26 maj 2009

Dema bi însan ra şerm nemîne...

Ez çapemeniya tirk baş taqîb nakim, diyar e di nabêna sernivîskarê rojnameya Hurriyetê Ertugrûl Ozkok, Ahmet Hakan û hin rojname û nivîskarên îslamî da minaqeşeyek heye, herdu alî jî êrîşî hev dikin.
Nivîskarên îslamî di Hurrîyetê da herî bêtir jî êrîşî Ertugrul Ozkok û Ahmet Hakan dikin.
Ahmet Hakan ji nava cimata îslamî tê, loma jî nivîskarên îslamî pirê caran bela xwe tê didin û wî bi ”donektiyê” yanî ”bi dîn û cepheguharandinê” îtham dikin.
Ozkok, di nivîsa xwe ya îro da bi rengekî sergirtî qala van êrîşên medyaya îslamî dike û şûrê nivîskarê xwe Ahmet Hakan dikşîne û ”qahpiktiya siyasî” fêrî wî dike.
Ozkok jê ra dibêje, Ahmedê hêja, bîna xwe fire bike, xwe neqeherîne, piştî ku meriv vî karî bike êrîş û heqaret ”normal” in.
Ozkok, di destpêka nivîsa xwe da çend ninûneyên tam li gor şexsiyeta xwe dide û dibêje:
”Her ku ez bala xwe didim rewşa Ahmet Hakan, ez şikiriyê bi halê xwe tînim. Taxa me li gor taxa din(qest hêzên îslamî ne)gelkî bi însaftir e. Yanî gava tu ji çep werî û bibî parêzvanê lîberalîzmê ya jî kapîtalîzmê, pir pir ewê ji te ra bibêjin ”donek”, (ji kesê fikir, dîn biguherîne bi tirkî dibêjin ”donek”, yanî kesê bûye tiştekî din)
Ozkok dom dike, dibêje:
"Dema hinekî din jî biqeherin tiştê bibêjin ev e:
”Qeşmer/şelaf.”
Ya jî ewê bibêjin ”dostê îngilîzan.”
Ya jî ”Alî Kemal…”
Erê giran e, lê ne ku nayê kişandin.
Jixwe piştî demekê meriv viya qebûl dike, heta henekê xwe pê dike.
Lê li taxa din ev yek bêtir bi zalimî tê kirin."
Di teşbîhê da xeta tuneye, Ozkok li Babialiyê bûye weke ”manga bi ga”, boxeyê xwe lê neboqandibe nemaye.

Loma jî camêr fêrî her nav û nîçokê, her heqaretê bûye, tu gotina herî giran jî jê ra bibêjî qet ne xema wî ye.
Tu kîloyek îsotê ruhayê bera bîvila wî de jî camêr tew nabêje pişk û nabênije…Ji ber ku eyarê wî bi gotin û serhevdan baş debax girtiye, lema jî bi tu heqaretê naêşe û bîna xwe teng nake.
Îcar ji bo ku eyarê wî hewqasî fireye loma jî dixwaze nivîskarê xwe Ahmet Hakan jî weke xwe kedî bike, fêrî qebûlkirina gotin û heqaretan bike.
Weke ku ji Ahmet Hakan ra bibêje, bira, di bazara me da ev jî heye, ji bo ku em kanibin vî pereyî li xwe bihelînin dibê em van heqaretan jî li dilê xwe xin.
Berî ku ez dest bi bloga xwe bikim, bêtir wexta min hebû, li gor nuha min bêtir çapemeniya tirk taqîb dikir û gelek caran bi tirkî bersîva wan jî dide.
Ertugrul Ozkok, yek ji wan kesan e ku min çend caran li ser nivîsîye û jê ra şandiye.
Hin caran min ji xwe ra digot, heger ew, vê nivîsa min bixwîne ewê têkeve binê erdê, ewê pir şerm bike, belkî jî wê şevê ji hêrsa xew nekeve çavên wî.
Ez nuha fêm dikim ku ez gelkî saf bûme...
Tu nabêjî bi şîrmaqên xelkê hustuyê camêr baş qalind bûye, sîleyek du sîle, çend gotinên giran tu tesîrê lê nake.
Heger xeberekê, heqaretekê, çend gotinên giran tesîr lê bikira mêrik heta îro nedihat, nuha ji zûda dev jê berda bû.
Loma jî şîretê li Ahmet Hakan dike, dibêje, xwe ji nav û nîçokan, ji heqaret û gotinên giran neqeherîne, ”jixwe piştî demekê meriv viya qebûl dike, heta henekê xwe pê dike.” Yanî gotina ”donek”, ”lîboş/şelaf”, ”evîndarê îngilîzan”, ”xayin” û heqaretên weke van tew wî naêşîne, jê ra weke şîr û şekir e.
Însan carê bêexlaq û bêrû bibe êdî tiştê ku jê fedî bike û pê biêşe namîne, dikeve kerasê fahîşeyekê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar