03 mars 2009

Kominîstên do çete derketin

Jiyan rêwîtiyeke dirêj e, heta meriv digihîje rawestgeha(pageha)dawî, meriv rastî gelek bobelat û gelek bûyerên ecêb yên mişt ders û tecrûbe tê.
Di vê rêwîtiyê da li gor jîrî û baldariya însên, pir hindik, herkes dibe şahidê hin bûyerên tahl û şîrîn û ji wan hin tiştan fêr dibe.
Di jiyanê da gelek caran dost û dijmin jî cî bihev diguherin, kesê meriv ji xwe ra dost dihesiband, meriv hew dibîne ku bêbav dijmin bûye.
Di destpêka rêwîtiyê da meriv ji ber eceleyê, telaşê, bêtecrûbetiyê û ji ber gelek sebebên din van hevalên xwe yên rêwîtiyê, kî dost e û dijmin e, baş ji hev negerîne û yekcarnan wan tevhevke jî, lê jiyan dawiya dawî, di dereke rêwîtiyê da van dost û dijminan baş bi meriv dide naskirin…
Îro di çapemeniya tirk da* li ser çeteyên Eregenekonê xebereke hebû.
Di xeberê da tê gotin ku birek nivîskar, edîb, hunermend û alimên çep û rast(lê pranî jî çep in) bi hev ra belavikek belavkrine û li girtiyên Ergenekonê xwedî derdikevin, piştgiriya wan dikin
Bi kurtî, grûbek şair, nivîskar, senetkar û akademîsyenên tirk ji bo serbestberdan çeteyên û qatilên doza Ergenekonê îro dest bi kampanya îmzetopkirinê kirine.
Kesên weke Esîn Afşar, Tarik Akan, Halît Refîg, Oktay Akbal, Sunay Akin, Banû Avar, Balaban, Suheyl Batum, Ataol Beheramoglu, Tuncer Cucenoglu, Muazzez Îlmiye Çig, Arîf Keskîner, Erol Manîsali, Fîkret Otyam, Ozer Ozankaya, Vural Savaş, Afşar Tîmûçîn, Gilsen Tuncer û Tolga Yaman jî di nav da bi navê, ”Bira rewşenbîrên welatperwer serbest werin berdan” belavokeke mişterek belav kirine.
Xwediyên însîyatîfê di belavoka xwe da dibêjin ”Doza Eregenekonê tertîbeke.” Yanî komplo ye, tiştekî wiha tuneye.
Weke tê dîtin, nava xwediyên însîyatîfê da ji komînîst û şairên bi nav û deng yê wek Ataol Behramoglu(birayê Nîhat Behramê şair e)bigre, heta bi Tarik Akan û Vural Savaşê faşîst, gelek kesên ji bîrûbawerî û îdeolojiyên cida hatine ba hev û pişgiriya çete, darbecî û qatilên bi hezaran kurdî dikin.
Ataol Behramoglu xwedêgiravî kominîsteke bi hêl û mêl bû, endamê TKP-ê bû (Partiya Kominîst ya Tirkiyê)û stpiştî darbeya 12-ê Îlonê hatibû girtin û çend mehan jî di hefsê da mabû.
Dûra derket derva, çend salan li firansayê ma û di dawiya salên 80-î da vegeriya Tirkiyê.
Ataol Behramoglu heta ku li derve bû, çep bû, bi partiya kominîst ra û xwedêgiravî dostê kurdan bû.
Lê piştî ku vegeriya Tirkiyê, hêdî hêdî çerx kir û di netîceyê da maskeya ruyê xwe danî û weke nîjadperestekî temam bû dijminê kurdan.
Waye nuha derdikeve ku mêrik zilamê Ergenekonê bûye jî.
Komînîstê do, şairê milîtanên çep îro çete derdikeve, piştgiriya generalên darbecî û qatilan dike.
Jiyan weke bêjingê ye, rojek tê hertiştî baş ji hev digerîne, zadê paqij li ser dimîne, û ifare jî dihere binî, dibe malê avêtinê.
Komînîstên do çeteyên îro di belavoka xwe da gotine.
”Em kesên îmzeya wan li jêr, weke senetkar, nivîskar û alimên Tirkiyê, daxwaza me ew e ku di demeke herî kin da divê welatperwerên di Girtîgeha Sîlîvrîyê da girtîne serbest werin berdan.”Belê, qatilên bi sedan kurdî ji bo çep û kommînîstên do kesên ”welatperwer in” û divê di demeke herî kin da hemû werin berdan.
Divê çete, generalên darbecî û qatilên bi sedan însanî hesab nedin, neyên cezakirin, dibê werin berdan.
Çimkî çi kirine ji bo yekîtî û perçenebûna Tirkiyê kirine, ji bo wê kurd kuştine, loma jî divê neyên mahkimekirin jî…

*http://www.iyibilgi.com/haber.php?haber_id=111724

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar