16 april 2009

Êdî kurd dikanin di meclîsa Tirkiyê da bi kurdî bipeyivin

Diyar bû ku êdî kurd dikanin di meclîsa Tirkiyê da bi kurdî bipeyivin.
Lê helbet dema bixwazin.
Ez ditirsim îcar ew nexwazin.
Ya xerab û sosireta mezin ew e.
Wek tê zanîn Ahmet Turk di 24-ê sibatê da di grûba DTP-ê ya meclîsê da piştî tirkî bi kurdî jî çend gotin gotibû, feqet telewîzyona meclîsê di cîda axaftina wî birî bû û piştra jî li Tirkiyê qiyamet rabûbû.
Li ser gilîkirina Mehmet Turk, Murat Ateş, Sabît Înce û Bulent Guven, serdozger di heqê Ahmet Turk da doz vekiribû.
Ev doz do gihîşt netîceyê û serdozger di heqê bûyerê da biryara betalkirina dozê da.Yanî serdozger hewceyî dozvekirinê nedît.
Serdozger di biryara xwe da dibêje, ne li gor qanûna bingehî û ne jî li gor qanûna partiyên siyasî di meclîsê da derî tirkî axaftina bi zimanekî din ne qedexeye.
Dîsa di destûra meclîsê da jî di derbarê zimanên civînan da yanî di civînan da ewê bi kîjan zimanî were peyivandin tu made tuneye.
Bîrûraya giştî û hemû kurdan heta nuha wisa dizanîn ku di meclîsê da axaftina bi zimanê kurdî li gor qanûnên heyî qedexe ye.
Lê waye derket ortê ku tu di vî warî da li hember axaftina bi kurdî tu astengeke qanûnî tuneye.
Îcar piştî ku wihaye, wê demê divê mebûsên bi kurdî dizanin ji nuha û pê va di meclîsê da bi kurdî bipeyivin.
Ev yek, ya din jî divê hemû civînên xwe ya grûba meclîsê jî bi kurdî bikin. Û ji bo kesên kurdînezan jî tercumanan bikar bînin.
Neqedexebûna kurdî ji bo DTP-ê fersendeke dîrokî ye û divê ev fersend bi dûzan û bi rêk pêk were bikaranîn.
Tirk di gelek civînên meclîsê da ji bo lalan tercumanan bikar tînin. Dibê DTP jî ji bo parlamenterên xwe yên kurdînezan tercumanan bikar bînin û gelşa hevdumefêmkirinê bi hawî ji ortê rakin.
Heta nuha digotin qedexeye loma em napeyivin, lê waye diayr bû ku tu qedexe tuneye, kesê bixwaze dikane bêyî tirkî bi zimanekî din bipeyive.
Heger parlamenterên DTP-ê yên kurdîzan di gotinên xwe da samîmî ne divê ji îro û pê va dest bi axaftina kurdî bikin.
Dema parlamenterên DTP-ê gaveke wiha bavêjin ewê him hêdî hêdî rê li ber resmîbûna kurdî xweş bikin û him jî dilê miletê kurd feth bikin.
Gotineke kurdan heye, dibêjin şar dûr e, ma mişar jî dûr e…
Heta nuha asteng qanûn bû, diaht gotin ku qanûn rê nade bi kurdî bipeyivin. Lê nuha waye serdozgerên wan bi xwe gotiye, ne li gor qanûna bingehî, ne li gor qanûna partiyên siaysî û ne jî li gor destûre meclî tu madeyeke ku axaftina kurdî yasax dike tuneye.
De ji viya çêtir, heger ne derew e kerem bikin û bi zimanê xwe bipeyivin.

3 kommentarer:

  1. Xalo,
    Ez bawer nakim ku DTP bikaribe ji derfetên wilo zêrînî îstîfade bike. Ji xwe ra "sayin"eke ecêb derxistine u miletê kurd ji bo chirt u virtên kesan nedî davêjin devê polîs u leshkerên tirkan.
    Silav u rêz

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Xwezka hemu kurda wek TE qimet u kefxweşiya xwe ji zimane kurdire anebane.Zimane kurdi ber bi mirene diçe; mixabin.Sebeb ji kurde "siyasetvanin".Kurd bixwe qimet nadin zimane kurdi.Ez dikarim nave çend malperen kurdi ku bi tirki dinvisenin bejim.mina Kurdistan aktuel, Gelawej,Kurdinfo,Nasname,Rizgari u Kurdistan-post uwh.Birasti çiqas ew kurdistanine/welatperwerin nizanim?jibo min ew tirk perwerin.
    Silav u rez jibo mamusta Zinare Xemo

    SvaraRadera
  3. Mixabin gelek kurd jiyana xwe bi zimane tirki dijin u tişte heri xerab ew mirov reberiya kurdan ji dikin.Wek min di şirova xwe ya li ser malpere kurdan ji aniya ziman.Gotineka kurdan heye dibe alima gotiye "bikirine min neke le bi ilme min bike" Siyasetvane kurdan ji piraniyan wan wilo dikin. Meqsedamin kurde kurdistana tirkine
    Silav u rez mamusta Zinare Xemo
    Midadiye

    SvaraRadera