Dawiya olana doza Ergenekonê nayê, rojê kasêteke nuh, belegeyeke nuh di malper û rojnameyan da belav dibe û hin tiştên nuh, tiştên ku heta nuha bîrûraya giştî nizanîbû derdikevin ortê.
Çend roj berê hin kasêtên orgeneral Eruygur û Tolon yên nuh derketin piyasê û bûn sebebên minaqeşeyên pir mezin.
Herî dawî jî rojaneyên rojnamevan Mustafa Balbay, weke bombeyekê ji nişkave teqiya û olaneke pir mezin da.
Ev çend roj in diweşînin naweşînin dawî nayê.
Di rojaneyên Balbay da ji darbeya ”post-modern” ya 28-ê sibata 1997-an û virda meriv roj bi roj, meh bi meh şerê leşkeran xwe bi xwe û yê wan û siwîlan dibîne.
Bi xistina hukûmeta Erbekan û Çîller, leşker memnûn dibin.
Lê dûra, dema di sala 2002-an da AKP tê ser hukum, leşker dîsa aciz dibin û dixwazin li hember AKP-ê darbeyekê bikin.
Di bin serokatiya orgeneral Tolon û Eruygûr da ji bo darbeyeke leşkerî gelek amadeyiyan dikin, planên A,B,C,D çêdikin.
Dibêjin heger plana “A” xera bibe, emê plana “B” têxin dewerê û heger ya be jî xera bibe emê ya “C” têxin dewerê.
Vana hemû di kasetên Tolon, Eruygur, di malên hin zabit û herî dawî jî di rojaneyên Mustafa Balbay da derketin ortê.
Kî li ku, bi kê ra civiya ye û kê çi gotiye, hemû di çapemeniyê da tên weşandin. Êdî tiştekî veşartî û bi dizî tuneye, hertişt li ortê ye.
Di belgeyên hatin weşan da derdikeve ortê ku di nabêna salên 2002-2004-an da artêşê xwestiye darbeyeke leşkerî bike lê serokerkan Hîlmî Ozkok qebûl nekirye. Hemû fermandarên artêşê dibin yek û dixwazin Ozkok jî îqna bikin, dibêjin ew mecbûre weke me bike.
Lê Ozkok îqna nabe. Tolon, Eruygur wî weke “mele” û merivê AKP-ê dibînin û dixwazin wî ji ber xwe da bixînin.
Di civînan da gotinên giran jê ra dibêjin.
Kê bibe serokerkan, kê bibe serokê cendirmeyan hemû amadeyiyên xwe dikin, lê newêrin.
Destê xwe li Erdogan bilind dikin, feqet lênaxin. Çimkî ji der û ji hundur alîkariya ew dixwzin nabînin.
Loma jî dixwazin tevlihevî û kaoseke mezin derxin, ji bo vê jî wezîfeyê didin kesên weke Îlhan Selçûk, Mustafa Balbay û dixwazin ku ew jî milet bînin galayanê.
Ji ber sê sebebê esasî newêrin darbeyekê bikin. Ji dêlî darbeyeke leşkerî, Erdogan û taximê wî ditirsînin, nahêlin zêde pêşda herin.
Ji sebeban yek, hukûmeta AKP-ê weke Erbekan baz nade, li ber xwe dide.
Dudu, piştgiriya Yekîtiya Ewrûpa planên leşkeran serobinî hev dike, wan ditirsîne.
Û ya sisiyan jî Emerîka piştgiriyê nade darbeciyan.
Ev hersê tişt rê li ber darbeyeke leşkerî digre, ji dêlî wê, siyaseta tirsandinê dimeşînin.
Di kasêteke generalê teqawit Tolon da wiha dibêje:
”Minê telefon bikira, bigota walî, li min binêre, ji wî mudûrê emniyeta xwe ra bibêje ezê nigê wî bişkînim haaa û minê bigota teq û telefon bigirta. Hewqas. Wiha tê peyivîn, em wiha peyivîn. Em wisa jiyan. Qûn dixwaze, bi şeref ewê newêribin bibêjin kirt yahooo. Celaletîn(serokê emniyeta Stenbolê) melaletîn ne tiştike. Pûlis ji vir ewê bi selawatan derbas bibe. Bi şeref wihaye yahooo.”Heta nuha artêş weke kabûsekî ketibû ser dilê milet û siyasetmedarên tirk, kesî newêrîbû li hember wan bigota kirt.
AKP-ê di nava van 7 salên îktîdara xwe da artêş anî pênc pereyî, tirs û xofa wan şikand û hemû generalên bi heybet kir kûçikên keriyan.
Ji Ecevît bigre heta bi Erbekan, Yilmaz û Çîllerê, leşkeran hinavê hemûyan qetandibû, dema ji wan ra digotin dev ji hukûmerê berdin, berdidan.
Ev cara pêşî ye ku AKP teslîmî leşkeran nabe û baznade, bi xêra alîkariya der jî li ber xwe dide.
Bi saya îstîxbarata MÎT û pûlisan, AKP-ê artêş perîşan kirye, êdî bekçiyên kuçeyan jî ji generalan natirse.
Bi weşandina van kasêt û rojaneyan, generalên berê Tirkiye dihejandin bûne wek gurên pîr û êdî şivan û kûçikên wan henekên xwe bi wan dikin, bûne pêkenîn.
Dinya ne dinya berê ye, tişte weke berê veşartî namînin. Êdî rojname û telewîzyon newêribin biweşînin înternet heye, You Tube, di eynî rojê da bi milyonan însan dikanin xwe bigîhînin wan agahdariyan.
Înternetê û vê teknîka nuh malik li generalan şewitand, hemû plan û projeyên wan yên darbeyê, axaftinên wan yên civînên bi dizî yek bi yek li cîhanê belav bûn û herkesî dît û bihîst ku general li pey çi bûne.
Di rojên pêşda ewê hîn gelek belgeyên din bên weşandin. Hukûmet vê yekê ji bo xwe dike, artêş çiqasî zeîf bibe jiyana siyasetmedaran hewqasî dikeve ewlehiyê.
Herkes dizane ku ez ji AKP-ê ra nabêji xêr ela xêr, yanî naxwazim yeka wan bibe dudu, lê di mesela şikandina xof û tirsa leşkeran da wan xizmeteke pir baş kiriye. Dibê meriv vê rastiyê bibêje û vê xizmeta Kasimpaşalî jî teqdîr bike.
Meriv dikane bibêje ku AKP-ê di pêşengiya Erdogan da generalên zirzop û kêmaqil weke Meleyê Meşhûr paşpê li kerê kirin û kirin pêkenînê alemê.
Ji bo dîtina van rojan dibê meriv sipasî AKP-ê bike...
Xalê Zinar,
SvaraRaderaBi rastî jî AKPeya nijadperest di vê mesela generalên tirk da sherekî pir jîrane u qurnaz meshand, ango bi aqil u siyaseteke zana tevgeriya. Dawiya dawîn jî rastiya generalên xwînmij ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî derxist ber chavên raya gishtî. Bêguman di vê mijarê da pir bi jîrekî pishtgirtiya Emerîka u Yekitiya Ewrupê jî girt-in u ji ber vê yekê jî generalên bênamus nekanîn cuntayeke din chêbikin. Kî chi dibêje bila bibêje, AKPê bi tevî kar u bizaveke siyasî pishta generalan firand/shikand.
Gelo chima AKP di pirsgirêka kurd da weha jîrane u siyasî nalive?
Bi navê kim, de tu carekê jî li siyasetmedarên me kurdan mêze bike. Ji generalan bêtir bune kennok.
Ahmed Türk pishtî axaftina ya bi kurdî (ya di parlamentoya tirkan da), radibe dibêje me cheka di destê AKPê da girt. Gelo Ahmed Türk u DTP ji bo xatira AKPê bi kurdî dipeyîvîn? Xeletiyek u zaafeke wilo siyasî nabe ku miletê kurd qebul bike. Bi fikra min divêt AKPê xwe bixista duv DTPê u di bin siya wê da bimeshiya. Ez dibêjim DTP di destê AKP u kemalîstan da buye lîstokeke bê qîmet. Camêr nikarin prensîbên xwe yên herî bingehîn, hebun u tunebunê jî biparêzin.
Silavên germ
Rojen Shêrbaz