ra got:

-Tu îcar jî dengê xwe bikî ezê rabim te bibim têxim oda jor û derî li ser te kilît bikim. Te fêm kir?

Piştî vê tehdîdê, jinikê hêdîka ji ba mêrik findirand û çû bi dizîka telefonî pûlis kir.

Mêrik hew carê mêze kir ku du pûlisên tu dibê zebelih ketin hundur. Jê ra gotin:

-Haydê qereqolê!

Feqîro bi rengekî matmayî got:

-Xêr e, çi mesele ye, sûcê min çi ye?

Pûlisan got, zêde nepeyive, sebebê girtina xwe tu yê li qereqolê fêr bibî.

Bêyî ku bihêlin rebenê me heta dawiyê li macê temaşe bike, bi çepilên wî girtin û bi xwe ra birin qereqolê.

Jinikê di telefonê da ji pûlisan ra gotibû ez tehdît kirime.

Dozger tavilê biryar da ku ew ê wê şevê di nezaretê da bibe “mîvanê” wan.

Rebeno her çiqas got:

-Jinikê ez pir qeherandim, bêhemdî ji devê min derket, tu cidîyet di gotinên min da tunebû, lê pere ne kir.

Ew wê şevê di nezaretê da bû mîvanê pûlisan.

Çimkî li gor qanûnê, gotinên jinikê mutebertir e û loma jî têr dikir ku ew bê girtin û wê şevê bibe “mîvanê” wan.

Dema min ev xeber di rojnameyeke swêdî da xwend, min ji erd heta bi asîman şikir kir ku ev camêr ne ez bûme.

Ji ber ku berê min jî wek vî xêvoyê swêdî, yekcarnan bêhemdî ba ji ber guhê xwe ber dida û hema bi derewan, fort dida xwe û li jinikê qurretiyên wiha dikir. Min jî wek yê swêdî yekcarnan digot:

-Ez rabim ezê te bidim bin nigê xwe! Ez rabim nizanim ezê çi bînim serê te. Û nizanim çi û çi….

Helbet hemû fortên vala bûn. Loma jî jinikê tim bi tinaz digot:

-Maşala, maşala, ket serê min jî! Ji kerema xwe ji xwe ra qala tiştekî din bike bira têkeve serê min jî.

Lê fort mort, axir dema êşa bindestiyê dide dilê meriv, fortên vala bin jî meriv hinekî rehet dike. Qe nebe, bi derewan be jî, hema meriv xwe tiştekî dihesibîne lo!

Lê dema meriv dibîne ku ”otorîte û xofa” meriv bi qasî gurekî pîr yê bêdiran jî nemaye, meriv hesreta dem û dewrana berê dikşîne…

Meriv ji xwe ra dibêje, ax welato axxx, sal bi sal xwezî bi par…

Û kerem bikin ji Baxê Îremê Kurdistanê vê gula nazik û nazenîn ya Feqiyê Teyran bîhn bikin heta ku hûn serxweş û mest dibin.

Ey Dîlbera gerden zerî
Way nazika dêm qemerî
Qamet ji mûma fenerî
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera gerden letîf
Way nazika qamet elîf
Qamet ji reyhana xefîf
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera gerden zuzac
Way nazika mislî zuzac
Qamet ji reyhana qirac
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera qamet misal
Way nazika dilî hejar
Te ji xandinê kirim betal
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlberê, way Dîlberê
Firyad ji destê keserê
Avik ji ava Kewserê
Wêran ezim, malim xirab.
Ey dîlbera gerden zirav
Dêm şûşeye, tijî gulav
Ey duxtera bejna zirav
Wêran ezim, malim xirab.
Çavan ku hiltînî bi meste
Ew çend ya misrî bi deste
Li kuştina min te bi qeste
Wêran ezim, malim xirab.
Tu bi qesta min dikujî
Tu bi k'ifra di nosojî
Gelek sotim kirim rijî
Wêran ezim, malim xirab.
Gelek sotim, kirim kşibab
Kirye bi min, sed reng xirab
Ya leytenî kunrû turab
Wêran ezim, malim xirab.
Ya leytenî kunrû ve xar
Wey nazika min te ji dûr
Bêhiş kirim zilfê di hûr
Wêran ezim, malim xirab.
Bêhiş kirim zulfê du reş
Biskê siyah, bîhnê di xweş
Ey duxterê, çapik bi meş
Wêran ezim, malim xirab.
Bêk'êf kirim zilfê du reş
Biskê siyah, zilfêd qemer
Eşq û muhbeta min li ser
Wêran ezim, malim xirab.
Sotim, biraştim bê hesab
Lê pirsî bo kirme k'ebab
Kirye bi min sed reng ezab
Wêran ezim, malim xirab.
Sibhan ji şahê bi tenê
Xalik li xala gerdenê
Ez dîn kirim berdam dinê
Wêran ezim, malim xirab.
Eşqa mezac peyda bûye
Îro li min dijwar bûye
Hîvî dikim heqîqiye
Wêran ezim, malim xirab.
Feqiyê Teyran

7 kommentarer:

  1. Apê Zinar,

    Gava min nivîs xwand, di destpêkê da min got xalo wekî romaneke qerase dest bi nivîsê kiriye. Bi rastî jî te ew buyer bi kurdiyeke pir bash daye. Gelekî pê keniyam. Bi fikra min carina buyereke pêkhatî ji hezar pirtukan bashtir e.

    Lê helbesta "kek Feqiyê Teyran" shîr u skekir u hunguv bu. Heger ez shash nebim, di nav helbesta kurdî da Feqiyê Teyran yê sereke u nemir e. Zimanê wî, risteyên wî qet mirov mest u dîn dikin.

    Xalo ez chi derewan bikim, gotara te ya îro shoresheke nujen ya vê demê ye. Heger tu bixwazî tu dê bi pênusa xwe rastî jî kek Pablo Pîcasso shash-masho bikî haaa.

    Lawkê Cholemêrgê

    Not: Xêr hatî civatê kek Rojen.

    SvaraRadera
  2. Xalo,
    Chîroka te pir komîk bu. Lê shîîr jî jê kêmtir nebu xalo.
    Bi rastî jî xalo pênusa te gelekî bi huner u hêz e. Mîna ku Lawkê Cholemêrgê jî gotiye, bi xwedê dê kek :-) Pîcasso li ber vê xwaro-maro bibuya wellahî.

    Silavên germ
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  3. Lawikê Colemêrgî û Qijikê Dêrsimê, gelek sipas ji bo wan gotinên we yên ji hingivê Belîsê jî şîrîntir.
    Gava xwendevan ji nivîsê tam û çejnekê digrin bêguman ez gelkî kêfxweş dibim û dibe sebebê ku ez berdewam bikim.

    SvaraRadera
  4. Apo, du alimê me yê kurdistanî yî haaa. Nivîsa te îcar wekî ayeteke pîroz bu. Te di vê nivîsê da îspat kiriye ku zimanê xwedî jî kurdiya spehî ye.
    Slavên germ
    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  5. Apê apan,
    Herê wellehî rast e, xalê me "kupa zêrînî" ye yaw. Lê babam xalo nade xuya kirin, wîîîîî. Bijî xalê kurdîperest!
    Silav u hurmet
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  6. Xalo
    Ez dibêjim hêdî tu dikarî dest bi romaneke kurt bikî. Du yê di mehekê da wê xelas bikî. Tishtê herî muhîm mijara romanê ye. Divê ew mijar di serê mirov da bash hatibe "patin" jibo xwarinê. Wekî din ez tu problemekê nabînim. Bêguman em ê jî nivîsên te bi dilgermî bixwînin, pirsan j te bikin, tîpên ku bi xeletî chêbune, serrast bikin. Heta ji me tê em ê rêzimana te ya "spehî" hinekî din spehîtir bikin u wesselam.

    Te got chi xalo?

    Bi kerema xwe xalo carekê li ser bifikire.

    Nivîsa te gelek bash bu xalo. Xwedê bila bêtir quwetê bide te.

    Silavên germ
    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  7. Xalo, yaw bi rastî jî nivîsîna romaneke kurt pir bash dibu. Wellehî xalo ez dibêm em hemî heval di kuncika Hindik-Rindik-ê da li pishta tene. Tew tu carê bi destura xwedê bibê bîsmîllahî rehmanîrehîm bes e.

    Xalo, gotara te ya doh wekî ronesansa Hindik-Rindik-ê bu. Hindik bu, lê bi dîn u îman pir rindik bu.

    Silav u rêz
    Zarayê Kurdîjen

    Not: Kek Rojen, silav li te. Bi xêr u xweshî hatî. Min ji zu va ji kek Bernas u Bîrjen tisht nebihîst. Kek Bîrjen berî chend mehan li vir bu. Lê pashê lanet li kurdbuna xwe anî, îsyan kir u chu.

    SvaraRadera