07 juni 2009

Gotinên Başbûg siyaseta dewleta tirk ya rastîn e

Piştî hilbijartinên 29-ê adarê Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul gotibû di derbarê mesela kurd ewê ”tiştên baş” bibin.
Piştî van gotinên Gul, wezîrê hundur Beşîr Atalay jî li ser hevpeyvîna Murat Karayilan hin gotinên dilxweşkir gotibûn.
Dûra jî mebûsê AKP-êDiyarbekrê Îhsan Aslan û Abdurrahman Kurt jî tevî minaqeşeyê bûn û gotin di derbarê çareseriya mesela kurd da di nabêna serokkomar, serokwezîr û serokerkan da tu dijayetî tuneye, hemfikirî û mutabaqat heye.
Serokwezîr Erdogan li dijî van beyanên hêvîdar û dilxweşkir tiştekî negatîv negot, piştgirî da gotinên Abdullah Gul.
Van beyanên birêvebirên hukûmet û dewletê di nava DTP-ê û derdorên nêzî PKK-ê da hewayeke pozîtîv xuluqand.
Di vê nabênê da hat gotin ku Erdogan di demeke nêz da ewê bi serokê DTP-ê Ahmet Turk ra hevdîtinekê pêk bîne.
Piştî vê atmosferê musbet gelek kesî wisa hêvî kir ku di demeke nêz da hukûmetê hin gavên siyasî bavêje û belkî jî bi DTP-ê ya jî bi hin kesên nêzî PKK-ê ra dest bi danûstendinên, ”mizakereyên” rawestandina şer bike.
Di vir da tiştê herî nuh û girîng, him di beyanên mebûsên Diyarbekrê da û him jî di gelek şirove û texmînan da hat gotin da ku di nabêna hukûmet, serokkomar û artêşê da mitabaqat heye, artêş ne li dijî dîtinên Abdullah Gul e.Lê serokê artêşê general Başbug, di rojnameya Hurrîyetê da ji Metehan Demîr ra gotiye, heta ku yek kesê çekdar li çiyan jî hebe, ew şer bikin jî nekin jî ewê here li wan bigere, derxe, bigre û bikuje.
Yanî heta ku PKK bi temamî teslîm nebe ewê dev ji şerê li dijî kurdan berdin.
Di van gotinên Başbûg da esas tiştekî nuh tuneye, mêrik heta nuha çi gotiye îro jî wê dîtina xwe dubare dike.
Tenê hin endamên hukûmetê û hin mebûsên kurd ji kîsê xwe, bêyî ku bingeheke wê hebe hin texmînên ne rast dikin û bi vê yekê jî dibin sebê peydabûna hêviyeke ne rast.
Lê beyanên Başbûg û Erdogan yên van rojên dawî nîşan da ku ”hêviya peyda bûye” ne rast e.
Nuha ne tenê leşker, nêta hukûmeta AKP-ê jî tuneye bi PKK-ê ya jî DTP-ê ra dest bi danûstendina bike.
Ne artêş tenê, hukûmet jî qebûl nake ku di qanûna esasî da hebûna kurdan were naskirin û zimanê kurdî jî bibe zimanê resmî yê perwerdeyê.
Tiştê hukûmet û heta dereceyekê artêş jî qebûl dike, hin mafên kulturî û ferdî ye û ew jî ji bo qezenckirina wextê û xapandinê ye.
Serekerkanê tirk Org. Îlker Başbûg li Emerîkayê daxuyaniyên xwe yê derbarê meseal kurd da do jî domand.
Di rojnameya Mîllîyetê da îro li gor Fîkret Bîla dinivîse, Başbûg ji rojnamevanan ra gotiye, ”kes nikane mîxê dewleta unîter bileqîne” û dûra jî gotiye, ”heger hûn bileqînin, binêrin nimûneya Yugoslawyayê heye.”
Başbûg
bi van gotinan pir eşkere dibêje, em hebûna kurdan weke milet qebûl nakin û zimanê wan jî nakin zimanê perwerdeyê.

Yanî artêş li dij e ku dewlet mafên kurdan yên netewî qebûl bike û vê yekê jî bigre bin garantiya qanûnan.
Dema qala agirbestê û çareseriya mesela kurd tê kirin kurd ji xwe ra tiştekî dibêjin, lê leşker û hukûmet qala tiştekî din dikin.
Yanî çareseriya ku DTP û PKK û hin hêzên din yên kurd didin pêş, him leşker û him jî hukûmet ji kok da li dij in û di programa wan da tiştekî wiha tuneye.
Fîkret Bîla dibêje, tiştê serekerkan Îlker Başbûg weke çareseriyê dibîne meriv dikane di 5 nuxteyan da kom bike.
1-Yek kes nikane dest bide dewleta unîter û struktura netew dewletê. (Yanî dewleta miletê tirk tenê)
2-Cudahiyên kulturî dewlemendîye, li hember kulturên cuda artêş bi hurmet e.
3-Kulturên cuda di çarçeweya çexsî da(ev çarçeweya şexsî çi ye min baş fêm nekir. Lê diyar e qest ew e ku meriv dikane di mala xwe da bi kurdî bipeyive, lê weke mafekî kollektîv nikane bikar bîne)
4-Gava mafên kulturî bibin weke mafekî siyasî nabe, ev yek li dijî hebûna dewleta unîter e.
5-Heger mîxê dewleta unîter ji cî were leqandin, weke Yugoslawyayê ewê tehlûke çêbibe.
Yanî divê hertişt dîsa weke nuha dom bike, heta ku em we tam asîmîle dikin, dikin tirk. Çareseriya dewletê ev e.

Li gor Bîla, esas serokkomar Gul, Erdogan, Baykal û Bahçelî jî eynî tiştî difikirin, di pêşniyarên wan da jî rûniştina bi PKK-ê û DTP-ê ra tuneye, di çareseriya dewletê da daxwazên bişibin yên PKK-ê û DTP-ê tuneye û tiştekî wiha jixwe ne mimkûn e jî.
Leşker û AKP ji roja roj da van tiştan dibêjin, lê PKK naxwaze vê yekê wisa bibîne û ji gelê xwe ra jî rast bibêje.
Ji dêlî ku PKK li gor vê siyaseta dewleta tirk hereket bike û tedbîrên xwe bigre, li ser daxawza Ocalan gavê carê çirt pirt ewê ”agirbestê” îlan bike û bi vê yekê jî serî li gelê xwe bigerîne.
Heyran hûn çi xwe û gelê xwe dixapînin, tirk eşkere dibêjin heta hûn bi temamî teslîm nebin em dev ji we bernadin.
Mesele hewqas vekirî ye.
Piştî ku wiha ye, hûn jî dev ji ”agirbesta” bêmane berdin û heger hûn kanin derba mirinê li van xwînxwaran xin. Heta ku ew bi xwe doza ”agirbestê” û aştiyê li we bikin.
Mêrikan ”agirbesta” we qebûl nake, dibêjin hûn şer nekin jî emê we bikujin. De îcar hûn agirbestê dirêj bikin çi ye, nekin çi ye.
Bi vê siyasetê hûn moralê dijmin bilind û yê dost, heval û gelê xwe jî xera dikin, meriv nikane bi zor aştiyê bi dijmin ra çêke, divê ew jî bixwaze.
Lê tirk îro aştiyê naxwazin, hîn şer dixwazin…

3 kommentarer:

  1. Ez jî tevlî gotinên te dibim xalo.

    1) Ji bo kurdan tishtê herî muhîm, yê hebun u tunebunê, "zimanê kurdî" ye!

    2) Ya duyan jî "nasnameya kurdan" ya di qanuna esasî da ye.

    Dewlet ji bo ku wextê qezenc bike u zimanê kurdî bi temamî bihelîne, bi her awayî dilîze.

    Lê mixabin ku Apo u PKK ewqas famkor bune ku vê yekê nabînin u naxwazin dest bi sherê zimanê kurdî nakin (bi rastî PKK chi dixwaze?!). Di ser da jî li gorî siyaseta tirkan ya tunekirinê milet asîmîle dikin.

