21 april 2009

Hozan Îhsanî û bîranîneke min

Erê, dawiya dawî weke herkesî ev dinya ji hozanê şoreşger û bi heybet Aşiq Îhasaniyê (Îhsan Sirlioglu)amedî ra jî nema.
Bîstek berê dema min xebera wefata Aşiq Îhsanî xwend ez him pir li ber ketim û him jî bîranîneke min tevrabû.
Aşiq Îhsanî di salên 60-70-î da pir meşhûr bû, me xortên çep gelkî ji stranên wî hez dikir.
Tembûrlêdana wî ya bi hêrs û stranên wî yên weke marşan em dianîn heyecaneke mezin. Hercara ku pîlaqeke wî derketa me ji destê hev direvand û li qahweyan tekrar tekrar lê guhdarî dikir.
Cara pêşî, baş nayê bîra min kîjan sal bû, lê ewê destpêka salên 1970-î be ew û xanima ya jî hevala xwe(navê wê nayê bîra min, belkî Gulşah bû) ji bo konserekê hatin Wêranaşrê.Xannima wî (ez dibêjim xanima wî bû?) ji herdu çavan kor, yanî hafiz bû û ew jî dengbêj bû û herduyan jî bi tirkî distira.
Îhsanî konsera xwe li salona sînema Heman da. Dem ya havîn ya jî payiz bû. Konser li derve bû û salon tije bûbû.
Bi qasî tê bîra min Îhsanî yekî kinik bû û simêleke wî ya pir gurr û mezin hebû, simêla ”komînîstan” bû.
Dema distira, şeyekî wî yê reş yê biçûk hebû, danîbû ber xwe û di nabê ra tim bi hêrs bi simêla xwe dixist, simêla xwe şeh dikir.
Vê yekê heyecaneke ecêb dida me.
Me dixwest em rabin û êrîşî bînayên dewletê bikin.
Starên bi kurdî dizanîbû ya na ez nizanim, lê di wê şevê da bi kurdî nestira.
Bes bi kurdî dizanîbû. Pir hindik em pê ra hinekî bi kurdî peyivîn.
Piştî konserê em çûn mala rahmetî Aslan Kaya. Wê şevê em çend heval heta derengê şevê me pê ra sohbet kir.
Berî em belav bibin diya Aslan ciyê wî û jinikê li odeyên cihê danî. Û me jê ra got, ciyê te li vir e û ciyê ”Gulşahê” jî li wir e.
Keniya got, nabe, got xewa wê bêyî min nayê, dibê hûn ciyê me li ba hev deynin.
Vê daxwaza wî em matmayî hîştibûn. Loma jî hîn di bîra min da maye.
Li ba me meriv jin û mêrê hev be jî li mala xelkê meriv nabêje ciyê me li ba hev deynin. Lê wî got.
Piştî salên 1973-î ez ketim nava siyaseta aktîv û Îhsanî jî hêdî hêdî ortê ji ortê wenda bû.
Dûra darbeya 1980-î hat û jiyana surgûniy dest pê kir.
Piştî hewqas sal, cara pêşî çend meh berê di malpera ANF-ê da min hevpeyvîneke wî dît.
Di wê hevpeyvînê da ez fêr bûm ku Îhsanî hîn sax e û li Diyarbekrê dimîne. Hevpeyvîn bi tirkî bû û qala jiyan û hin serpêhatiyên wî dikir.
Lê di hevpeyvînê da pirsa gelo dizane bi kurdî bistirê ya na û heta nuha qet bi kurdî kilam gotiye, jê nehatibû kirin.
Min ev yek weke kêmasiyekê dît û min nivîs rakir ji bo ku tiştekî li ser binivîsim, nameyekê jê ra bişînim, ya jî ji hin kurdên ku dikanin xwe bigihîninê bixwzim ku herin vê pirsê jî jê bikin.
Ji ber ku heta nuha min qet nebihîstiye ku Îhsanî bi kurdî gotiye.
Lê mixabin, min cangiranî kir û pê ra negîhand ku tiştekî binivîsim û vê pirsê jî bînim rojevê. Belkî kurdekî biçûya pê ra hevpeyvînek bikira û ev yek jî jê bipirsiya.
Cemal Sureya jî eynî wiha bû.
Berî mirina(ya jî kuştin) Cemal Sureya hevpeyvînek pê ra kiribûn min xwendbû. Di wirda qala serpêhatiya malbata xwe dikir, digot ew kurdê Dêrsimê ye, pistî serîhildana Dêrsimê ji welatatê xwe barkirine û diya wî bi tirkî nizanîbû. Û ji ber vê yekê jî diya wî li xerîbiyê gelkî zahmetî kişandibû û tim digriya.
Lê piştî ku ew mezin bûbû bi salan kurdayetiya xwe weke sirekî veşartibû heta ku rojekê hevalekî wî jê ra gotibû “kurdo.”!
Li hember vê matmayî mabû, ji ber ku nedixwest kurdbûna bête zanîn.
Wê demê di kovara Dogu Perînçek Ikibîne Dogru da nivîsên "portre"dinivîsand.
Min got ezê nameyekê jê ra binivîsim û bibêjim dema tu bi tirkî dinivîsî qet giriyê diya te nayê bîra te? Û tu nafikirî ku carê li ser xwe jî binivîsî?
Lê hîn min digot îro sibe, min hew carê bihîst ku lawê wî lêdaye û kuştiye.Yanî min pê ra negihînad ku du rêzan jê ra binivîsim.
Ya Îhsanî jî wisa bû.
Min got ezê ji wî fêr bibim hela qet bi kurdî kilam gotiye ya na?
Lê nebû qismet, ez dereng mam.
Dibê meriv karê îro tu carî nehêle sibê.
Çimkî dikane dereng be...

4 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,

    Divêt Ashiq Îhsanî bi kurdî bizanîbuya. Gelo di dema chêbuna wî da chend heb kesî li Kurdistan'ê bi tirkî dizaniya?
    Wellahî Ashiq Îhsanî ji bo kurdî u Kurdistan'ê ti tisht nekiriye.
    Ji ber vê yekê jî divê miletê kurd qet u qet xwedîtiyê lê meke! Ez qet fahm nakim, ka ji ber chi malperên kurdan nucheya mirina wî diweshînin.
    Bila jê ra oxir be! U qet jî xema min nîn e. Hejimejimara shehîdên kurdan yên kurdistanî ji hejimara kurdên mayî zêdetir e. Divêt em ji bo bîranîna wan li ber xwe bikevin.

    silav u rêz

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  2. Ez bixwe sedîsed ne emîn im ku Aşiq Îhsanî kurd e.Gelo ne ermenî, tirk, asûrî ya jî ereb be?
    Ji ber ku yên di salên wî da dema dengbêj bin kêm zêde miheqeq bi kurdî kilam gotine. Lê min qet nebihîstiye ku Îhsanî bi kurdî gotibe.
    Gelo bi qasî ku bistirê bi kurdî dizanîbû? Û heger nizanîbû ji bo çi?
    Di van waran da kesên xwedî zanîn hebin û me agahdar bikin ezê bixwe kêfxweş bibim.
    Kesên wî nas dikin

    SvaraRadera
  3. Ez dibejim qey jini Sah Turna bu

    SvaraRadera
  4. Weleh tu rast dibêjî, ewa ku ez qal dikim ewê Şah Turna be.
    Axirê ji herdu çavan jî kor bû û li tembûrê jî dixist.

    SvaraRadera