Wisa xuyaye ku serok û berdevkên artêş û hukûmetê li hember kurdan ji bo meşandina şerê psîkolojîk qela xwe kirine yek.
Li gor vî şerê psîkolojîk, leşkeran dîsa dest bi beyanên sert kirin û berdevkên hukûmetê jî yek bi yek van beyanan testîq dikin.
Dema meriv bala xwe dide axaftinên Başbûg, Gul û Erdogan, heger meriv tirkan nas neke merivê matmayî bimîne, bibêje yaho ev çi îş e?
Serekerkanê artêşa Tirkiyê Îlker Başbûg, do ji nişkave dîsa gelek quretî kir û hin çîrokên berê dubare kir.
Başbûg, di çarçeweya şerê psîkolojîk da got, di meha temûzê da 14 ”terorîst” teslîmî wan bûne, ji wan 12 heb serbest berdana û du heb jî sewqî dadgehê kirine.
Bêyî vê agahdariyê Başbûg, bang li gerîllayên PKK-ê jî kir û got, ”werin teslîm bibin, baweriyê bi edaleta tirk bînin.”
Vana gotinên vala û bêmane ne, bêguman kurd pênc perê xwe jî tê nadin. Bi beyan û gotinên wiha tenê kenê meriv tê.
Di derbarê axaftina Başbûg da Erdogan do zêde tiştek negotibû, gotibû ”Teqwîm dom dike. Bala xwe ji ser me nebirin.”
Lê îro, di axaftina xwe ya di civîna malbatên ”şehîdan” da dev gyherî, û ew jî weke Başbûg peyivî.
Erdogan, dîsa qala xetên xwe yên sor, ”yek dewlet, yek al, yek milet” kir û got em helalê naynin ser unîteriya dewletê û gelek fasafîsoyên din.
Hukûmeta AKP-ê xwedêgiravî ”pakêta kurd” hazir kirye û heger ne derew be qala çareseriya mesela kurd jî dike, lê li alî din jî van tiştan dibêje.
Gelo hukûmet dike dev ji vekirina ”pakêta kurd” berde û dîsa vegere siyaseta berê?
Ya jî ev, li hember PKK-ê û DTP-ê taktîkeke şer e, dixwazin wan şaşomaşo bikin, ji ber hev da bixînin.
Wek tê zanîn dewleta tirk li hember kurdan li gel şerê çekdarî, şerekî psîkolojîk jî dide meşandin û gelkî jî giraniyê dide vî şerî.
Li gor zanîn û tiştên berbiçav, meriv dikane van beyanên leşker û bedevkên hukûmetê weke perçeyekî şerê psîkolojîk qebûl bike.
Tîr carê ji kevên firyaye, dewlet çi bike jî hertişt dîsa weke berê nabe, heta weke du meh berê nabe.
”Resta” leşker û berdevkên hukûmetê dixwînin blof e, kurd dizanin ku destê wan vala ye û destê kurdan xurttir e.
Gelş û zoriya PKK-ê û DTP-ê ji dewletê bêtir Ocalan e, heta ku ew xwe mahkûmê emir û dîrektîfên êsîrekî dijmin bikin dijmin ewê tim kanibe manewreyên wiha bike.
Carna rast û carna jî çep lêxe.
Ji bo ku PKK û DTP bikanibin hemû delavêreyên dewletê pûç bikin, dibê xwe bi Oclan ve girê nedin, dibê biryara şer jî û ya aşîtiyê jî ew bi xwe bidin.
Roja ku dewlet vê serxwebûna PKK û DTp-ê bibîne ewê bêtir mecbûrî çareseriyê bibe.
Xalo,
SvaraRaderaHerê wellehî, him PKK u him jî DTP bi saya Apo di destê dewletê da bune lîstika herî kêmaqil. Bi rastî jî di van da ji sedî deh aqilê Süleyman Demirel tune. Wî di rewshên dijwar da carna digot: Em ê singa xwe bidin mîllet/xelkê!
Em chi dikin bikin, ne Apo u ne jî PKK dê rojekê hînî rastiya jiyanê bibe. Di turika Apo u PKKê da aqil, înformasyon u zanyarî hew dikarin shuna xwe chêbikin. Dê heta ku ji holê werin rakirin, siyaseta "tomatês u xiyaran" bikin.
Lê dawiyê yê ku dê dîsan êsh u kederê bikishîne, milletê kurd e. Hebun u tunebuna Apo u PKKê jibo cîhana mezin nikare bibe sifireke bihayê kîloyek xiyar jî!
Silav u rêz
Eliyê Dêrikî