    Heta ku Apo u PKK ji holê neyên rakirin u miletê kurd dest bi sherê xwe yê zimanî neke, xwîna xwe jê ra nerijîne, tu chare tune. Mirin li ber dêrî ye.

    Gelo PKKyê famkor u aqilsivik ji kesekî di destê tirkan da chi dipê?! Ma PKK nizane ku êdî îro bi saya pêshketinên teknîkî u tibbî mirov her kesî dikare li gorî daxwaziyên xwe manîpule bike?! DI rastiyê da hewceya dewleta tirkan bi vê jî tune, lewra Apo bi dilxwazî her tishtî dike.
    Silav u rêz
    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar,
    Bê guman dewleta barbar u tirk dixawaze hinekî din dem derbaz be, da ku bila kurdî bi temamî bikeve xewa mirinê. Ji bo vê jî her fêlbazîiyê dike.
    Ez dixwazim li vir shîroveya birêz kekê Beranê Meletiyê cardin bidim. Bi fikra min bi vê shîroveya xwe ya hêja u pîroz tam di navika pirsgirêkê da lêxistiye. Kekê me weha dibêje:

    "Ez nizanim, ka chima birêz Mamoste li ser rexneyan ewqas bê kêf e? Mamoste dibêje li Xarput, Meletî, Semsur, Erzorim, Meresh, Dîlok, Sêvas, Erzingan partiyên kurdan tunin, ji ber vê ev herêmana asîmîle bune. Kekê mino, em li ser Amed'ê, Sêrt'ê, Agrî, Qers, Batman, Wan, Riha u hwd. dipeyîvin.

    Heger partiyên kurdan li van deveran tunebin jî, hingê chima tunin? Gelo karê herî ewil u muhîm li van bajarên asîmîlebuyî dest pê kirin nîne? Karê zor li van deveran nîne? Ma kî dikare derkeve pêsh u bêje plan u programeke DTP u PKKê ji bo van bajaran heye?

    Hebun u tunebuna kurdan bi van bajaran va girêdayî ye. Heger dewleta tirkan li van bajaran gêshte armanca xwe (ku hema hema gêshtiye jî), êdî tu shansê bajarên din yên kurdan tune ku xwe biparêzin. Ango dewlet pêshta dîwarên Kurdistan-ê tarumar dike u pê ra jî dê bikeve dilê Kurdistan-ê. Bi gotineke din hebuna van bajaran wekî chermê lashê mirov e. Heger cherm nebe, êdî mirov hew dikare rê li ber nexweshiyan u mirinê bigire. Ya rast her chiqas dewleta tirkan bala xwe dabe van bajarên dîwar jî, lê dîsan di hundur da jî PKK u DTPê li gorî siyaseta xwe ya tunekirinê bi kar tîne. Ango asîmîleya ku tirkan di 800 salî da nekarîn bikin, di sî salên dawî da bi Apo u PKKê dan kirin. Dijmin e, lê ji kurdan hezar carî qurnaz u baqiltir e!"

    Bi rastî jî dewleta romiyan dîwarên Kurdistan-ê, yanî chermê bedenê kurdan puch kiriye u berê xwe daye dil u mêjiyê miletê kurd.

    Silav
    Tîrê Qers-ê

    SvaraRadera
  3. Kek Zinar,
    Pêwîstya tirkan bi demê heye, daku hebuna miletê kurd bikin bin gorê. Ji bo vê jî mirina zimên mitleq e!

    Bi kerema xwe care herin nivîsa Helîm Yusuv (diyarname.com) u ya Dilawer Zeraq (Azadiya Welat) bixwînin u rewsha zimanê kurdî u "bênamusiya" siyasetmedarên tirkchî bibînin.
    Mixabin ku pêsheroja miletê kurd di destê van siyasetmedarên "bênamus u tirkchî" da pir xirab e!

    Qey min digot, dibe ku sharedariya Amed'ê hinekî kurdîperest u kurdperwer tevbigere. Lê qasî ku xuya dibe, di wan da jî qasî giramekê neteweperwerî tune buye!
    Yek ji yekî rezîltir e! Tevda bune kuchikê zimanê tirkên xwînmij!
    Silav u hurmet
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera