26 juli 2009

Hêviya tirkan hîn jî asîmîlasyona e

Serokên tirkan di mesela awe û riyên xapandin û mijûlkirina kurdan da li hev nakin û yek yekî din sûcdar dike.*
Serokê CHP-ê Denîz Baykal, du roj berê siyaseta hukûmetê ya derbarê mesela kurd da rexne kir û got, çare ne di avêtina hin gavan û tawîzan, di ”asîmîlasyona” zarokên kurdan da ye.
Li gor dîtina Baykalê çerkez, heger dewlet bikanibe zarokên kurdan du neslê din jî asîmîle bike mesele diqede.
Birastî jî mêrik rast dibêje û nêta xwe jî venaşêre.
Nêta xwe venaşêre ji ber ku dizane qiyamet jî rabe serok û siyasetmedarên kurdan ibretê nagrin.
Loma jî mêrik siyaseta xwe ya asîmîlekirina kurdan eşkere dike û dixwaze AKP-e jî vê siyasetê bimeşîne.
Û ji bo helandin û wendakirina zimanê kurdî jî Denîz Baykal, ”dîskrîmînasyona pozîtîv” pêşniyar dike.
Baykal dibêje, ji bo asîmîlekirinê dibê dewlet îmkanên herî baş bide zarokên kurdan, wan bigre dibistanên herî baş û ”perewerdeya herî bi qalîte pêşkêşî wan bike.”
Hêviya Baykal ew e ku bi riya van dibistanên tirkî, bi riya vê ”perwerdeya bi qalîte” piştî du sê cîlên din hemû zarokên kud ewê werin asîmîlekirin û bibin tirk.
Tiştê Baykal qal dike esas ne tiştekî nuh e, dewletê berî jî di salên 1950-î da bi vekirina dibistanên herêmî yên lê manê(yatili bêlge okullari)zarokên kurdan ji ziman û kultura wan qut bikin û bikin tirk.
Di vî warî da ne sedîsed be jî pir baş biser ketin û bi rastî jî bi dehhezara zarokên kurd ji kurdayetiyê û zimanê kurdî dûr xistin, kirin şaîr, edîb û nivîskarên tirk yên bi nav û deng.
Û ev dibistan jixwe hîn jî hene.
Li aliyê din malên teleban, dibistan û hucreyên Gulen jî li van mektebên Baykal qal dike zêde bûne û hemû jî weke hêlînên tirkperestiyê dixebitin, kurdan di bin xêliya ”dîn” û ”Îslamiyetê” da ji kok û zimanê wan dûr dixe, dike tirk.
Dibistanên Gulen, ji perwerdeya Baykal qal dike pir baştir dixebitin, tiştên tirk nikanin bi navê nîjadperestiya tirkîtiyê bikin, Gulen û AKP bi navê ”dîn” û ”Îslamiyetê” dikin.
Yanî di vî warî da tu valayiyek tuneye.
Di şiroveyeke di bin nivîsa min ya pêr da(çewtî ne di milet da ye)xwarziyê min Pîran Tîr jî weke gelek kurdên din dike gazî û hawar û dibêje:
”Xalê Zinar,Dibe ku li xerîbiyê bûyîn bernade ku tu rewşa me ya derbeder bibînî. Heger bi oxira xwedê be û tu rojekê bihê Bakur û li bajarên me bigerî, tu dê polûpoşman şûnda herî û xweziya xwe bi heft ejdadê me û xwe bînî. Tu dê bibînî ku tiştê ku ez yan jî hevalên din yên dilsotî diqîrîn, pir kêm bûne. Bixwe bajarên ku bi tirkan ra sînor in, bûne trajediya heyama me ya "nûjen".Were xalo, were û bi çavên xwe bibîne. Heger bi vê rewşê negîrî, ez ker lawê keram e. Lê kurd bi halê xwe nagîrin. Daku ez bi dilsojî û dilpakiya te ya kurdîperest dizanim, ez vê dibêjim: Tu dê bigîrî xalo.
Silavên germ
Pîran Tîr”
Pîranê hêja, ne hewceya ez werim bi çavên xwe bibînim, ez dizanim kurdî ketiye qomayê û niqika dawî davêje, li ber teslîmbûnê ye.
Rohniya çavê min, min tam sîh(30)sal berê ev rewş texmîn kir û li hemû zana, rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan kir gazî û hawar, min got, ez ketime bextê we, dev ji weşanên tirkî berdin, bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivin, heger jinên we tirk in û kurdî fêr nabin berdin, bi mêr û jinên bi kurdî fêr dibin û dipeyivin ra bizewicin.
Kesên kurdînezan nekin serok û nûnerên xwe, yên hene bavêjin…
Lê kesî guh nedan min, heta kevir û kuçikê dinyayê li min barandin, gotinên nemayî ji min ra gotin.
Ez bala xwe didimê serok û rîsipiyên kurdan yên 70-80 salî hîn jî heroj leqeleqa wan e bi tirkî dipeyivin û bi kêf û zewqeke pir mezin heroj bi tirkî dinivîsin û dinivîsin û xizmetê ji asîmîlebûna miletê xwe ra xizmetê dikin.
Dibê ew û kesên bîr dibin dev ji vî pîşikên xwe yên xerab berdin û li hember asîmîlasyonê seferberligê îlan bikin.
Birayên delal, gotin tenê têr nake, ya girîng kirine, kirin…
Dewlet çi dike, nêta dijmin çi ye em hemû baş dizinan, dibê em wexta xwe zêde bi vê minaqeşeyê derbas nekin.
Ya girîng dibê emê çi bikin?
Em kesên ku xetera asîmîlasyonê dibînin, gelo bi xanim, zarok, dost û hevalên xwe ra bi kurdî dipeyivin ya na?
Me dev ji nivîsîna bi tirkî berdaye?
Em kesên baş bi kurdî nizanin xwe fêr dikin?
Hûn jî di nava da, gelo zikir û îbadeta we hevûdu digre ya na?
Mesele ev e.
Karê xwe bike, wacibê xwe bicî bîne û dev ji pitepit û leqeleqa vala berdin...

