03 september 2009

Anketeke pir girîng

Dewleta tirk, ji bo ku civata kurd baş nas bike û li gor wê, siyasetekê bide ber xwe bi riya BILGESAM-ê(merkeza lêkolînên stratejîk)li Kurdistanê lêkolîn û anketeke(pirsname, lêpirsîn) berfireh daye çêkirin.
Xebera vê anketê di serê vê heftê da di çapemeniya tirk da derket, lê çapemeniya kurd qet qal nekir
Elçiyê kevn Îlter Turkmen, Musteşarê MÎT-ê yê kevn Sonmez Koksal, serokê şerefê yê dadgeha bilind Prof. Samî Selçûk û pisporê siyasetê Ersîn Kalaycioglu jî di nav da, BÎLGESAM bi ekîbeke ji 200 kesî ev sal û nîveke ku li Kurdistanê û li hin bajarên Tirkiyê yên kurd lê zêde, li ser çareseriya mesela kurd lêkolînan dike.
Berpirsiyarên BÎLGESAM-ê lêkolîn û anketa xwe li Qesra Çankayayê bi şiroveyeke du saetan pêşkêşî serokkomar Abdullah Gul kirine.
Heyeta di nava kurdan da ev lêkolîn kiriye, li ser rewşa kurdan, gelşên wan, aliyê wan yê xurt û zeîf, hêza li dijî dewletê û gelek warên din da dîtin û pêşniyarên xwe daye dewletê.
Li gor xebera çapemeniya tirk nivîsî ye, li Kurdistanê 10 hezar û 199 kurd beşdarî anketa BÎLGESAM-ê bûne.
Bêyî Kurdistanê, li Stenbol û Mêrsînê jî di nava kurdan da eynî anket çêkrine û bi vî rengî ne tenê dîtinên kurdên Kurrdistanê, di eynî wextê da daxwaz û dîtinên kurdên metrepolan jî fêr bûne.
Ankêt ne li hemû bajarên Kurdistanê, li 19 bajaran tenê hatiye çêkirin û navê van 19 bajaran jî negotine.
Îcar çima li hemû bajarên Kurdistanê(ez bawer dikim 23-24 bajar in)nekirine di xeberê da ev ne diyar e.
Dibe ku tenê li bajarên ku kurd tam neheliyan e, yanî hindik be jî hîn ruhê kurdayetiyê bi wan ra maye kirine.
Û bajarên weke Erzinganê ku mêrikan tam kirine tirk hewcedarî nedîtine anketeke wiha bikin. Alîkarê serokê BÎLGESAM-ê Sadî Bîlgîç gotiye, bi vê anektê armanca wan ew bûye ku ”rismekî” herêmê bikşînin.
Yanî ji bo ku rewşa kurdan baş analîz bikin û li gor wê îşê wan temam bikin...
Li gora agahiyên Bîlgîç, ji sedî 7.9-ê kurdan serxwebûnê daxwazin.
Ji sedî 5 federasyonê û ji sedî 31.6 jî mafên kulturî dixwazin.
Dibê kurd ji van reqeman derzekê derxin û fêm bikin ku dewlet çima mafekî herî biçûk jî nade kurdan.
Heta ku ji sedî 7.9-ê kurdan tenê doza serxwebûnê bikin dewlet misqalekî jî nade kurdan. Ji bo ku kurd bikanibin hin mafên cidî ji tirkan bistînin dibê ev reqem derkeve ji sedî 40-50-î. Heta ku em negihîjin vê nuxteyê dewlet natirse, ji ber ku piraniya kurdan pê ra ye.
Piştî van reqeman Bîlgîç dibêje, ”yanî ji sedî 15-ê kurdan xwediyê şiyariyeke qewmî/etnîkî ye.”
Li ser kurmanc û zazayan jî Bîlgîç îdîayeke balkêş avêtiye ortê, gotiye şiyariya qewmî/etnîkî yanî kurdayetî li gor zazan (dimiliyan) li ba Kurmancan hîn xurttir e.
Dewlet dixwaze xelekên kurdan yên ziîf tespît bike û li gor wê siyaseta xwe têxe praktîkê.
Jixwe ji serîhildana Şêx Seîd vir da ye dewlet li hember kurdan vê siyaseta ”xeleka zaîf” dimeşîne.
Ji berê da ye li gor dewletê xeleka kurdan ya herî ”zeîf” kurdên elewî û zaza ne û loma jî dibê ev ”xelek” bêtir were zeîfkirin, heta ku diqete…
Dewlet di vê siyaseta xwe da heta nuha baş jî biser ketiye û di rojên pêş da vê gelşa kurdan ewê hîn bêtir bikar bîne.
Dibê kurd li hember vê siyaseta dewletê xwedî plan û program bin.
Dîsa li gor anketê şiyarî, zanîna qewmî/etnîkî li ba kesên di bin 40 lî ra li gor kesên kal û pîr xurttir e.
Li ba kesên di ser 40 lî ra ev zanîn û şiyarîya qewmî kêmtir e.
Ev jî tiştekî pir balkêş e, dibê kurd li ser sebê wê bifikirin û ji bo guherandinê hin gavan bavêjin.Helbet ne haya kurdan ji van rastî û diyardeyan heye û ne jî siyaseteke li gor van diyardeyan dimeşînin.
Dewlet dixwaze siyaseteke li gor fakta û gelşên kurdan bimeşîne û loma jî lêkolîn û ankêtan wiha dide çêkrin.
Û kurd jî wexta xwe bi leqeleq vala derbas dikin...
Dema meriv ji derve lê dinêre, meriv dibêje belkî şiûrê netewî û şiyariya etnîkî li ba jinan ji mêran zêdetir e.
Lê li gor ankêta BÎLGESAM-ê rastî eksê vê ye, şiyariya qewmî li ba mêr û kesên azib bilindtir e, li ba jinan kêmtir.
Demêk ne bela sebeb bû ye ev serê salan e ku dewlet kampanyayên "hadê keçno herin dibistanê" dide meşandin.
Xebta mêrikan waye fêkî daye.
Mêrikan li meyl û ferqiyetên sinifî jî nêrîne.
Li gor ankêtê, kurdayetî, zanîn û şiyariya netewî li ba kesên feqîr û dewlemend bilind e, lê li ba kesên ji tebeqa ortê, kesên nîvhalxweş yanî burjûwaziyê biçûk ev şiyariya qewmî û daxwazên netewî zeîftir e.
Ev tespît û fakta jî pir girîng e, dibê siyasetmedarên kurd vê yekê bizanibin û li gor van rastiyên civata xwe siyasetê li hev ragirin.
Şiyariya qewmî û kurdperwerî di perwerdeyê da jî xwe nîşan daye. Li ba mezûnên lîseyê û kesên tenê xwendin û nivîsandina wan heye şiyariya qewmî, welatperwerî bilind e, zêde ye, lê li ba mezûnên dibistana dastpêkê ev şiyarî kêmtir e.
Li gor van tespîtan berdevkê ankêtê Bîlgîç gotiye, ji ber van sebeban mesela kurd tenê bi tedbîrên aborî û perwerdeyê çareser nabe, dibê ji hemû waran pakêt werin amadekirin.
Tespîteke ankêtê ya balkêş ya din jî dîtinên kurdên metrolên Tirkiyê ne.
Li gor ankêtê, piraniya kurdên koçberî metropolên Tirkiyê bûne serxwebûna Kurdistanê dixwazin.
Ji sedî 18-ê kurdên li metropolên Tirkiyê dimînin serxwebûn xwestine.
Ev jî pêşketineke pir hêja ye û meriv vê daxwazê xurttir bike.
Lê ev daxwaz di nava mezûnên zanîngahên bilind da tenê ji sedî 8 e. Ji ber ku zû dibin mamûr û perçeyekî sîstemê û li rehetiya xwe dinêrin, ji daxwazên netewî dûr dikevin.
Ji bo kurdan asîmîle bikin û bikin tirk, ji roja Komara Tirk ava bûye û virda ye dewlet bi zanîn Kurdistanê paşda dihêle, kurdan feqîr û bêkar dihêle ji bo ku kurd koçî bajarên tirkan bikin û li wir bihelin, bibin tirk.
Ev 85 sal in ku dewleta tirk ji bo asîmîlasyonê vê siyasetê li hember kurdean dimeşîne.
Lê wisa xuyaye ku dewlet di vî warî da baş bi ser neketiye, gelek kurdên rojava heliya bin, zimanê xwe ji bîr kiribin jî lê nebûne tirk, bi zimanê tirkî kurdperweriyê dikin û Kurdistaneke serbixwe dixwazin.Bêgumnan ev şiyariya kurdên metropolan hinekî bi hebûn û xurtiya tevgera netewî va girêdayî ye, heta ku li Kurdistanê berxwedana kurdan dom bike, ev yek ewê hestên kurdên metrepolan jî zînde bihêle.
Yanî dewletê hêviya xwe ji helandina kurdên metrepolan jî biriye, ji bo ku kurdên metrepolan bihelin dibê kurdên Kurdistanê biqedin.Min bixwe ev ankêta BÎLGESAM-ê pir girîng dît, dil dixwest ku DTP û kurdên din jî bixwazin van rastî û gelşên civata xwe bizanibin û li gor wê xwe organîze bikin û gavan bavêjin.

6 kommentarer:

  1. Merheba. Welle xalo kurd nizanin ci dixazin. Ez heta gunda ji cjume le kurdeme tirkiya istanbuliya ji tirka xwesjtir xeberdidin. Tu karekterek kurdayeti ne nav gundiya ne ji nav bajariye me kurda de nemaye,,Eme li avrupa ji ancax 2 hefte karin li welate xwe tehemul bikin u bjin. Her cikas em dur bin ji belki em ji bo kurdistanek azad xeyaleme jiye hundir mezintirin..
    bi slaven germ. PALE NUJEN

    SvaraRadera
  2. Xalo,
    Bi rastî jî te ev anket bi shiklekî pir bash analîz kiriye. Xalo xwezila te di rojnameyeke mezin da kar bikira u miletê me yê kudbuyî ronî bikira...
    Welle di nav me kurdan da kesekî baqil dernakeve. Binêrin, va ye tirkên bênamus îcar bi saya metodên zanyarî dixwazin "kîmyaya miletê kurd" vebêjin u dura jî xera bikin. Lê yên me ketine duv narsîst u psîkopatan, nizanin ku ev cîhan êdî bi gotinên bedoshî nikare were meshandin.
    Silav u rêz
    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  3. Xalê Zinar,
    Gotin gotina te ye, ya rast dewleta tirkan jî Erzinganê qet cîddî nagire. Halê Erzinganê pir xirab e. Aniha kurdên ciwan kurmancî qet nizanin. Yên nîv salî u berjor va jî bi kurmancî deng nakin. Ez dibêm heger kurd bi lez plan u projeyan chênekin u ji derdora (gundên) Erzinganê dest pê nekin heta nav bajêr kurdîze nekin, welle bîlle her tisht chu.

    Kek Pale jî rast dibê. Zêde karekterên kurdbunê nemane, di serî dajî ziman.

    Silavên ji Erzinganê
    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  4. Den här kommentaren har tagits bort av skribenten.

    SvaraRadera
  5. Pale, wey merheba birayê hêja!
    Ji zûda ye te av li ser xwe zelal kiriye, deng û bah ji te nayê.
    Bi silava te ez gelkî kêfxweş bûm.
    Pale, tiştê tu dibêjî rast e, ez dizanim malik li miletê kurd şewitîye.
    Êdî gundî jî dibêjin "yemega me tûzlî ye"(xwarina me şor e).
    Siyasetmedaran bi siyaseta xwe ya ne kurd lê hertişt ji dewletê bêtir kurd asîmîle kirine û kirine heyranê zimanê tirkî û tirkan.
    Partiyên xelkê gelê xwe bi ruh û dîtinên netewî perwerde dike, ji bin tesîra dijmin derdixe, yên me gelê xwe dikin heyran û evîndarê zimanê dijmin, ji dewletê bêtir ew gelê xwe asîmîle dikin.
    Ne hêzek tenê, hema hema hemû hêz û siyasetmedar eynî xerabiyê bi gelê xwe dikin, bi kirinên xwe dibin sebeb û wasiteya helanidina kurdan.
    Yanî bi kurtî xeta xwar ji gayê pîr da ye bira.
    Musebîbê vê rewşa malkambax kurd bixwe ne.

    SvaraRadera
  6. Xalo,
    Di nav kurdên zazakî da hin meselên din hene. Wekî gelek tishtan, di vê meselê da jî siyaseta partiyên kurdan u ronakbîran ji bin va puch u shash bu.

    Gava mirov dixwaze "tishtekî" organîze bike, divê mirov li gor "pêdiviyên" wî tishtî tevbigere. Loma jî mirov nikare kurmancan wekî zazayan, zazayan wekî soranan u soranan jî wekî kurmancan bi rêxistinî bike. Mirov nikare bi heman "tishtên siyasî" bala kurmanc, zaza u soranan bikishîne ser rewsha kambax.

    Ango:

    Divê partiyên siyasî yên kurdan
    yê kurmanc wekî kurmanc,
    yê zaza wekî zaza,
    yê soran wekî soran u
    yê lorî jî wekî lorî organîze bikira.

    Jibo vê yekê jî "tishtê" herî muhîm "ziman" bi xwe ye. Ango divê mirov zaravayê wê heremê bi kar bîne, hurmetê li hemberî toreyên wan nîshan bide.

    Heger mirov bi yekî zaza ra wekî yekî kurmanc tevbigere, li gor psîkolojiya însanî, hê di destpêkê da her tisht bê shans e. Nabe, nabe u nabe.
    Kurmancî nikare hîtabî yekî zaza bike. Kurdên zaza îro xwe kurmancan bêtir nêzîkî tirkan hîs dikin. Ji ber ku zimanê tirkî di navbera wan da pergaleke hevbesh e, bi hevdu ra dikarin bikevin nav têkiliyê. U ev jî wan bi hevdu ra girê dide, nêzîkî hevdu dike.

    Yanî: DIVÈ MIROV TEVGERA XWE YA SIYASÎ LI GORÎ ARAZIYÊ ORGANÎZE BIKE, NE ARAZIYÊ LI GORÎ TEVGERA XWE! (tirk niha vê gavê li gorî araziyê dilivin, jibo ku bigêhijin hedefên xwe)

    Yan na, dê dawiyê tenê têkchuneke bi buhran shunda bimîne jibo kurdan.

    Ji min gotin cîgerlerim!

    Silavên germ

    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera