17 maj 2009

Kurd dibêjin êdî ewê bi kurdî bipeyivin...

Ji 14-ê gulanê û virdaye di çarçeweya ”Cezjna Zimanê Kurdî” da di pêşengiya TZP-Kurdî û KURDÎ DER-ê da li seranserê Kurdistanê û Tirkiyê meş, civîn û gelek çalakiyên pir bi olan hêja tên kirin, gelek semîner û konferans tên dayin.
Welhasil ev cara pêşî ye ku PKK bi vê berfirehiyê û bi vê cidîyetê dest davêje zimanê kurdî.
Heger di van xebatan da berdewamî hebe gaveke pir hêja û pir pîroz e û dibê meriv organîzator û pêşengên vê biryarê pîroz bike.
Li gor programa di çapemeniyê da belav bûye, di 15-ê gulanê da li Amedê, Êlihê, Wanê, Şirnexê, Sêrtê, Colemêrgê, Agirîyê, Îdirê, Qersê, Bedlîsê, Semsûrê, Ruhayê, Enqerê, Îzmîrê, Stenbolê, Farqînê, Erxeniyê, Pîranê, Hênê, Hezroyê, Çinarê, Qoserê, Şemzînanê, Geverê, Çelê, Elbakê, Diyadînê, Dîgorê, Kaxizmanê, Miksê, Norşînê, Tetwanê, Bazîdê, Patnosê, Ercîşê, Bêgirê, Melazgirdê, Serêkaniyê, Mêrsînê, Wêranşarê, Pirsûsê, Silopîyê û Nisêbînê bi kurtayî li her wîlayet, qeza û navçeya ku belediye di destê DTP-ê da ye ya jî şûbeya DTP-ê lê heye ji bo zimanê kurdî ewê çalakiyên babet babetî werin lidarxistin.
Ji bo ku milet bi zimanê xwe bipeyive û li hember asîmîlasyonê şiyar be, li her derê ewê li ser girîngiya zimên were sekinandin û gel were agahdarkirin.
Van xebatên ji bo axaftin û pêşdabirina zimên di pêşengiya TZP-Kurdî û Kurdî Derê da tên meşandain, lê KCK û DTP jî di her warî da piştgiriyê didin van xebatan.
Ev piştgiriya KCK-ê û DTP-ê pir û pir girîng e. Ez hêvî dikim ku ev xebat ne demî be û piştî çend rojan dawî lê neyê.
Jixwe heger PKK-ê di destpêkê da weke ku di belavoka KCK-ê da tê gotin girîngî dabûya zimanê kurdî nuha kurdî di rewşeke gelkî baştir da bûya. Lê derengdestpêkirin ji destnepêkirinê çêtir e.
Di xebatên hefteya borî da jî meriv dibîne ku dema PKK/KCK û DTP bixwazin dikanin di eynî rojê da bi milyonan însanî derbasî hereketê bikin.
Bêyî PKK-ê îro li Kurdistanê û li Tirkiyê kes nikane vî hukmî bike, kes nikane di eynî rojê da li sedan derî hewqas çalakî lidarxe.
Ji bo xebateke wiha berfireh hêz û organîzeyeke pir mezin, bi hezaran kadir û eleman lazim in.
Yanî dema daxwaz hebe hêz heye.
Û dema ev hêz jî bi cidiyeteke mezin dest bavêje pêşdabirina kurdî dikane piştê li asîmîlasyonê bişkîne, sînerjiyekê bide zimanê kurdî, zimanê kurdî geş û gurr bike.
Loma jî heger em dixwazin li hember asîmîlasyonê bendeke qewî lêkin dibê PKK û hemû hêz, dezge û çapemeniya di bin tesîra wê da li vê meselê xwedî derkevin û xebatê organîze bikin.
Û helbet berî her tiştî jî dibê PKK, KCK û DTP di nava xwe da, ji xwe dest pê bikin, di nava xwe da rê li br asîmîlasyonê bigrin.
Heger PKK ji xwe dest pê bike, maneya xwe ew e ku 7-8 milyon însan dikanin bi yek derbê li hember tirkî bibin bendeke qewî û civateke kurdîaxêv.
Û ev yek ewê gav bi gav pêşda here û firehtir bibe, hêdî hêdî axaftina bi kurdî di nava milet da ewê bibe adet û cî bigre.
Dema meriv di tiştekî da israr bike piştî demekê dibe adet û kultur. Vê yekê li Swêd di nava kurdan da wiha dest pê kir. Di salên 1980-î da em weke DDKD(Partiya Pêşeng di hemû xebat û civînên komeleya xwe da û dûra jî di nava Federasyona Komeleyên Kurdistanê da kurd bi kurdî peyivîn. Hêdî hêdî vê biryardariyê fêkiyê xwe da û nuha li Swêd zimanê hemû rêxistinên kurdan kurdî ye û şexs jî pir kêm bi hev ra bi tirkî dipeyivin.
Li ser ”Cejna Zimanê Kurdî” KCK-ê belavokek belav kiriye. Di belavoka xwe da gotiye:
”Ji bo Cejna Zimanê Kurdî rojek têr anke. Tenê di rojên hatine îlankirin da xebat têr nake. Dibê hemû roj weke cejna zimanê kurdî were qebûlkirin, heta ku asîmîlasyon û asîmîlasyona xwe bi xwe tê şikandin dibê têkoşîna ji bo zimanê kurdî were meşandin.”
Weke hûn jî dibînin vana gotinên pir rast, pir xweş û pir maqûl in. Bêyî van gotinên xweş û giranbuha Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK-ê di beyana xwe da gelek xebat û tiştên hîn baştir jî daye ber endam, hevalbend û rêxistinên xwe û partiyên kurdan:
Mesela gotiye:
-Li herdera kurd lê dijîn di her qadê da dibê rêxistinên ji bo pêşxistina zimanê kurdî werin avakirin. Li derên rêxistine hene, dibê ev xebat were kûrkirin
-Xebata ”êdî bes e, em bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin”, heta ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî tê bidestxistin dibê bidome.
-Ji bikarneanîna zimanê xwe ra dibê êdî em bibêjin bes.
-Dibê zimanê resmî yê hemû partî, dezgeh û rêxistinên kurd bi kurdî be. -Gelê me dibê di hemû warê jiyanê da zimanê xwe bikar bîne.
-Ji bo ku zimanê kurdî di qanûnên dewletan da cî bigrin dibê di her warî da em têkoşînê bilind bikin.
-Ji bo kurdî dibê her mala kurd bibe dibistan.
-Jin, xort, karkir, ronakbîr û nivîskar dibê pêşengiya pêşxistina zimanê kurdî bikin.
Hemû jî biryar û pêşniyarên rast û di cîda ne. Dibê meriv çepikan jê ra lêxe û bibêje her bijî!
Weke KCK-ê, DTP-ê jî bi mesajekê cejna zimanê kurdî pîroz kiriye û daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kiriye. DTP-ê di mesaja xwe da gotiye:
”Ziman wasiteyeke danûstendinê ye, dibe alîkarê jiyandina nasnamê û kulturê. Mafê her miletî yê tabiîye ku zimanê xwe di her warî da bi azadî bikar bîne, bipêşxe û bigihîne cîlên nuh. Ji bo ku ev maf were bikaranîn şert e ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Zimanek nebe zimanê perwerdeyê û di her qadê da neyê bikaranîn ne mumkûn e ku hebûna xwe biparêz e û dewrî cîlên nuh bibe. Li welatên weke Tirkiyê yên pirziman û pirkultur riya bidestxistina aşîtiya civakî divê cudahî ne weke tehdîdê, divê weke dewlemendiyekê were dîtin. Divê fişara(zexta)li ser zimanî kurdî rabe, ji bo pêşketinê dibê hemû şert werin amadekirin, bi qebûlkirina mafê perwerdeyê û bikaranîna di her warî da divê zimanê kurdî bibe xwediyê garantiya qanûnî.”
Weke tê dîtin, DTP-ê jî hewqasî xweş gotiye ku eynî helandiye. Yanî di gotinê da tu qusûr û kêmanî nehîştiye.Lê heger di kirinê da yanî di praktîkê da jî tiştê gotiye bicî bîne wê demê mesele namîne, kurdî ji mirinê xelas dibe.

8 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,

    Bi ya min be, te daxwaza dilê xwe xwesh aniye zimên. Bêguman heger her tisht bi vî shiklî bibe, dê gelek bash be. Gelo xweshbîniya te di cî da ye?

    Lê mixabin ku rastiya zimanê kurdî ya berbi mirinê êdî nikare were sekinandin. Mirina vê prosesê berî sî salan bi xurtî dest pê kir. Shanseke kurdan hebu, ew jî revandin. Di destpêka salên nodî da kelcaniyeke mezin bi kurdan u kurdên ku asîmîle bubun, girtibu. Lê PKKê ew pêvajoya bi zanîn ji binî va xera kir avêt. Her hêz u mafên miletê kurd ji bo "serok"ê xwe kir qurban.

    Bi xwedê be, ev kesên ku van chalakiyan li dar dixin, hê jî di nav xwe da bi tirkî dipeyîvîn, bi zimanê bênamus yê tirkan sonda xwe dixwin. Sextekarî ji xwe ra kirine îmana siyasî. Dewleta tirk tenê li chend Don Kîshot-ên kurdîperest mêze dike u dikene. Ji ber ku dewlet ew prosesa asîmîlekirinê ji zu da qedandiye u bi kêfeke mezin li otoasîmîlasyonê dinêre. Vê gavê bi sebr li benda 10-20 salên pêsherojê ye. Ne hewce ye destê li kurdan bide ji ber zimên.

    Payîzê, berî hesht mehan jî PKKê eynî tisht kiribu. Kesê ku PKK u DTPê nas dike, bila xwe nexapîne. Hun ê di nêz da bibînin, ka PKK u DTP miletê kurd chiton li ser kuna xwe didin runishtandin. Hebe nebe dê chîrokeke nu peyda bikin, dê bêjin xwarina bi gosht nedane Apo u dîsan milet bavêjin bin potînên tirkan u bidin kushtin.

    Qet nebe, tirk pir bash dizanin, dê chawa bi tevî Apo daxwaza miletê kurd ya zimên manîpule bikin.

    Sebir rastiya herî mezin e.

    Kesên cîddî berî her tishtî ji xwe u sazgehên xwe dest pê dikin!!! Berî herkesî jî divêt berpirsiyarê vê bêbextiyê yê herî mezin u xeraker Apo bila vê yekê bike, PKK u DTP bike!!!

    silav

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Xalo,
    Wellahî bîllahî jî hên her tisht di nav van propagandayan da bi tirkî tê kirin. De carê werin welêt u rureshiya ku van kesina li hemberî zimanê kurdî dikin bibînin.
    Bi rastî jî gî fasafîsoyên PKKê ne u wekî daîreya dewleta tirk ya asîmîlekirinê dixebite. Chi kesên ku bi kurdî nizanin bi zanetî anîne li ciyên girîng shun kirine, da ku bila xelkê kurd mejburî tirkî bibe u bi kurdî deng neke! Ez bawer nakim ku li cîhanê zirzopiyeke weha bê aqil hebe. Ma kîjan restorant ashpêjê ku nikare xwarinê cheke, berdide ashxaneya xwe?!
    Tîrê Qers'ê

    SvaraRadera
  3. Den här kommentaren har tagits bort av skribenten.

    SvaraRadera
  4. Birêz Eliyê Dêrikî û Tîrê Qersê, weleh tiştê hûn dibêjin gelkî cidî ye yanî tiştê ew ji xelkê dixwazin ew bi xwe nekin pir şerm e.
    Bi rastî jî li gelek deran kesên kurdî nezan kirine berpirsiyar. Mesela nîvê wezîrên DTP-ê bi kurdî nizanin. Û helbet ev yek ne tesadufî ye, dema bixwestana dikanîbûn kesên kurdîaxêv bidana hilbijartin.
    Hema kurd ji binde bênûner bimînin jî meriv Aysel Tuglukê nake nûnera xwe.
    Lê li gel vê jî ez hêvî dikim ku îcar bi gotinên xwe ra samîmî bin.

    SvaraRadera
  5. Birayên delal !
    Rexne kirin pir hêsane, qolayî ye.
    Ez ne li wan sîyasetvaname. hema wan her tim rexne jî nakim. Li xebatê xwe dinihrim u li xebatê wan dinihrim. Ê wan ji ê min pitirin.Le belê emjî kovarekê bi temami bi zimanê kurdî derdixin, Radyoyeka me heye me bi niêta Kurdi damezrand lê em li ber astengîyan rojê seatek bi Kurdî diweşînin.Disa jî ez wan rexne nakim. Lê belê ew hevalê ku pir rexne dikinê, eceb ji bo zimanê Kurdî çi dikine. Ez dixwazim fêr bibim.
    Bi silaf u rêz
    REHAWÎ

    SvaraRadera
  6. Kek Zinar,

    Pishtî salên 1999an PKKê li gorî "daxwazên dewleta tirk" gerîllayên xwe ji Bakur derxist u di vê navê da jî nêzîkî 500 gerîlla da kushtin. Pashê 5-6 salan sher nebu u PKK di vê demê da runisht, zik mezin kir u bu du perche...

    Gava ev tishtina chêdibun, PKKê ne li welêt u ne jî li derî welêt ji bo zimanê kurdî ti tisht nekir. Ango giraniya xwe zêdetir da medyaya bi zimanê tirkî u bêtir bun shirîkên asîmîlasyona dewleta tirk.

    Carekê min li ciyekî kesekî ewrupî yê zimannas dît. Li gorî gotina wî ew demekê li lîtvanya-yê maye. Di dema Sovyeta Rusya-yê da li hin bajarên Lîtvanya-yê dewlêt zimanê rusî kiriye zimanê sereke. Feqet pishtî ku miletê Lîtvanî ji Rusya-yê diqede, li bajerê ku tenê ji sedî 5an zimanê lîtvanî dihatiye peyîvîn, di nav salekê da derxistine ji sedî 55an. U pashê jî di hilbijartinan da Rus têkbirine u bajar bi dest xistine.

    Helbet ji bo ku bikaribin vê bikin, biryareke siyasî u millî hatiye kirin, fasafîsoyên îdeolojîk avêtine chopê u tenê ji bo nirxên netewî daketine qada sher. Pashê, min chend kesên Lîtvanî nas kirin, bi xwedê we yê ew bidîtana, gava mijar dihate ser "zimên u kultur", wan heziyeke weha bê terîf ji bo "ziman u chanda" xwe nîshan didan ku, meriv heyîrî dima. Qey te digot eyê aniha li vir hemî xwîna xwe birijînin. Ji ziman u kultura Rusan jî ewqas nefret dikirin ku mirov nikare bîne zimên. Pishtî pirsînên min, gotin, heta berî demeke kin, "ziman u kultura" Rusan gelekî dihat hez kirin...

    Rastî ev e: Heta ku kurd (partî, ronakbîr, xelk) ji ziman u kultura dijminên xwe nefret nekin, bo kurdî u kultura kurd ti shans tune.

    Ya me kurdan jî sherekî ji bo "ziman u kultura" kurd u kurdî ye. Ango ev sherê "ziman u kulturê" ye. Heger kurd bi "ziman u kultura" tirkan nebin dijmin, nikarin hebuna "ziman u kultura" kurdî berdewam bikin. Ji bo kuyek ji van herduyan bikaribe bijî, mejburî divêt mirov li hemberî ya din sherê herî mezin bike.

    Gava mirov ji yê dijminê xwe hez kir, êdî wî kesî hemî shert u mercên hebuna "ziman u kultura" xwe bi saxî binerd kiriye. Aniha jî halê me kurdan ev e!

    Hurmet u silav

    Lawkê Cholemêrg-ê

    SvaraRadera
  7. Kek Zinar
    Ez dibêm kesê ku PKKê nas nake, dikane xwe bixapîne.

    Ya rast ti xwastina PKKê di vê meselê da hêch muhîm nîne.

    PKK bixwaze jî nexwaze jî nikare ziman u kultura kurdî biparêze u wan ji nu va bishkifîne. Ji ber ku di nav PKKê da ew kesên xwedî mêjî, zanîn, kultur u ya herî muhîm î ziman tunin. Nikare hebe jî. Dê nebe jî.

    Kevirê dîwarê PKKê u Apo di destpêka da carekê tewsh hatiye danîn. Heger mirov vê aniha rast bike jî, dê xanî ji binî va hilweshe. Lê chawan be dê di dawiyê da bi temamî hilweshe, da ku miletekî kambur nikare zêde bi selametî bijî.

    Silav u rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  8. Xalê Zinar,

    Va ye te dît, fasafîsoyên PKKê kirin fis u chun. Qey PKK dibêje xelaskirina zimanekî wekî propagandayên zirt u virt in u chend "hevalên" hop-hop dishîne ciyê kultura xwe qehwexanê u di pênc deqqan da her tishtî chareser dike (êdî peyva "heval" u "tirk" wekî hev di guhê min da li olanan dixin! Divêt ev peyv "heval" ji nav ferhanga kurdî were derxistin. PKK encax dikare naveroka her tishtî genî bike).

    Asîmîlasyon ji jehrê jî berbattir e, ku carekê lê veda cardin jê xelasî tune. Lê helbet, ku di mirov da aqil tunebu, mirov herro zimanekî chêdike. Ya staaar, tu me ji van bê aqiliyan xelas bike!

    Belê, "zimanheziya kurdî" ya camêrên tirkîperest tenê du-sê rojan dom kir, ew jî bi tirkî kirin. Hey lanet lê beee!

    Silav

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera