20 maj 2009

Pakêta dewletê taktîka xapandinê ye

Çendakî berê serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, li ser mesela kurd gotibû, ”di rojên pêş da ewê tiştên baş bibin”.
Piştî vê beyana Gul, Erdogan jî piştgirî dabû Gul û li hember rexneyan gotibû, ”rast gotiye, ma bira bigota ewê tiştên xerab bibin?”.
Derdorên siyasî dibêjin ku ji bo çareserkirina mesela kurd serokkkomar, hukûmet, serokerkan, MÎT û hemû dezgehên dewletê yên din bi hev ra li riyeke çareseriyê digerin.
Di rojnameyên da hin detayên vê ”pakêta nuh ya mesela kurd” îro tê eşkerekirin. Li gor tê gotin xwedêgiravî hemû dezgehên dewletê weke orkestrayekê dixebitin û şefê orkestrayê jî Abdullah Gul e.
Li gor çapemenî dinivîse, di ”pakêta kurd” da şertê tirkan yê esasî ev in:
-Ji bo ku dewlet gavekê bavêje, dibê PKK dev ji şerê çekdarî berde, yanî çekan bi temamî deyne. Dibê PKK piştî 1-ê hezîranê jî agirbestê bidomîne. Dewletê bala xwe bidê hela PKK piştî 1-ê hezîranê jî vê şêla xwe didomîne ya na. Ev yek ewê siyaseta dewletê tayin bike. Heger PKK bi tevayî dev şerê çekdarî berde, hikûmetê jî hêdî hêdî hin gavan bavêje.
- Madeya 220-ê ya efûyê ewê ji nuh ve bigrin dest û belkî jî têxin praktîkê. Ji bo ku kesên li çiyê dakevin ewê bi malbatên wan ra hevdîtin werin çêkirin.
-Ewê tecrîta li ser Ocalan rakin. Ewê 5-6 mahkûman bişînin ba Ocalan û bi vî rengî jî dawiyê li tecrîta wî bînin.
-Kurdên li Ewrûpayê dijiîn û ji hemwelatiya Tirkiyê hatine derxistin, ewê hemwelatiya wan paşda bidin wan.
-Ji nuha û pêva li hember kurdan ewê bi şefqet hereket , yanî hêzên ewlekariyê li gor berê ewê hindikî zulmê li kurdan bikin.-Astengên li hember zimanê kurdî ewê werin rakirin. Piştî paşdedana navên gundan yên berê, ewê navê zarokan yên bi kurdî jî serbest bikin. Weşanên telewîzyonê ewê bi temamî serbest berdin. Di hefsan da jî axaftina bi kurdî ewê serbest bikin.
Wek tê dîtin di pakêtê da tu jahr jî tuneye, qala peymanekê, lihevkirineke siyasî nayê kirin.
Qala naskirina nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî, serbestbûna partî û rêxistinên kurdî nayê kirin.
Tiştên weke maf tên rêzkirin hemû jî gotinên vala, taktîkên xapandinê û fasafîso ye.
Efendim PKK bira bê qeyd û şert berê çekan deyne, dewletê piştra hêdî hêdî hin gavan bavêje.
Baş e dewlet piştra ”hin gavan” navêjeje ewê çawa bibe?
Mueyideya vê çi ye?
Ya din dewletê kîjan gavan bavêje, ewê çi mafî bide kurdan?
Dibê dewlet naveroka ”gavên xwe” eşkere bike.
Dibê kurd bizanibin li hember tiştên didin, ewê çi bigrin?
Û tiştên wiha jî bi ”sozên devkî”nabe, divê bi qanûnan werin girêdan û têkevin qanûna esasî.
Dewletê ”efûyekê derxe”.
Bira dernexe. Kurdan ji bo derxistina ”efûyê” hewqas bedel nedane, kurdan ji bo bidestxistina mafên xwe yên netwî bi hezaran şehîd dane.
Heger pakêta dewletê ev pakêt be maneya xwe ew e ku nêta dewletê ya rawestandina şer hîn tuneye.
Dewlet hîn baş newestiyaye, dixwaze hinekî din jî şer bidomîne, ji bo têkbirina kurdan dixwaze hinekî din jî hêza xwe biceribîne.
Di esasê xwe da dewleta tirk li hember têkoşîna miletê kurd tê çûye, lê dixwaze vê rastiyê, vê têkçûna xwe ya leşkerî veşêre û bi manawrayek siyasî vê têkçûna xwe bincil bike.
Bi kurtî, dewleta tirk tiştê di warê leşkerî da wenda kiriye, dixwaze bi siyasetê bidest xe, di vî warî da kurdan bişkîne.
Çi ye çi ye, wê ji nuha û pêva li hember kurdan bi şefqet hereket bikin, ewê navên kurdî serbest bikin, ewê destûrê bidin ku kurd vegerin welatê xwe…
Na na hema heta ji we tê li hember kurdan bêşefqet bin, navên kurdî serbest nekin û nehêlin kurd wegerin welatê xwe.
Bedêla têkoşîna kurdan ya 30 salî ne ev tişt in, kurd dixwzin weke milet bi tirkan ra xwedî eynî mafî bin.
Netîce, PKK dev ji şerê çekdarî berdide bernade ev mesela wan e, lê ev pakêta tê qalkirin ku bi rastî jî naverok ev be pêkenîn e, tinaza bi kurda ye.

3 kommentarer:

  1. Herê xalo,

    Te rast gotiye, dewlet bi miletê kurd rasterast dilîze u tinazên xwe pê dike. Lê mixabin ku partî u siyasetmedarên me kurdan di destê dewleta tirkan da bu pêkenok u dewleta bê namus ji binî heta serî wan li gorî berjewendiyên xwe manîpule dike.

    Ev chi shertên vik u vala ne?! Em dibêjin bila di qanuna esasî da:

    1) Garantiya perwerdehiya bi zimanê kurdî u

    2) Garantiya nasnameya kurd

    were dayîn.

    Ji bo vê jî dewleta xwînxwar mejbur e ku bi kurdan ra rune u vê qanuna xwe ya nijadperest serrast bike.

    Wey bila filan bikaribe wegere welêt, fêlan navê zarokê xwe bi kurdî dayne, bêvan bila kurdî silavan bide, bi diya xwe ra bikaribe kurdî deng bike ... u nizanim kîjan jehr u ziqqim, ev mesela chareser nabe u tenê kêfa tirkan tîne. Ji ber ku ew hêsabê 10-20 salên pêsherojê dikin. Dê di nav vê demê da hemî kurd werin asîmîle kirin. Pishtî vê bobelatiyê jî êdî kes nikare ji bo kurdan ti tishtekî mîllî bixwaze.

    Divê kurd di daxwaziyên xwe da bi vekirî van herdu xalên hebun u tunebunê pir bash fahm bikin u ji dewleta nijadperest bigirin. Bi chi awayî digirin bila bigirin, tev bila bigirin.

    Kurdino, ehmeqino, va ye wextê we yê dîrokî zêde nemaye! Va ye seet bi seet, seniye bi seniye berbi tunebunê va dichin. Tenê lez u beza "mafê zimanê kurdî" encax dikare rê li ber vê tunebunê hinekî bigire.

    Heyf u mixabin ku PKK di vî warî da wekî partiya siyaseta asîmîlekirinê daye duv dewleta tirkan. Ti xêr jê nayê. Ma ev dewleta nijadperest li shuna 5 kesan, hezar kesan bishîne cem Apo chi dibe?! Ma dê bi vê yekê asîmîlekirina miletê kurd were sekinandin?! Na! Diyar e dewlet Apo li gorî siyaseta xwe ya pêsherojê bi kar tîne. Ma ti kesekî heta îro ji vegotinên Apo ji bo ku rê li ber asîmîlekirinê were girtin, konkret tishtek bihîstiye? Apo li gorî berjewendiyên kurdan yên mîllî nalive, dixwaze kurd u berjewendiyan wan li gorî yên Apo bilivin. U ev jî ji bo neteweyekê "mirina" herî ehmeq e!

    Carina mirov dibêje, mirina u nebuna hin kesan ji hebuna wan mîlyon carî bashtir e.

    Rêz u rêzdarî

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Kek Zinar,

    Dewlet bi vî hawî dikare bi PKKê sed salî jî bijî. Hetta heta dawiya hebuna xwe jî dikare bi PKKê ra bijî.

    Ji bo dewletê tu lez tune. Chawan be dem u wext li gorî berjewendiyên wan dimeshe. Yên ku herroj dihelin u dibin tirk, kurd in. Yên ku xwedî hemî maf, dezgeh, dibistan, daîre, leshker, medya, televîzyon, rojname, chapxane, pirtukxane, nexweshxane, fîrme u xwedî nasnameya netewî ne, tirk in.

    Ê ya kurdan chi heye? Ti tisht! Serda jî zilm u zordariyeke nedîtî!

    Gelo gava mirov van tîne beramberî hevdu, shansê kudan yê ku bikaribin wekî millet hebin, qet mumkun e?

    Dê dewlet dîsan PKKê bixe dafika xwe u pishta xwe pal bike u bêje: Ya wexto, de zu rabira looo!

    Pashê jî dê dewlet bêje: Em dixwazin bila kuchik u kerên kurdan jî xwedî mafên xwe bin. Bila ji bo vê jî PKK hemî gerîlayên xwe ji welêt derxe, wekî ku "sayin serok Apo" gotiye. Nebu, ji bo ku em gotina "sayin Apo" serbest berdin jî bila werin leshkeriyê bikin...

    Ez jî eynen weha difikirim:

    "Di qanuna esasî da:

    1) Garantiya perwerdehiya bi zimanê kurdî u

    2) Garantiya nasnameya kurd

    were dayîn."

    Silav

    Beranê Meletî'yê

    SvaraRadera
  3. Welle ez niha baş fehm dikim ku: Çima DTPyê li dijî trt6ê derketine. Ji ber ku trt6ê ne bi fermî bû. Lê partiya me dixwazin ku bila her tişt fermî be. Ne ji bo xapandinê ji bo çareserî be. Du roj berî dtpyê xeritaya rê ji bo doza Kurd derxistibû û gotibû ku " Bila nasnameya Kurdan li makazagonê de cih bigre, perwerdehiya bi Kurdî li mektaban da xwastibû. Li wir(http://www.gundem-online.com/haber.asp?haberid=72341) jî her tişt hatiye nivîsin. Lê dîsa ew usluba dijminane ji ku derdikeve ez fehm nakim. Jixwe hûn çi dixwazin ji we zêdetir hatiye xwestin. Ma em ewqas dijminê xwe ne.( Birêz Z.Xamo ez ji bo we nabêjim ji bo şiroveyên dî dibêjim).

    SvaraRadera