15 juni 2009

Gel rejîma meleyan dihejîne...

Di hilbijartinên roja îniyê(12/6) da Mahmûd Ahmedînejad, weke ku dihat texmînkirin xwe serketî îlan kir.
Lê mixalefet vê serkeftina Ahmedînejad qebûl nake û dibêjin di hilbijartinan da hîle û sextekarî bûye.
Îro li Tehranê bi milyonan îranî daketin kuçe û kolanên Tehranê û serkeftina Ahmedînejad ji bo cara duyem protesto kirin.
Hêzên ewlekariyê derketina der û hemû çalakiyên protestoyê qedexe kiribûn, lê Mîr Husên Mûsawî û gel guh neda van qedexayan û bi şiklekî girseyî nerazîbûna xwe nîşan dan û Tehran hejandin.
Raqibê Ahmedînejad, Mîr Husên Mûsawî di meşê da derket pêşbrî gel û xwest ku gel nerazîbûna xwe bidomîne û vê netîceyê qebûl neke.
Li gor nûçeyên hin ajansan, di destpêkê da meş sakin derbas bûye, lê piştra hêzên ewlekariyê midaxaleyî maşvanan kirine û di netîceyê da gelek kes birîndar bûne û bi kêmanî yek jî mirî heye.
Yanî rijandina xwînê carê destpêkiriye...
Herdu raqibên Ahmedînejad, Mîr Husên Mûsawî(serokwezîrê kevn) û Mehdî Karrûbî(serokê meclîsê yê kevn), îtîrazî netecîyên hilbijartina kirine û ji meqamên resmî xwestine ku hilbijartin were îptalkirin.
Ji bo berdewamiya liberxwedana li dijî rejîmê ev mixalefetaMûsawî û Kurrabî gelkî girîng e, sebebekî siyasî û huqûqî peyda dike.
Nerazîbûn û rexneyên Mîr Husên Mûsawî û Mehdî Karrûbî, tenê ne li hember Ahmedînejad in, serokê dînî yê herî bilind Alî Xameynî jî hedefa van rexneyan e.
Ji ber ku piştî hilbijartinan Alî Xameynî, ji gelê Îranê xwest ku ew serkeftina Ahmedînejad qebûl bikin.
Lê serokkomarê kevn Haşemî Refsencanî, weke Alî Xameynî piştgiriyê nade Ahmedînejad.
Ev yek gelkî girîng e.
Ev jî nîşan dide ku şer ne tenê di nabêna Mîr Husên Mûsawî û Ahmedînejad da ye, kok û rehên wê hîn berfirehtir e.
Ji bo Mîr Husên Mûsawî, piştgiriya Refsencanî îro gelkî girîng e, ev yek dikane bibe sebebê çerxkirina Alî Xameynî.
Di rojên pêş da Alî Xameynî dikane şêla xwe biguhere.
Netîce, di vê tûra pêşî da serkeftina Ahmedînejad were qebûlkirin ya jî neyê qebûlkirin, tiştê xuyaye di nava meleyan da şerekî desthilatê destpêkiriye û ewê hîn gelkî bajo.
Helbet herdu serî jî mele ne û dixwazin rejîma Îslamî bidomînin. Herçiqas Mîr Husên Mûsawî li gor Ahmedînejad, soza hin reforman bide jî zêde ferq nake, netîce herdu serî jî rejîmeke li gor îdeolojiya Îslamî diparêzin.
Lê li gel vê jî, peydabûna dubendiya di nabêna wan da fersendekê dide kurdan û hemû gelên îranê.
Heger îro li seransrê Îranê nebe jî, lê bi kêmanî li Tehranê li hember rejîma melan rêxistin û mixalefeteke xurt hebe dikanin ji vê rewşê îstîfade bikin û berê gel bidin rejîmî.
Şertê rûxandina vê rejîma zalim û dîktator li gor berî hilbijartinan nuha gelkî zêdetir e, gel dîwarê tirsê derbas kiriye û pir bi rehetî radibe pêdarê û dajo ser hêzên rejîmê.
Heger mixalefeta kurd û farisan û hemû hêzên demokrat, azadîxwaz û çep bikanibin xwe bigihînin hev û ew jî weke meleyan, gel organîze bikin, rûxandina vê rejîmê mimkûn e.
Şertê vê yekê îro ji her demê bêtirtir e.
Yanî ji bo çêkirina helawê ard, rûn û şekir heye, tenê hoste lazim e, ku ew jî hebe mesele temam e, aqûbeta Şah dikane bibe ya Ahmedînejad jî.

1 kommentar:

  1. Xalo,
    Bi fikra min, heger kurd yan jî gelên din yên li Îran'ê rabin ser piyan u mafên xwe yên însanî bixwazin, dê dewleta xwînmij ya molleyan xelkê fars li hemberî wan fît bikin u bi vê jî pirsgirekên xwe yên din bidin ji bîr kirin. Faris gelekî nijadperest in. Heger berjewendiyên wan yên mîllî bikeve xeterê, dê yekcar dest ji her tishtî berdin u xwe wekî kuchikan bavêjin ser xelkên din.
    Lê dîsan jî buyerên weha firsendên dîrokî dixin nav destê mirov, tev bila ew mêjî u aqil di mirov da hebe, wekî din her tisht teferruat e.
    Silav
    Pîran Tîr

    SvaraRadera