*Ev nivîs minê do biweşanda, lê min pê ra negîhand çend rêzên dawî temam bikim, loma jî ma îro.

3 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,
    Ez bi xwe jî pênc salan chume dibîstana herêmî (bila ruyê feqîrtî u bêkesîtiyê kor be. Yanî hinekî sêwî mezin bum, xalo). Em li Dibistanê nêzîkî hezar xwandekar bun, ji chîna 1. heta ya 8. Li dibistanê tenê chend heb law u kechikên tirkan hebun u ew jî yan zarokên mamosteyan yan jî yên qomandarên tirkan bun. Bawer bike li dibistanê tam perwerdehiyeke leshkerî hebu. Pir zalim bun. Camêran pir bash dizaniyan ku em teva kurd u elewîn e. Zilm u zordarî li asta herî jor bu. Herroj sibehê li pêsh dibistanê gava em diketin dorê u mersha kuchikbavan dixwand (ya rast me laneta xwe lê dikir), hin xwandekar derdixistin pêsh u bi dest, cho u pîhnan heta ji hisha xwe biketina, lêdidan...

    Xalo, ez bi tirkan ra hevaltiyê nakim (wekî prensîb) u bi kurdan ra jî tenê kurdî dipeyîvîn. Kurdên ku naxwazin u kêm dizanin, yan jî nizanin, qet xema min nîne. Heta cehenemê riya wan vekiriye.
    Carina milet bi chavekî ecêb li min dinêre, qey dibêjin ez dîn bume, ji ber ku ez bi wan ra tenê bi kurmancî deng dikim. Taybetî jî yên kal u nîvsalî.

    Qasî ku ez ji van hevalên din yên ku li vir carina shîroveyan dikin, fam dikim, dê pishta xwe bi tirkî germ nekin. Ez dibêm heval kurdîperest in. Hêvîdar im ku dê vê heta dawiya jiyana xwe bidomînin u tu carî nekevin aqibeta siyasetmedarokên kurdan yên derbeder, ruresh u tirkchî!

    Silav u rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Xalo,
    ez dibêm te di hevoka te ya dawiyê da bêheqî li kurdîperestiya min/me kiriye. Ew rexne ne rast e u ne jî li shunê ye. Ez vê qet vê nikanim qebul bikim.
    Kurdîperestiya min tishtekî îdraqî yê xwezayî ye, wekî av vexwarin yan jî nefesgirtin u dayînê.
    Bi kerema xwe min bi wan siyasetchî tirkchî u sextekar neke eynî tasê. Heger ew nebin, dê miletê kurd riya xwe ya azadiyê jî bibîne.
    Li Ahmed Türk (wekî pashnavê xwe ye!), di parlamentoya tirkan da berî hilbijarinê chend deqqe bi kurdî axivî, pashê jî kurdî ji bîr kir. Gelo mirov chawa dikare bi amura hebuna miletê kurd ewqas bêedeb tevbigere, zimanê kurdî ji xwe ra bike "shamar oglanî", ji bo kêfa tirkên xwînmij?!

    Silavên hêja

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  3. Kek Zinar, ti têkiliya min ji zu va bi tirkî ra nemaye, ji bo min wekî înglîzî, fransî, îtalyanî ye. Her chiqas di vî halê hazir da kurdî berbi mirinê tere jî, ez bi herkesî ra kurdî deng dikim.
    Heger em ji komîsyoneke navnetewî rewsha zimanê kurdî bipirsin, dê bibê:
    Ev berxwedana we ya jibo zimanê kurdî hewleke vala ye!
    Bi fikra min be, rastî jî wilo ye.
    Lê ez dibêm heta ku ev nefes di min da hebe, her tisht vik u vala be jî, ti problem tune.
    Dibe ku mucîzeyeke xwedayî chêbibe. Mîna li ba miletê cihu/îbranî, dibe ku mesîheke kurdan jî were u zimanê me ji mirinê xelas bike.
    Lê di navbera me u cihuyan da ferqek heye. Cihu baweriya xwe bi vê yekê tînin, lê em kurd nayînin! De îcar heger tu li shuna xwedê bibayî, ma te dê ji kurdan ra mesîhek bishanda yan na?

    Silav
    Zarayê kurdîjen

    SvaraRadera