Ez difikirîm ku li ser girtina mîralay (albay) Dûrsûn Çîçek îşev tiştekî binivîsim.
Lê dema min data(kompîtora) xwe vekir, bavo ez çi bibînim, ku waye mêro hatiye berdan jî.
Tirkiye welatekî wiha ye, hertişt bi leza ronahiya laserê diqewime.
Bûyer bi sureteke dûrî aqilan tên meydanê û tên guhertin.
Do dema civîna leşker û hukûmetê hîn berdewam bû, mîralay Dûrsûn Çîçek hat tewqîfkirin.
Herke şaş ma.
Esas dibê Dûrsûn Çîçek roja duşemiyê biçûya dadgehê, lê qey bazar hîn tamam nebûbû loma jî mêrik neçû.
Vê yekê herkes matmayî hîşt...
Lê do Dûrsûn Çîçek û heft zabitên din ji nişkave çûn îfade dan dozgerê siwîl yê Ergenekonê.Vê bûyerê jî herkes şaşomaşo hîşt.
Ji ber ku dozgerê leşkerî hewce nedîtibû ku di heqê mîralay Dûrsûn Çîçek da dozê veke û loma jî ew serbest berda bû.
Lê dozgerê siwîl piştî îfadeyê Dûrsûn Çîçek tewqîf kir.
Îcar vê tewqîfata nedihat payin milet gêjomêjo kir, gotin weleh mesele cidî ye, hukûmet û huqûq li hember leskeran hustuyê xwe xwar nakin.
Miheqeq di destê dozgerên Ergenekonê da delîlên mezin hene, heger ne wisa bûya ewê Çîçek tewqîf nekirina.
Lê îro jî waye camêr berdan jî.
Ev girtin û berdana Dûrsûn Çîçek ya nişka ve bûbe sebebê şiroveyên AKP-ê li hember leşkeran hustuyê xwe xwar kir, tawîz da wan.
Civîna MGK-ê(Konseya Ewlekariya Millî) ya do nêzî heyşt saetan ajot. Li gor manşet û şiroveyên çapemeniyê, civîneke pir girîng û dîrokî bû.
Bi dirêjbûna civînê ra meraqa milet jî zêde bû.
Piştî civînê, belavokek hat belav kirin.
Di belavokê da bêyî çend gotinên gurover, ne diyar bû ku leşker û hukûmetê çi anîne serê hev û kê zora kê biriye.
Lê tiştî herî xerîb, piştî belavbûna civîna MGk-ê, di nabêna leşker û hukûmetê da “zîrveyeke” biçûktir hat kirin.
Diyar e di cîvana MGK-ê pê ra negîhandine tam li hev bikin, ji bo lihevkirneke temam selahiyet dane serokerkan û serokwezîr û wezîrê edaletê.
Loma jî piştî civîna Konseya Ewlekariya Millî, di bin serokatiya serokkomar Abdullah Gul da Erdogan, serokerkan Îlker Başbûg, wezîrê dewletê û cîgirê serokwezîr Cemîl Çîçek û wezîrê edaletê Sadullah Ergîn hatin ba hev û îcar wan bazara nîvçemayî domand.
Wisa xuya ye ku di nava belgeyên di destê hukûmetê da tiştên gelkî girîng hene, mesele ne bêîtîatiya mîralay Dûrsûn Çîçek û çend zabitên din e, mesele gelkî mezintir e, belkî jî serî diçe digihîje Başbûg bixwe.
Loma jî hukûmet rehet e û natirse.
Lê li alî din ji ber ku amadekariya darbeyê di çarçeweya ” zincîra emir û qomûtayê" da hatiye kirin, yanî Dûrsûn û çend hevalên xwe tenê ew belge(belgeya micadela bi îrtîcayê ra. Yanî pilana xistina hukûmeta AKP-ê) hazir nekirine, yên hazir kirine masiyên gelkî mezintir in, loma jî qeweta hukûmetê li girtina van masiyên mezin nayê.
Û ev yek jî dibe sebebê dirêjbûna civînan û bazarê.
Qey di civîna do ya di nabêna seroerkan, serokwezîr, wezîrê edaletê û misteşarê MÎT-ê da mesela tam hel nebû, loma jî Erdogan, hin wezîr û leşker îro danê nîvro dîsa hatin ba hev, dîsa dest bi bazarê kirin.
Du roj berê meclîsê bi guherandina qanûnekê di mahkemeyên siwîl da rê li ber dadgehkirina leskeran vekir.
Serekerkan û general ji vê biryara meclîsê ne memnûn in. Lesker naxwazin mahkemeyên diwîl wan mahkeme bike.
Bi îhtîmaleke mezin bazara herî zahmet di vî warî da ye.
Axir ev sê roj in leşker û hukûmet hevûdu dibîn û tînin lê yek nikane yê din neqawt bike.
Bes bi berdana Dûrsîn Çîçek, meriv dikane bibêje ku leşkeran tawîzeke baş ji hukûmetê stend.
Berdana Dûrsûn Çîçek, tê wê maneyê ku ev operasyon ewê pêşda neçe, ewê mezintir nebe, masiyê hatiye girtin ewê were berdan.
Esas hukûmet baş li ber xwe dide, lê ji ber ku di nava xwe da ne saxlem in, loma jî hêza wan tenê têra girtina vî hûtê mezin nake, dibê hinekên din herin alîkariya hukûmetê.
Heger li Tirkiyê kultura demokrasiyê hebûya, dibê nuha hemû partiyên siyasî, sendîkayên karkiran, baroyên abûkatan, zanîgehan, hemû komel, dezgeh û saziyên demokratî piştgirî bidana hukûmetê û li dijî van generalên cûntacî serî hildana.
Lê kes dengê xwe nake, herkes lê temaşe dike.
Ev du roj in ku leşker û hukûmet ketine gewriya hev, leşker dixwazin bi darê zorê hukûmetê û sîstema edaletê teslîm bigrin û qatilan ji cezakirinê xelas bikin.
Li hember vê midaxeleya leşkerî ya li ber çavan mixabin civat kerr û lal e, herkes bêdeng e.
Û loma jî mêrikan heta dereceyekê jî biser ketin.
Kurd dibêjin: zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane.
Di van du rojên dawî da herkesî dît ku "devê tivinga mor" pere kir...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar