01 mars 2009

Dibê kurd ji gotinan bêtir bala xwe bidin kirinên şexs û partiyan

Tirkiye bûye welatekî pêkenîn û dijayetiyên dûrî aqilşexs û partiyanan.
Bi nêzîkbûna hilbijartinan ra vir û fortên partî û siyasetmedarên tirk jî zêde bûn.
Tiştên tên gotin meriv nizane çi cidî ye, çi pêkenîn e, çi siyast û bertîlên hilbijartinan e û çi jî daxwazên ji dil û baweriyên samîmî ne.
Erdogan û hin mebûsên kurd yên AKP-yî li Kurdistanê derketine nêçîra rayên kurdan, ji bo girtina rayan ji kurdan ra gelek tiştên şîrîn û dilxweşkir dibêjin.
Serokwezîr Erdogan li Elihê(li Batmanê)di axaftina xwe da Ahmedê Xanî jî kir yê xwe û got, ”Ahmedê Xanî jî yê me ye û Fuzûlî jî.”
Mêrik dizane li kuderê ewê çi derewê bike...
Lê yê herî bêtir dilê kurdan rehet kir, parlamenterê Diyarbekrê Abdurrahman Kurt bû.
Abdurrahman Kurt li Diyarbekrê di civînekê da bi namzedên belediyan û muxtarên gundaran ra hat ba hev û gelek tiştên balkêş gotin.
Kurt di axaftina xwe da li dewletê rexne girt û qala zilma li kurdan dibe kir û peyva xwe wiha domand:
”Serokwezîrê me got, navê vê mesela kurd e. Belê ev mesele mesela kurd e û sebebê wî jî ji kurdbûna me tê.
Nasname û kultura me înkar kirin. Berê viya teslîmî me bikin. Em ne nîjadperest milîyetçî ne. Em wekheviyê û edaletê dixwazin, divê berê hûn viya fêm bikin. Tirkek çi be kurdek jî hewqas e. Berê carê viya qebûl bikin. Ev mesele bi înkar û asîmîlasyonê çareser nabe. Em bi salan înkar û asîmîlasyonê jiyan. Me tahde û tahrîk dîtin. Zarokên me û diyên me bi salan ji dinyayê qut bûn. Em bi daxwaza xwe neketin vî halî. Heger îro zarokên me li kuçe û kolanan tiral tiral digerin ev ne sûcê me ye. Ev sûcê pêvajoya ku li ser me ferz kirin e. Ev serokwezîr difikire ku vana hemûyan çaraser bike. Ji ber ku ji nava xelkê derket. Heger yê me Elîpaşa hebe yê wan jî Kasimpaşa heye. Ji bo vê sê caran xwestin li hember me darbeyê bikin. Ma hûn dizanin ku hewqas xwîn ji bo çi hate rijandin? Ev dewlet ya gel û milet e. Em ji Kasimpaşa û ji Elîpaşayê tên. Baweriya min bi pêşengê me û bi gelê me heye.”
Mala camêr ava, weke hûn jî dibînin birêz Kurt tiştên gelkî baş û xweş gotine. Kêfa meriv ji gotinên wî ra tê.

