29 augusti 2009

Di gazinên xwe da hûn bi heq in

Piştî nivîsa min ya pêr, ” Erdogan dîsa got "yek milet...", çend xwendevanên min yên wefadar(Beranê Meletiyê, Tîrê Qersê, Lawikê Colemêrgî, Eliyê Dêrikî, Qijikê Dêrsimê, Zanayê Kurdîjen)li hember min destên xwe dane hev, tivdîra xwe gerandine, qela xwe kirine yek û dûra jî bi hev ra gotine, ”êdî bes” qala siyaseta tirkan ya durû bike, bi van nivîsên xwe yê li ser derewên siyasetmedarên tirkan ya durû tu psîkolojiya me xera dikî…
Gotine ji dêlî ku tu yê heroj qala durûtî û sextekariya siyasetmedarên tirkan bikî, qala tiştên din bike, li ser mijarên civakî û sosyal raweste.
Bi van nivîsên xwe te kezeb li me reş kir, edî bes e...
Hinekan jî weke ku ez rebenê Xwedê şair bim, doza helbestan li min kirine, xwestine ku ez helbestekê ji wan ra binivîsim, di van rojên reş û tarî û xembar da xem û kovanên dilê wan biferikînim, kêfa wan xweş û dilê wan jî geş û serxweş bikim.
Bêguman hemû jî daxwazên maqûl û di cîda ne, lê bicîanîna wan ne hêsa ye...
Do êvarî roja min ya ”îznê” bû, bi şev ez dereng hatim mal. Loma jî min pê ra negîhand ku tiştekî binivîsim.
Îro piştî xwendina rexneyan ez fikirîm, min ji xwe ra got, Zinar, bi rastî jî xelk ne neheq e, ne tu aqil e ku ez heroj xwe bi ber bayê virek, sûtal û çeteyên tirkan dixim, xwe û xwendevanên xwe diqerînim.
Tiştê ez dikim sewdayekî vala ye…
Ji dêlî ku ez li ser vir û durûtiya tirkan û ”ayetên” Ocalan binivîsim, ez qala jiyana xwe, qala rojên xwe yên borî, qala serpêhatî û hin bîranînên xwe bikim sedqatî ewê çêtir be.
Lê ez nikanim bixwe, dema meriv rewşa kurdan û qurretiyên tirkan dibîne meriv bêhemdê xwe li ser dinivîse.
Lê li gel vê jî, ji nuha û pêva heta ji min bê û ku az kanibim hestên xwe rişme bikim, ezê nivîsên li ser ”siyasetê” hinekî kêm bikim û di ber û ser ra jî qala tiştên dilxweşkir û hişvekir jî bikim.
Ji bo ku îro dîsa bîna dilê we xwendevan û rexnegiran teng nekim li jêr qevdek/baqek gulên kurdî yên kevn û nuh didim destê we…
Kerem bikin têra dilê xwe vê qevdegulê bîn bikin, pê serxweş û mest bibin.

Kuştime Nakit Yeqînê
Melayê Cizîrî

Şox û şengê zuhre rengê
Dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybet pilingê
Dil ji min bir, dil ji min
Wê şepalê misk î xalê
Dêm-durê gerdenşemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bitalan
Goşeyê qewsê hîlalan
Dil ji min bir, dil ji min
Dêm nedîrê bo enbîrê
Xemrî yû ges û herîrê
Sîne kir armancê tîrê
Dil ji min bir, dil ji min
Sur şîrînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengela evînê
Dil ji min bir, dil ji min
Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cuhtê şebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min bir, dil ji min
Xoş xeramê, ez xulamê
Nazikê şêrîn kelamê
Tûtiya eywan meqamê
Dil ji min bir, dil ji min
Mahirûyê miskî bûyê
Sur-pilingê şêrîxwûyê
Wê bi zulfa şubhê goyê
Dil ji min bir, dil ji min
Herdu weşman naz û xeşman
Kê ji ber wan 'eql û hiş man
Sa'eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir, dil ji min
Mahitabê, afîtabê
Dêm ji roj û şeb nîqabê
Xweş bi çengal û kulabê
Dil ji min bir, dil ji min
Serwînazê serfirazê
Şubhê zêr remza mecazê
Dame ber çekûç û qazê
Dil ji min bir, dil ji min
Bejn û bala tox û ala
Min kirin vêk ra mitala
Çîçeka terhînî wala
Dil ji min bir, dil ji min
Mêrê xazî şîrê tazî
Vêkiran min dî bi bazî
Kir li mi j'xeflet ve gazî
Dil ji min bir, dil ji min
Şîr û xişt in, zulf û qişt in
Hin veşarin hin vehişt in
Pehlewanan dest vemiştin
Dil ji min bir, dil ji min
Rohnîya çehvên "Mela" yê
Ew tecellaya te dayê
Ya ji Ehmed dil revayê
Dil ji min bir, dil ji min

CegerxwînEz ji xew rabûm, min gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî,
Gul bi dil didî.
Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Nebûme bawer, gul bi dil bidî,
Gul bi dil bidî.
Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî,
Can û dil didî.
Min go kî didi, can û dil bi gul,
Go, ev bazar e, dil bi kul didî.
Dil bi kul didî.
Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî,
Dil bi gul didî.


