05 mars 2009

Bêguman meriv zêde dirêj neke baştir e

Îşev ezê qala siyasetê nekim. Jixwe ne şert e jî meriv her şev qal bike.
Hercara ku ez qala siyasetê dikim, bi kêmanî ez ji xwe ra çend “dijminan” çêdikim.
Ji ber ku bibê nebê ez pê li nasira(tûyika)hinekan dikim.
Siyaset wihaye, dişibe govendê.
Dema meriv ket govendê, mabe ku meriv xwe nehejîne.
Û dema meriv xwe dihejîne, meriv toz û dûmanê ji erdê radike û di wê haşermaşerê da jî yekcarnan meriv pê li nigê xelkê dike.
Îşev ez naxwazim pê li nasira kesî bikim.
Îşev ez dixwazim qala rexneyeke Bûbê Eser bikim.
Îro Bûbê Eser mala wî ava, meylek ji min ra şandiye û weke dostekî ji dirêjiya nivîsên min gazin kiriye.
Gotiye, ew heroj zorê dide xwe ku nivîsên min bixwîne û heta jê tê jî dixwîne. Lê bi ya wî nivîs dirêj in. Nivîs hinekî din kin bin ewê baştir be.
Gotina rast, rast e, bi rastî jî nivîsên min bi piranî dirêj in.
Heta nuha çend hevalên din jî ev kêmasiya min bi bîra min xistine, gotine nivîsên te gelek caran dirêj in û ev yek jî xwendina wan zahmettir dike.
Ev rexne rast e û di cî da ye.
Dema ez dinivîsim pirê caran ez ferq nakim ku çuqasî dirêj bûye. Roja din dema ez dixwînim, ez pê hay dibim.
Wê demê jî êdî dereng e.
Bi ya min jî meqaleyek pir ne dirêj be baştir e.
Axaftina dirêj guhdaran, nivîsa dirêj jî xwendevanan aciz dike.
Heger meriv dixwaze nivîsa meriv ji alî gelek kesî ve were xwendin, divê meriv zêde dirêj neke, kin bibêje lê xweş bibêje.
Ê ev jî ne karekî hêsan e.
Ji bo ku nivîsên meriv him kin bin û him jî rind bin, bi ser û ber û bi naverok bin zanîneke kûr û hostatiyeke mezin lazim e.
Me kesî ilmê vî karî nexwendiye, em neçûne qurs û zanîngehan. Em weke berberê ku berberiyê li serê xwe fêr bibe.
Ev jî dibe sebebê gelek kêmasiyan
Kêmasiyeke din jî kêmasiya kêmtercûbetiyê ye.
Ji bo bidestxistina tercûbeyeke baş û feydedar wext tenê têr nake, divê di vî warî da pêşeng û nivîskarên ku meriv feydeyê jê bigre hebin, divê meriv baş bala xwe bide hosteyên vî karî
Li Kurdistanê meriv weke şagirt dest pê dike û hêdî hêdî sinet fêr dibe.
Ji bo ku mriv bibe terzî, berber, qonderecî, boyaxcî, qalibcî û hwd. Meriv naçe qurs mekteban.
Lê li Ewrûpayê ne wihaye. Meriv her sinetî bi riya qurs û mekteban fêr dibe. Berê terorî, dûra praktîk, dûra kar.
Ji bo ku meriv bibe xatibekî baş dibê meriv here qursa retorikê, dibê meriv tiştên li ser vê mijarê hatine nivîsîn bixwîne.
Ji bo ku meriv bibe nivîskarekî baş û nivîsên ”kin û xweş” binivîse xwendin, zanîn, kultureke piralî û tecrûbe lazim e.
Û evana jî piştî 8 saet kar, li malê di nava 2-3 saetan da bidest nakeve.
Sebebekî din jî pirbûna kul û derdê me ye, çar dewletên zalim li me hatine hev û me di nava xwe da digevizînin.
Loma jî gelek caran meriv bêhemdî zêde qala kul û derdê xwe dike, qala zulm û neheqiya zaliman dike.
Loma jî çîrok dirêj dibe...
Lê li gel vê jî heger meriv bizanibe kin bibire bêguman baştir e.
Ez ditirsim dîsa jî dirêj bû....

1 kommentar:

  1. Na hêja Zinarê Xamo qet xwe aciz neke, li gor nêrîna min nivisên te ne ewqas dirêj in, tam di cihê xwe de ye. Heke meriv hema qut bibire wê çaxê ihtimalek heye ku nêrina xwe baş neaniye zimên. Carcaran nivîsên te dirêj dibe lê nivisên te pir baş in û qet merîv acîz nake, çiqas dirêj be jî ez dixwinim.
    Mamoste Ehmed

    SvaraRadera