Di van gotinên birêz Kurt da meriv dibîne ku ew qebûl dike ku zilm li miletê wî dibe, nasname û kultura gelê wî hatiye înkarkirin.
Ji bo çareserkirina meselê ev tiştekî pir baş e, ji ber ku hebûna gelşê tê qebûlkirin.
Yanî him ew û him jî “serokwezîrê wî” qebûl dikin ku li Tirkiyê “mesela kurd” heye.
Ê baş e, madem ku him ew û him jî serokwîzîrê wî hebûna vê meselê qebûl dikin, wê demê çima çareser nakin?
Çima mafê kurdan nadinê?
Ji ber ku yên li ser hukum jî ew in.
Birêz Abdurrahman Kurt weke mebûsekî mixalefetê, bêselehiyet û ne li ser hukum dipeyive.
Qala bênasnametî û zilma li ser kurdan dike, lê weke îktîdar vî mafî nade kurdan.
Partiya Abdurrahman Kurt AKP ji sala 2002-an û vir da, ev heft sal in ku bi tena serê xwe li ser hukum e. Dema bixwzin weke hukûmet dikanin Qanûna Esasî jî biguherînin û “nasname" û kultura kurdan ya qedexekirî bidinê.
Çima nakin?
Ma kê bi destê wan girtiye?
Lê bira naskirina nasnameya kurdan li wir bimîne, serokwezîrê wî Erdogan, hîn kurdan ji welatê wan bi qewitandinê tehdît dike, di her mitînga xwe da weke nîjadperestekî tûj tim van gotinê jêr ji kurdan ra dubare dike:
“Me got çi? Me got yek milet, me got yek al, me got yek welat, me got yek dewlet. Li hember vê derketin. Ciyê kesê ku li hember vê derkeve li Tirkiyê tuneye. Bira kerem bike here dera li gor dilê xwe.”
Di van gotinên serokwezîrê birêz Abdurrahman Kurt da tiştekî ku bê maneya naskirina nasname û kultura miletê kurd tuneye, belovacî wê, dîtin, îdeolojî û mesajeke nîjadperest û înkara miletê kurd heye.
Heta nuha bi dehan caran Erdogan ev dîtina xwe ya “yek milet” dubare kiriye, lê yek carê jî min nedîtiye ku birêz Abdurrahman Kurd li dij derketibe û ji Erdogan ra gotibe, "tu çawa dikanî wiha bibêjî? "Tu kê ji welatê kê diqewitînî?"
Bi minasebeta hilbijartinan, ji bo xurtkirina AKP-ê li Diyarbekrê serfkirina çend gotinên dilxweşkir rehet e, ev yek ji alî Erdogan û hevalên wî yên nîjadperest va jî dikane were “tehamul û tolerekirin”.Çimkî yê dibêje ne Erdogan e, kurdek e. Hema di cimatekê da bi çend gotinan dilê kurdan xweş kiribe çi zirara wê heye?
Ma bi van gotinan send û sepetan didin kurdan?
Na. Di ser da ev gotin li kara wan e, îhtîmal heye ku hinek kurd bi wan bixapin û raya bidin wan. Çimkî ji bo ku rayên xwe bidin AKP-ê jixwe hin kurd li pelekî nexwendî digerin. Gotinên Abdurrahman Kurd dikane zimanê wan dirêjtir bike...
Abdurrahman Kurt li Diyarbekrê di propagandeya hilbijartian da çend gotinên xweş dibêje, lê heta nuha deng daye hemû ”tezkereyên” li dijî kurdan û plana îşxalkirina Kurdistana başûr.
Ji dêlî ku li Diyarbekrê çend gotinên dilxweşkirinê ji kurdan ra bibêje, dema roja wê tê, bira di meclîsa Tirkiyê da raya xwe nede ”tezkereyên” li dijî miletê kurd, bira bi axaftin û pêşniyarên xwe mesela gelê xwe têxe rojeva meclîsê.
Bi aqasî ku ez dizanim Abdurrahman Kurt û hemû kurdên di nava partiyên tirkan da, çiqasî kurdperwer dibin bila bibin, lê heta nuha dîsa jî tu carî newêrîbûne bêemriya serokên xwe bikin û gaveke li dijî siyaseta partiya xwe bavêjin.
Tiştek pir eşkereye, bi xurtbûna DTP-ê û tevgera kurd ya netewî ra AKP jî mecbûr dimîne ku hin gavan bavêje, di propagandeyên hilbijartinan da zimanê kurdî bikar bîne, bandirolên bi kurdî hilde.
Dema AKP wiha dike, DTP jî mecbûr dimîne ku li ”kurdîtiyê” bêtir xwedî derkeve. Yanî reqabeta di nava herdu partiyan da li kara miletê kurd e, dibe sebebê îfadekirina hin rastiyan, dana hin sozan û hilweşandina hin tabuyan.
Di vê nivîsa xwe da ez li ser hin gotinên birêz Abdurrahman Kurt rawestiyam û di çend nuxteyan da min ew rexne kir.
Di nivîsa xwe ya sibe da jî ezê li ser beyana cîgirê serokê grûba meclîsê ya DTP-ê Selahattîn Demîrtaş rawestim.
Demîrtaş, di malpera ”Bîanetê” da ji Tolga Korkut ra gotiye:
”Em taleb nakin ku kurdî bibe zimanê duyem yê resmî, jixwe ji bo Tirkiyê ne tiştekî rast e.”Ev gotin pir û pir cidî ye û dibê meriv li ser rawest e. Sibe ezê li ser berfirehiya van gotinên Demîrtaş, di programa DTP-ê da mijara perwerdeya bi zimanê kurdî û hin aktîvîteyên ji bo vê armancê tên kirin rawestim.

2 kommentarer:

  1. Dest xweş Zinarê Xamo te baş anîye zimên ku bi gotin tiştek nabe hele li ber derîyê hilbijartinê qet nabe. Ne zêde ji gotina rojek berêi serokê partiya A.Kurt li Afyonê gotibû ku em ê mafê perwerdehiyê ji bo Kurdan nadin û em ê tu car jî nêdin. Li ser wî gotinê divêyabû axaftina A.Kurt jî cuda bibuya lê dîsa jî dibêje serokê me dixwaze vê meseleyê çareser bike. Ciya Azad

    SvaraRadera
  2. Desti xweş Birez Zinare Xemo!
    Jixwe ew kurde ku dibejin xwe ew kurdperwerin u kurdistanine;wan bala kurdan xera kir u kurdistan kirin cehneme.Birasti ew çave wan tene jibo kursiye.
    Silav u Rez
    Merdiniye

    SvaraRadera