Fatma SavciŞîretên pîrejinên êlan bi avê de çûn,
dermanê ku didan ser birînan ji bîr bûn
Ehdê welatekî
ji me girtin
Dibêjim qey em û evîn
di yek coyê de hew diherikin
Dildarî li bin gulikê berfê,
tava rojêû agirê tifika dinuhirîne
Dil êdî ne bihareke bêar,
hespekî bêsiwar
û teyrekî azad li hembêza êvaran e
qurbana çavên we!
çûkek pirnisiye li ber siya bajaran


Û ev jî çend dîlokên li ser dildarî û evîniyê
Deriyê mala bavê min hesin e,
Lawikê delal pir xwe dipesine,
Çavê delal li riya min bû,
Bi destê min girtin dan yekî din e.

Mala bavê yarê li wî milî
Çima ji min mehrûmê bi kul î
Xelk û alem ketiye ber derdê malê dinê
Ez jî ketime derdê vî dil î

Bira lê bixe teyroka buhara
Ez û tu bûne hêsîrê ber dîwara
Kesê xwedîxêr tune li vî gundî
Bi destê me bigre bibe ber sitara

Av diherike, ava golê
Nuqutiye paniya solê
Ji ber evîna sebra dila
Dîn û har bûme ketime çolê

Tutûna mêrgê hûr e
Min çinî avête tûr e
Gewrê rindê çima ranabî
Riya me dirêj û dûr e.

Dilê min evdalê xwedê îsk e îsk e
Desta ji te ra bikim per û bask e
Ez malê dinyayê naxwazim
Were min ji vê xerîbî û surgûniyê xelas ke…

6 kommentarer:

  1. Spas xalo, diyar e demokrasî ligel te pirr pêshta chuye.

    Xalo ez dibêm te jiyaneke bi têr u tîjî derbaz kiriye. Te bi têra xwe bêbextî u hevalbendî dîtiye. Bi gotineke din yanî tu "kupa" jiyanê yî.

    Ma xalo tu chawa dibînî vê fikra min, heger ez bibêm ji destpêkê heta îro tu jiyana xwe bi zimanekî edebî/romanî binivîsînî? Xalocan, chend rupel dibin bila bibin, ez li shuna te bibim ez ê li ser bifikirim. Gelo dê wekî din kî bikaribe li ser jiyana xalê me bi kurdî jiyana wî binivîsîne? Bi ya min be, heger tu chend xewnên xwe jî shîrove bikî, dê pirtukeke qirase derkeve holê.

    Xalo, bi kerema xwe carekê li ser bifikire.

    Êvara te bash be xalo

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  2. Her bijî xalê me! Ji vê ra demokrasiya xalo dibên u wesselam.

    Xalo mîna ku te jî gotiye:

    "Ji dêlî ku ez li ser vir û durûtiya tirkan û ”ayetên” Ocalan binivîsim, ez qala jiyana xwe, qala rojên xwe yên borî, qala serpêhatî û hin bîranînên xwe bikim sedqatî ewê çêtir be."

    Bi fikra min heger tu weha bikî, dê gelekî bash be. Qet nebe dê jibo pêsherojê înformasiyonên berbichav bimînin.

    Silav u hurmet bo xalo

    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  3. Oooh xalo,
    Silavên xwedê. Ez im ez, Qirixê Amedê haaa. Tê bîra te ne wilo. Min biharê ji ber hêrsa min ya li ser kurdan xatir ji we tevan xwastibu u berê xwe dabu Îsraîlê. Herê xalo, va ye chend meh in ku ez li Îsraîlê me u di barekê da kar dikim.

    Ji du mehan u vir da ye ku bi kecheke cihu ra derdikevim. Kêfa min gelek jê tê. Me hinekî "dil li hev xistiye". Buka te be xalo, ez dibêm em ê di pêsherojê da dilên li hevketî bi temamî bi hev ra girêbidin. Buka te li zanîngehê "arkeolojî" u "dîroka rojhilata navîn" dixwîne. Pishtî ku ez hînî îbranî bum, salê tê ez ê jî dest bi "zimanên rojhilata navîn" bikim li heman zanîngehê. Xatunê, ji kurdan gelek hez dike, lê min jê ra qedexe kiriye. Min got kurd-murd tune. Êdî em cihu ne u xelas. Pir li ber xwe dikeve, qebul nake. Lê mixabin ku mêraniyê carekê bi min girtiye, qet nebêje. Êêê Qirixê xalo me.

    Xalo, qasî ku ez dibînim, te di kuncika xwe da civatek pêk aniye u daye duv shopeke hevbesh. Gava min shîroveyên camêran xwand, min got, kuro Qirixo, te dît, milet êdî bi kurdî jî dikare bi pîvan u aqilmend bifikire u binivîse.

    Kêfa min gelekî bi nivîs u tevgerîna shîrovegeran hat. Bi rastî jî ez pê pir bextiyar bum. Hin heval berê jî li vir bun. Xuya ye ku heval rasterast bune xarziyên xalo.

    Van rojan ez tenê li rêzefîlma Tropicco ya di Kurd1-ê da dikim u bi têra bi Mario Montalvo dikenim, zikopishto dibim. Hun jî lê mêze bikin ha.

    Dirêj nekim xalo. Min got ez mêze bikim, ka xalo chi dike chi nake. Hay ji xwe hebin.

    Silav ji we hemiyan ra

    Qirixê Amedê

    SvaraRadera
  4. Hahooo, va ye birayê delal Qirix li vir e. Silav cîgerim. Diyar e te riya xwe daye ber xwe li Îsraîl-ê. Yaw de tu were kafirtiyê neke u carina serî li vê dergeha me bide. Tu jî dibînî, va ye xalo li vê derê civateke gelekî demokratîk aniye cem hevdu u carina (ez jî di nav da) guhên wan dikishîne :-).

    Xalo, bi rastî jî ev fikir fikreke bash e. Bêshik tu pir bash dikarî bîranînên xwe bi formeke edebî binivîsî u diyarî nifshên pêsherojê bikî. Divê tu zêde wextê xwe bi lîstikên tirkan berhewa nekî. Êdî siyaset bi temamî buye karê kesên herî bê kêrhatî, sutal u qeshmeran. Gerek mirov desturê nede wan sextekaran u rojeva xwe bi fasa-fîsoyên wan xera neke...

    Silav u rêz

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  5. Xalê Zinar,
    Dibêjin "dem zêr e, pere ye". Gerchî ligel xelkên mîna me, ne qîmeta wextê u ne jî ya mirovan heye.
    Silav u hurmet
    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  6. Lawo Qirxê Amedê, merheba, tu bi xêr û xweşî paş da hatî.
    Ji ber ku te ji kurdayetiyê îstîfa kiriye, min got tu êdî hew silavekê didî kurdekî.
    Li gor te nivîsîye, tu nuha li Îsraîlê yî û li barekê kar dikî û te xanimek cuhî jî ji xwe ra peyda kirye.
    Xwedê tebaîşê te be!
    Ji ber ku tu kurd î, herçiqs te xwe ji "kurdbûnê şuştibe" jî ez dîsa ji te ra dilşadî û serkeftinê dixwazim.
    Dîsa li gor gotina te, xamima te ji kurdan hez dike, lê te jê ra gotiye "kurd murd tune, em cuhûn e û hewqas."
    Lawo Qirixê Amedê, ruhniya herdu çavên xalê xwe, bi serê min û te, tu xwe di ava Zemzemê da kî jî tu nikanî bibî cuhû,çimkî kes te qebûl nake, ez benî...
    Tu zanî pezê ji kerî biqete tim û tim mahkûmî nêçîra guran e.
    Heger bala te lê ye hinek kurd hene ev 85 sal in li hember gelê xwe di destê dijmin da tim bûna kêr û gûzan, lê dilê tirkan hîn jî li wan rûneniştiye, mêrikan di raporên xwe yên bi dizî da hîn jî bi çavê neyaran li wan dinêrin.
    Yanî qewmiyet guherand hewqasî ne hêsa ye.
    Loma jî weke dostekî xêrxwazê te, temiya min li te, tu dev ji çi berdidî berde, dev ji kurdayetiya xwe bernede.
    Ji ber ku ne mimkûn e.
    Meriv dikane îdeolojiya xwe, dînê xwe, hin tebhên xwe bigurîne, ev mimkûn e, lê meriv nikane nasnameya xwe ya netewî yanî dê û bavê xwe biguherîne.
    Tu kurd hatiye dinê, tu yê kurd bimînî û kurd bimrî.
    Li vê cîhanê rojekê tiştê serê te têxe belayê jî kurdbûna te ye û yê te jê xelas bike û ji te ra bibe alîkar jî ew e.
    Çiqas xerab bin jî di roja herî teng da yê ji meriv ra bibe dîsa kesên ji qewmê meriv in.
    Li bala xwe bide dîroka kurdan û derz û îbretê bigre.
    Tu bi ya min dikî tu yê kurdbûna xwe weke rozeteke serbilindiyê tim bi sînga xwe ve bihlî...

    SvaraRadera